​​​​​​​Dê û bavê şehîd Silava Remezan: Em naxwazin xwîna zarokên din jî bê rijandin

Dê û bavê zaroka şehîd Silava Remedan, xemgîniya xwe ji ber şehadeta keça xwe ya di bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda perwerdeyê ya zarokên keçîn anîn ziman û tekez kirin ku ew ê rêya berxwedanê bidomînin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

​​​​​​​Dê û bavê şehîd Silava Remezan: Em naxwazin xwîna zarokên din jî bê rijandin
19 îlon, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – SILAVA EBDULREHMAN

Kuştin, revandin û tundî, ev hemû sûc li dijî zarok û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin ku êrişî herêmê dike. Ne ev tenê, lê belê bi êrişên xwe navendên stratejîk, dibistan û perestgehan dike armanc. Bi vê yekê dagirkerî hewl dide binesaziya herêmê hilweşîne û niştecihên resen koçber bike ku di çarçoveya guhertina demografîk û dagirkirina herêmê de tê kirin.

Roja 18'ê Tebaxa derbasbûyî, balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk navendeke perwerdehiyê ya zarokên keçîn ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye, li gundê Şemoka yê li ser rêya Til Temir-Hesekê û tenê 2 kîlometreyan dûrî baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ye, kir armanc. Di encamê de 5 zarokên keçîn şehîd ketin û 10 jî birîndar bûn. Di nav wan birîndaran de, zaroka bi navê Silava Remedan jî hebû ku di 1’ê Îlonê de, di encama birînên xwe, şehîd bûbû.

DI NAVBERA DIBISTANÊ Û DIKA ŞANOYÊ DE

/kr/uploads/files/2022/09/18/194404_-.webp

Silava Azad Remedan, di sala 2005'an de li bajarê Reqa ji dayîk bûye. Ew ji malbateke ku di sala 1988’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye, mezin bûye. 2 xwişk û 3 birayên wê hene. Ew keça herî biçûk a malbatê ye û zarokatiya xwe li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê derbas kiriye.

Silava Remedan qonaxên xwendina seretayî û amadeyî li navçeya Dirbêsiyê xwendiye û di nava hevalên xwe de bi ruhê xwe yê geş, danûstandina baş û hezkirina jiyanê dihat naskirin.

Remziye Ebdulrehman Remedan dayîka şehîd Silava wiha behsa keça xwe kir: "Têkiliya me bi hev re pir xurt bû, min wek hevalekê, ne wek keçeke biçûk, pê re dan û standin dikir. Asta zîrekiya wê ji temenê wê zêdetir bû, wek nivîsên ku dinivîsand, axaftinên wê, tevgerên wê, dan û standina wê ya bi kesên din re û tiştên ku mereq dikir."

Dayîka şehîd Silava der barê têkiliya keça xwe ya şehîd û mamosteyên wê de wiha got: "Rojekê mamosteya Silava bi rêya telefojê bi min re axivî û pesna dan û standina Silava bi mamosteyan re da û wiha ji min re got; me zarokên wekî wê nedîtine, carinan xeletiyên me rast dike, ez meraq dikim zarokek di temenê wê de û berê ders nedîtiye, çawa dikare şaştiyên ku me dikirin rast bike."

Remziye Remedan wiha domand: “Silava diçû ku derê kêfxweşî û bextewarî belav dikir, mîna meşaleyekê bû û mal ronî dikir, ew ji aliyê hemû endamên malbatê ve û li dibistanê jî dihat hezkirin û gelek hevalên wê hebûn. Ji ber ku giyanê wê hertim li jiyanê digeriya û wate dida jiyanê, di çarçoveyeke teng de nedifikirî û asta wê ya zanistî di asteke pêşketî de bû.”

Silava hinek ji zarokatiya xwe li ser sehnê derbas kir, ji sînema û lîstikvaniyê hez dikir, endama Navenda Çand û Hunerê bû. Di hin fîlmên sînemayê de ku piraniya wan ji bo zarokan bûn, wek fîlmê (Zarokên Kobanê) rolên kurt lîstin. Her wiha beşdarî gelek pêşandanên şanoyê bû û endama komên govend û dîlanan bû.

Remziye Remedan ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevî temenê xwe yê biçûk jî jiyana xwe bi rêxistin dikir û jêhatîbûna xwe bi pêş dixist, dem ji bo xwendina xwe û ji bo beşdarbûna lîstikvanî û şanoyê vediqetand."

Remziye bi çavên tijî hêsir got: "Her tim ji min re digot; dayê ez dixwazim bibim wek te gava ez mezin bibim, ramanan û helbestan binivîsim, her tiştê ku bê hişê min bi pênûs û hestên xwe bînim ziman. Lê keça min negihîşt tişta ku dixwest, dagirkera Tirk kulîlka min jê kir, ew ji mafê jiyanê yê wekî hemû hevalên wê yên zarok, bê par hişt.”

'DAGIRKERIYA TIRK ZAROK Û JIYANÊ DIKUJE'

Silava Remedan ji bo ku xwe bi pêş bixe û bigihêje armancên xwe di hemû aliyên zanistî, çandî, civakî û siyasî de, tev li navenda perwerdeya zarokên keçîn bû. Her wiha di warê ragihandinê de jî xwe perwerde dikir da ku rastiya hovîtiya dagirkeriya Tirk eşkere bike.

Dayîka şehîd Silava her wiha got: "Zarok jiyan in, lê dagirkeriya Tirk bi êrişa xwe ya li ser dibistana zarokên keçîn, xwest bi rêya wan jiyanê bikuje. Ev hemû di nava bêdengiya navneteweyî de pêk tê. Mafên mirovan li ku ne? Mafên zarokan li ku ne? Çima nikarin mafên zarokên me biparêzin, ma wijdanê wan miriye, çima nikarin zarokan biparêzin."

Dayika şehîd Silava di dawiya axaftina xwe de wiha bang li cîhanê û rêxistinên mafên mirovan ên bi karûbarên zarokan re têkildar in, kir: "Em dixwazin dengê me bigihêje hemû rêxistinên bi mafên zarokan re eleqedar in, çima hûn der barê sûcên ku bi destê dagirkerên Tirk li dijî zarokên me tên kirin de dengê xwe dernaxin, ma mirovahiya we miriye, qanûn û edaleta we li ku ne?"

/kr/uploads/files/2022/09/18/194328_-.webp

Ji aliyê xwe ve Azad Remedan, bavê Silava Remedan, diyar kir ku keça wî ji zarokatiya xwe ve tev li xwepêşandan, merasîmên şehîdan û şahiyên dibe û wiha jî bandor bûye û xwestiye cihê xwe di nava şoreşê de bigire û bi xwendin û pênûsa xwe xizmetekê ji bo welatê xwe pêşkêş bike.

Azad Remedan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Gelek hêvî û xeyalên wê hebûn, ji ber wê jî çû vê dibistanê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin. Çûbû pênûs û pirtûkê hilgire da ku pêşerojeke nû ya welatê xwe binîvîse, lê belê ev ne li gorî kêfa dijminan bû û ji bo wê ew kirin hedef."

Azad Remedan rexneyên xwe yên tund li hemberî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk anîn ziman û wiha pê de çû: "Heta kengî wê xwîn bê rijandin, heta kengî wê komkujî li ser me bên kirin? Di şerên cîhanê de du artêş bi hev re şer dikin, li Afrîkayê zarokek dimire, raya giştî ya cîhanê serhildanê dike, lê ji bo zarokên me her kes bêdeng e, ev cihê mixabiniyê ye, êdî bes e bêdengiya we."

Bavê şehîd Silava, Azad Remedan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev zarok xwedî mafê jiyanê ne û pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê ne, her wiha bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û got: "Bêdengiya we deqeke reş e li ser eniya we, em bûne hedefa dewleta Tirk, ma ew ê heta kengî me bike hedef? Em ê ji vê rêyê venegerin, em naxwazin zarokên din şehîd bibin, em naxwazin xwîna zarokên din bê rijandin."

(hs)

ANHA