​​​​​​​Rêxistinên Jinan ên Başûr: Nabe bi ti behaneyan kujerên jinan werin berdan

Rêxistinên jinan ên civaka sivîl û çalakvanên mafên jinan li ser zêdebûna bûyerên kuştinên jinan, berdana kujerên jinan û nixûmandina di ser tawanên li dijî jinan de daxuyaniyek dan û gotin, nabe bi ti behaneyan kujerên jinan werin berdan.

​​​​​​​Rêxistinên Jinan ên Başûr: Nabe bi ti behaneyan kujerên jinan werin berdan
19 îlon, 2022   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li ber Dadgeha Silêmaniyê rêxistinên jinan û civaka sivîl di çarçoveya kampayna rûbirûna kuştinên jinan de daxuyaniyek dan çapemeniyê û balkişandin ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de têkildarî kampanyê de hat gotin, “Em bi vê armancê hatine ber dadgeha Silêmaniyê daku peyama xwe bigihînin desthilata yasadanan û dadweran û ji wan re bêjin ew jî piştgiriya rêxistinên jinan bikin. Bila yasa serwer be, kujerên jinan bigihin cezayên xwe.”

Endama Yekitiya jinên Kurdistanê Proşe Feysel jî derbarê kombûna rêxistinên jinan de axivî û got, “Em îro kombûne daku nîşanê welatiyan û dadgehê bidin ku em li dijî kuştinê ne. Armanca me ewe ku kujerên jinan werin cezakirin û êdî desthilatdar nebin sedema veşartina kujeran. Nabe bi ti behaneyek kujerên jinan werin berdan. Divê tawanbar bi tûndtirîn şêwe werin cezakirin dakû bûyerên kuştina jinan dubare nebin.

Proşe Feysel da zanîn tişta giring ewe ku rêxistinên jinan bi awayek yekgirtî helwest nîşan dane û armanca wan ewe ku tawanbar bigihin cezayê xwe.

Rêxistinên ku tevlî çalakiyê bûne navê wan wihane; Rêkxirawa CDO, Penay Kar, Rêkxirawa Rewşenbîrên Kurd, Partiya Sewz, nûnertiya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê, Rêkxirawa Xuşkanî Îslamî û Yekitiya Jinên Kurdistanê.