​​​​​​​Di perwerdeyê de pergala nirxandinê tê danîn; taybetiyên vê pergalê çi ne?

Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide li şûna pergala li gorî ezberekirinê, pergala nirxandinê bîne da ku performansa xwendekaran baştir bibe. Ev tecrubeya nû, şoreşeke zihnî û fikrî ye û dikare civakeke exlaqî, demokratîk û polîtîk ava bike.

​​​​​​​Di perwerdeyê de pergala nirxandinê tê danîn; taybetiyên vê pergalê çi ne?
17 îlon, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Sîstemên li pey hev ên Sûriyê, tu girîngî nedan taybetmendiyên çandî, olî û zimanên neteweyan. Kurdan para mezin ji van siyasetên zordestiyê girt. Gelê Kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê hat mehrûmkirin. Perwerdeya bi zimanê kurdî hatibû qedexekirin û kesên bi dizî jî didît jî dihat girtin.

Aloziya Sûriyê bandor li hemû aliyên jiyanê kir û bandora vê bi salan e didome, her wiha zirar gihand perwerdeyê jî. Vê yekê fikar li gel gelek sûriyan çêkirin ku zarokên wan bê perwerde bimînin. Bi rastî jî, ji ber topbaran û şerê li piraniya herêmên Sûriyê binesaziya gelek dibistanan xirab bû.

Piştî 11 salan ji aloziya Sûriyê, hîna jî hikumeta Şamê zîhniyeta dûrxistinê li hember mafên gel û çandên din dimeşîne. Tenê materyalên xwe li dibistanan dide û zimanên pêkhateyên din nas nake. Pergala perwerdeyê li ser dayîn û ezberkirinê ye, yanî ezberkirina agahiyan bêyî fêmkirina wateya wan.

Li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî rewş ne cuda ye, dagirkeriya Tirk perwerdeya bi zimanê tirkî wekî şertê sereke yê xwendinê daniye. Bi wê yekê re, demografî, ziman û çand guhertin. Xwendekar li ser çand û zimanê tirkî tên perwerdekirin û wekî DAIŞ`ê di mejiyê xwendekaran de fikrên radîkal tên bicihkirin.

Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk re di 2014`an de, Desteya Perwerdeyê dest bi dayîna perwerdeya zimanê kurdî li qonaxên seretayî kir. Piştre sîstemeke perwerdeyê ava kir û materyalên bi 3 zimanên fermi danîn (kurdî, erebî, suryanî).

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergaleke perwerdeyê ya nû ya li ser bingeha nirxandina xwendekaran kir esas.

Rêveberiya Xweser ragihand ku dewama dibistanan di 18`ê Îlonê de dest pê dike.

Ev pergal nirxandinê esas digire. Xwendekar, bêyî ku di ezmûnên werzê yekemîn yan ezmûnên dawiya salê re derbas bibin, ji refekê derbasî refekê dibin. Nirxandin li ser reftarên xwendekaran tê kirin.

Nirxandina reftarên xwendekaran ên li dibistan û derdora xwe tê kirin. Ev pergal li ser ezmûnên devkî û nivîskî û beşdarbûna xwenderan di waneyan de ye. Mamoste bi rêya deftera nirxandinê, reftar û performansên xwendekarên xwe dinirxînin. Nirxandina xwendekaran li gorî bendên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ye û di bawernameyan de cihekî girîng digire.

Di betlaneya havînê ya îsal de, mamosteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina perwerdeyê û sîstema nirxandinê ya nû, perwerde dîtin.

SÎSTEMA NIRXANDINÊ ÇI YE?

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku sîstema nirxandinê sîstemeke domdar e û wiha pê de çû: “Ev çalakiyeke perwerdeyê ya wergirtina agahî û belgeyan e da ku planeke çaksaziyê bê danîn. Bendên sîstema nirxandinê hene, ji wan ezmûnên devkî û nivîskî û performansên xwendekaran û beşdarbûna wan li waneyan. Di her werzeke xwendinê de, projeyek ji xwendekaran tê xwestin. Her wiha ev sîstem girêdayî reftarên xwendekaran û dewama wan a dibistanê ye.”

Rohat Xelîl destnîşan kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê sîstema nirxandinê esas digire û ji bilî refên 9`an û 10`an, dê ev sîstem li ser hemû qonaxan bê pêkanîn.

Rohat da zanîn ku di sala xwendinê ya 2020-2021`an de cara yekemîn materyalên Rêveberiya Xweser derbasî refên 10`an bûn û ezmûna navendî ya refên 9 -10`an hatin esasgirtin.

‘ARMANC GUHERTNIA REFTARÊN XWENDEKARAN E DA KU AFIRÎNER BIN’

Rohat got armanca sereke ji vê pergala perwerdeyê guhertina reftarên xwendekaran e da ku bi awayekî objektîf û resyonal bifikirin û analîz bikin û wiha domand: “Reftar yekîneyeke temam e, nayê parçekirin, heta di ezmûnên nivîskî û devkî de ji waneyên perwerdeyê tê girtin. Xwendekar dikarin bi teknolojiya modern re bimeşin û li şûna wergirtin û ezberekirinê, dikarin biafirînin.”

Rohat da zanîn ku dikarin ezmûnan betal bikin û got: “Tenê me ezmûna navendî ya dawîn betal kiriye. Li şûna wê, me gelek tedbîr û ezmûnên nivîskî di werzên xwendinê de esas girtin. Ezmûn jî parçeyekî nirxandina giştî ya li dibistanê ye.”

BENDÊN SÎSTEMA NIRXANDINÊ ÇI NE?

Li gorî Rohat, bendên sîstema nirxandinê ku divê xwendekar fêr bibin, bi vî rengî ne:

- Divê xwendekar fêrî baş guhdarkirinê bibin û rê bidin axêver axaftina xwe bike û heta ku bi dawî dike guh bide axêver û bi tiştên din mijûl nebe, eger tev wekî axêver nefikirîn divê bi hêrs nebin.

- Rêzgirtin û pabendiya bi axaftinê; divê zirarê negihînin ên din, wan aciz nekin, leqeban li wan nekin, gotinên layîq, hevokên xweşik bi kar bînin, silavê bidin hemûyan, destûrê bixwazin, bi aramî biaxivin û qîr nekin û lêborînê bixwazin.

- Paqijî û parastina dibistan û cihê perwerdeyê; divê xwendekar paqijiya kesayetî, paqijiya daniştek û fêrgehê û tiştên dibistanê biparêzin. Bi awayekî aktîf beşdarî çalakiyên paqijiyê û parastina jîngehê bibin, pirtûk, defter û alavên xwendinê biparêzin.

- Rêzgirtina li qanûnan û pabendiya bi sîstema dibistanê, divê xwendekar di wextê de amade bin, di wextê de derkevin, divê bêyî destûra mamoste û berpirsên dibistanê dernekevin, divê alavên wan ên perwerdeyê di çenteyê wan de bin, aramî û silametiya kesên din biparêzin, diyaloga wan a bi derorê re jî çêker be.

Rohat got: “Divê xwendekar di fêrgehê û sala xwendinê de fêrî van bendan bibe da ku xwedî reftareke baş be. Eger xwendekar di madeya reftarê de bi bin bikevin, dê nekarin derbasî refa nû bibin. Lê pileyên wê li pileyên madeyên din nayên zêdekirin.”

MODELEKE BAŞ A NÛ Û CÎHANÎ

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Qamişlo Hesîne Elî jî dibêje: “Ev pergala perwerdeyê, modeleke baş a nû û cîhanî ye, ji ber ku li gorî nirxandinê ye, dê şagirt jê sûdê werbigirin.”

Hesîne diyar kir ku ji roja yekê dema xwendekar derbasî dibistanê dibin û heta dawiya sala xwendinê, heta ku ew bigihêjin armanca tê xwestin, dê xwendekar 4 caran bên nirxandin.

Hesîne wiha axaftina xwe dewam kir: “Berê me wane di dibistan û zanîngehên hikumeta Şamê de didîtin, ji ber pergala wê ya xwendinê li ser ezberekirinê bû. Mamoste wane didan, xwendekaran jî wane ezbere dikirin. Bi vê rengî zilm li xwendekaran tê kirin. Di dawiya salê de ezmûneke dawîn hebû, tê de çarenûsa xwendekar xuya dibû; yan serkeftî yan binkeftî.”

Hesîne diyar kir ku sîstema wan a perwerdeyê ji materyalên hikumeta Şamê cuda ye û got: “Di pergala nirxandinê de keda xwendekaran vala naçe, winda nabe. Heta ku em bigihêjin armanca tê xwestin, xwendekar tên nirxandin.”

ASTENGIYÊN LI PÊŞ DESTEYA PERWERDEYÊ

Ji ber ku sîstema nirxandinê ji bo şêniyên herêmê nû ye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê hin zehmetî bi xwendekaran re kişandin. Hesîne di vê derbarê de got: “Me sîstema nirxandinê şîrove kir ku xwe naspêre ezberkirinê, lê belê xwe dispêre fêmkirina agahiyan.”

MAMOSTE LI GORÎ SÎSTEMA PERWERDEYÊ HATIN PERWERDEKIRIN

Berpirsekî komeleya perwerdeyê li Qamişloyê Azad Hisên dibêje: “Sîstema nirxandinê modeleke baş e, mamoste xwendekarên xwe dinirxîne, berovajî sîstema perwerdeyê ya li dibistanên rejîma Sûriyê ku xwe dispêre ezmûna dawîn. Vê havînê mamoste li ser sîstema nirxandinê hatin perwerdekirin û ji bo pêşxistin û başkirina perwerdeyê bernameyek hat danîn.”

(cx)

ANHA