​​​​​​​Nivîskar: Divê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina herêmê bike

Nivîskarên ji herêma Cizîrê diyar kir ku berpirsyariya parastina herêmê dikeve ser milê gelê wê û bi taybet ser milê ciwanan û ne tenê erka hêzên leşkerî ye. Her wiha bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirina li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker.

​​​​​​​Nivîskar: Divê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina herêmê bike
20 îlon, 2022   01:42
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo tirsandin û koçberkirina gel didomîne da ku piştre herêmê dagir bike. Ji ber vê yekê di 6’ê Tîrmeha derbasbûyî de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişan rewşa awarte ragihand û hemû beşên civakê li gorî konsepta şerê gel ê şoreşgerî dest bi amadekariyan kir.

Têkildarî mijarê, nivîskar û endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên berdewam ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku gelê herêmê qir bike û wan ji axa wan koçber bike.

‘XWEPARASTIN BINGEHA BERSIVDAYÎNA ÊRIŞÊN QIRKINÊ YE’

Beşîr piştrast kir ku bersivdayîna van êrişên qirkirinê ji bo gelê herêmê bûye Divêiyek da ku parastina hebûn û nasnameya xwe bikin û wiha got: "Xweparastin rêbazekî parastinê ye ku civak an jî ferd xwe pê diparêze. Xweparastin bingeh e ji bo rûbirûbûna êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û parastina mîrata çandî ya li herêmê ye."

Beşîr bal kişand ser rola ciwanan di xweparastinê de û got: "Parastina herêmê ne tenê erka hêzên leşkerî ye, lê hemû civak ji parastina xwe berpirsyar e, hevgirtina civakê bi hêzên leşkerî re bi bandortir e."

Beşîr wiha bang li gelê herêmê kir: "Piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin û ji bo parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bi her awayî piştgirî û alîkariyê bidin wan."

‘HÊZA BIRÊXISTINBÛYÎ YA GEL GARANTIYA SERKEFTINÊ YE’

Beşîr sekn û berxwedana gelê herêmê ya li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, şiband berxwedana gelê Viyetnamê ku dagirkerî red kir û wiha got: "Serkeftina gelê Viyetnamê li ser bingehên şerê gel ê şoreşgerî û di encama perwerdekirina civakê û xwebirêxistinkirina li ser hemû astan de, her wiha bi rêya xweparastinê ku bingehê pêkanîna serkeftinê ye ji bo civakê, hate bidestxistin."

Endamê desteya rêveber a Yekitiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê, Mihemed Beşîr di dawiya axaftina xwe de ev yek piştrast kir: "Ji ber ku hêza rêxistinbûyî ya gel misogera serkeftinê ye, ji bilî xwespartina îmkanên xwe ti rê nîne ku mirov xwe û welatê xwe biparêze."

Nivîskar û endama Yekitiya Rewşenbîran Şaxê Hesekê Leyla Boncix jî tekez kir ku parastina herêmê berpirsyariya tevahî zarokên herêmê ye û bang li wan kir ku bi tevlêbûna perwerdeyên rewşenbîrî, leşkerî û bijîşkî xwe amade bikin da ku ew ji bo her rewşek awarte ku li herêmê rû bide, amade bin.

‘DIVÊ GELÊ HERÊMÊ BI HÊZÊN LEŞKERÎ RE LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BISEKINE’

Leyla bal kişand ser girîngiya hevgirtina her kesî li hemberî êrişan û ev tişt anî ziman: "Li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi hemû rê û rêbazan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye destpêkirin, divê gelê herêmê bi hêzên leşkerî re li dijî hemû êrişên dagirkeriyê bisekinin."

Leyla Boncix herî dawî ev bang kir: "Ez bang li gelê herêmê dikim ku li dora hêzên leşkerî bicivin, herêmên xwe biparêzin û hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pûç bikin."

(hs)

ANHA