Şêniyên Kobanê 2 şehîd oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyên şehîdan; Gîvara û Çiya Kobanê li goristana şehîd Dîcle û goristana şehîdan a navçeya Sirînê li başûrê Kobanê oxir kirin. Her wiha merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Serhed Agirî ku şervanê HPG`ê ye li dar xist.

Şêniyên Kobanê 2 şehîd oxir kir
18 îlon, 2022   17:58
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan, li goristana şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê kom bûn û tev li merasîma oxirkirina şehîd Îbrahîm El Berho (Gîvara) û şehîd Hecî Mihemed (Çiya Kobanê) bûn ku roja înê di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûbûn. Her wiha li goristanê merasîma xiyabî ji bo şehîd Tahir Cuma Salih (Serhed Agirî) li dar ket ku li herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê di 16`ê Tîrmeha 2022`yan de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Leyla Omer axivî û got: “Şehadet ji bo me serfirazî ye. Em ê jî layîqî şehîdên xwe bin û di oxira parastina ewlehiya herêmê de, fedakariyan bikin. Em ji dewleta Tirk û ajanên wan re teqez dikin ku em gelek in ku bi komkujiyan tune nabe.”

Leyla Omer wiha domand: “Heke yek ji me şehîd bibe, dê bi dehan çekê wan rakin û şopdarên rêya wan bin. Şehadet rêya me ye û em bi vê rêyê serbilind in.”

Ji navçeya Sirînê jî Ezîz Ehmed axivî û diyar kir ku gelê herêmê êdî tê gihiştin komploya li dijî wan û ji bo têkbirina wan komployan dê canê xwe bidin û dagirkeran ji axa xwe dûr bixin.

Ehmed wiha pê de çû: “Şehîdên me ji mirinê mezintir in. Cihê ajanan jî li ser vê axa pak tune ye ku goristana bi hezaran şehîdan lê ye.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Heza Mihemed axivî û bêdengiya rêxistinên hiqûqî li hember sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê pêk tîne, şermezar kir.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeyên şehadeta şehîdan radestî malbatên wan kir.

Paşê girseya gel cenazeyê şehîd Çiya Kobanê li goristana şehîd Dîcle veşart. Her wiha cenazeyê şehîd Gîvara birin goristana şehîdan a li navçeya Sirînê.

(dm)

ANHA