Komeleya Newroz a Çand û Civakî salvegera 8’emîn a damezirandina xwe pîroz kir

Bi boneya salvegera 8’emîn a Komeleya Newroz a Çand û Civakî, li navenda komeleyê ya Beyrûtê û bi beşdariya kurdistaniyên li Lubnanê şahiyek hat lidarxistin.

Komeleya Newroz a Çand û Civakî salvegera 8’emîn a damezirandina xwe pîroz kir
18 îlon, 2022   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêkê de endama Desteya Rêveber a Komeleyê, Nisrîn Biro bixêrhatina beşdaran kir û li ser damezirandina komeleyê axivî û kesên ku bûn alîkar û ji bo pêşxistina komeleyê ked dan, spas kirin.

Piştre, rapora salê ya kar û xebatên komeleyê di sala 2022’yan de ji aliyê serokê komeleyê Cemal Hesen ve hat xwendin. Piştî ku xebatên komeleyê bi sînevizyonekê hate pêşandan, stranên şoreşgerî û folklorî ji aliyê koma komeleyê “Koma Welatê Rojê ya Çand û Hunerê” ve hatin pêşkêşkirin.

Komeleya Newroz a Çand û Civakî xwe wiha dide nasîn ku li ser çalakiyên kurdistaniyên li Lubnanê dixebite û ji bo birêxistinkirina wan çalakiyan li dar dixe, armanc dike tev li çalakiyên civakî, tenduristî, perwerdehî, çand, pêşxistina behreyên hunerî, perwerdekirina jinan di aliyên civakî, siyasî û çand de û fêrkirina zimanê kurdî bibe.

Ev komele li Beyrûtê di 2’ê Îlona 2014’an de hat damezirandin û bi fermî di 16’ê Îlona heman salê de li paytexta Lubnanê, Beyrûtê dest bi xebatê kir.

(mh)