Çarçoveya Hemahengî dîsa Mihemed Şiya Sudanî wek namzetê serokwezîriyê diyar kir

Çarçoveya Hemahengî ya Şîe piştî civîna xwe ya îro, careke din ragihand ku namzetê wan ê ji bo serokwezîriyê Mihemed Şiya Sudanî ye.

Çarçoveya Hemahengî dîsa Mihemed Şiya Sudanî wek namzetê serokwezîriyê diyar kir
19 îlon, 2022   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çarçoveya Hemahengî ya Şîe bi amadebûna tevayî serkirdeyên xwe civîna xwe ya asayî lidarxist. Hat gotin di civînê de li ser rewşa giştî ya siyasî û ewlehiyê ya Iraqê nîqaş hatin kirin, her wiha pesnên hewldanên ji bo biserxistina merasîmên şîna Îmam Hisên hatin dayîn.

Di daxuyaniya ku piştî civînê hatî dayîn de hat gotin, Çarçoveya Hemahengî careke din girêdanbûna xwe ya bi namzetiya Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo serokwezîriyê re nîşandaye û îdiayên li ser guhertina namzetiya wî red dikin.