​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Berxwedana girtîgehan çavkaniya îradeya me ye

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyê, şermezar kirin û gotin, “Berxwedana girtîgehan çavkaniya îradeya me ye.”

​​​​​​​Malbatên Şehîdan: Berxwedana girtîgehan çavkaniya îradeya me ye
17 îlon, 2022   03:24
ŞEHBA

Girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker ligel zext û kiryarên dermirovî yên li dijî wan berxwedaneke mezin raber dikin. Gel xwedî li vê berxwedanê derdikeve û piştgiriyê didiyê.

Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê têkildarî mijarê axivîn û piştrast kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana li girtîgehan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan , her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Nadir Muslim got: “Wekî malbatên şehîdan ên herêma Efrînê, em berxwedana hevalên xwe yên li girtîgehên Tirkiyê silav dikin û piştgiriyê didin têkoşîna wan.”

Muslim diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakurê Kurdistanê, ji kiryarên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne cuda ne û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane rastî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê. Gelê me yê Bakur jî rastî siyasetên qirkirin û tunekirina nasnameyê tê, ev rêya bi rêya bêdengkirin û binçavkirinê pêk tê.”

Muslim her wiha tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatî ferzkirin şermezar kir û got, heta rakirina tecrîdê em ê têkoşînê bidomînin.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Emel Qehreman jî wiha axivî: “Em îradeya xwe ji berxwedana li girtîgehan digirin, ku girtî li dijî zordestiya dewleta Tirk a dagirker nîşan didin.”

Emel destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi girtin û binçavkirina çalakvan û siyasetmedaran û bi ferzkirina tecrîdê li ser rêber Ocalan, hewl dide îradeya wan bişikîne, da ku dev ji têkoşînê berdin û got: “Dixwaze hevalên me yên girtî jî teslîm bigire. Lê belê girtî û gelê me dê dev ji berxwedanê bernedin û dê teslîmî siyaseta wê nebin.”

Emel piştrast kir ku rêber Ocalan bi fikrê xwe azad e û wiha dewam kir: “Em li gorî fikr û felsefeya rêber Ocalan dijîn. Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin.”

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ebdulhenan Mamo jî banga bilindkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir û wiha axivî: “Em bi berxwedana xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana hevalên me yên li girtîgehên Tirkiyê.”

Mamo destnîşan kir ku ew çiqas ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî zordestiyê werin jî, em soza tolhildanê nû dikin.

Girtîgeh di dîroka têkoşîna rizgariyê ya Kurdistanê de, qadeke sereke ya berxwedanê ye. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide vê têkoşînê bi dawî bike.

ANHA