Sewsena êzidî ya ji kampa Holê hatî xilaskirin: Ez ê ji bo xilaskirina hemû jinên êzidî tê bikoşim

Di şevekê de jiyana wê serûbin bû. 9 salan di destê DAIŞ`ê de ma. Hemû endamên malbata wê hatin revandin. Çanda wê û axaftina bi kurdî lê qedexe kirin. Gelek caran hewl da bireve, bawer nedikir ku rojekê dê ji aliyê YPJ`ê ve bê xilaskirin. Jina êzidî Sewsen ku li kampa Holê hatiye xilaskirin, got “Ji bo rizgarkirina jinên êzidî çi ji destê min bê ez ê bikim.”

Sewsena êzidî ya ji kampa Holê hatî xilaskirin: Ez ê ji bo xilaskirina hemû jinên êzidî tê bikoşim
16 îlon, 2022   23:32
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN- HENAR ÎBRAHÎM

Di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de gelek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, tunel û cebilxane hatin girtin. Bê guman ev derbeyek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê re bû. Lê ya jê girîngtir û destkeftiya herî binirx, xilaskirina jinên êzidî bû. Beriya niha YPJ`ê soza rizgarkirina jinên êzidî yên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, dabû û wek armanceke sereke danîbû pêşiya xwe. Di encama pêngava berdewam de, YPJ`ê 2 jinên êzidî; Wefa Elî Ebbas û Sewsen Hesen Heyder ji nav lepên DAIŞ`iyan xilas kirin.

Me beriya hefteyekê çîroka Wefayê weşandibû. Îro jî em ê serpêhatiya Sewsenê parve bikin ku 9 salên tijî zilm û êş derbas kirine.

9 KES JI MALBATA WÊ HATIN REVANDIN

Sewsen Hesen Heyder (24) jineke êzidî ya ji Şengalê ye. Di sala 2014`an di encama êrişên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hate revandin. Ne tenê ew, lê belê 9 kesên ji malbata wê jî hatin revandin. Sewsen heya niha ji bav, bira, 3 ap, xal, kurap û 2 keçapên xwe agahî negirtine. Tenê dayik, xwişk û birayên wê hatine rizgarkirin.

Sewsen pêvajoya ku jiyana wê jê hat dîzin, wiha tîne ser ziman: “Di wê rojê de heya sibehê şer û pevçûn li Şengalê hebû. Danê sibehê DAIŞ`ê Şengal dagir kir. Piştî DAIŞ`ê Şengal dagir kir, hemû gelê Şengalê li cihekî kom kirin. Jin û mêr ji hev cuda kirin. Mêr birin lê me nizanîbû birin ku derê. Jin û zarok jî li Tilafer û Mûsilê di dibistanan de kom kirin. Bi malbata min re em bi giştî birin Tilaferê. Piştre em anîn Sûriyê, mezrayekê. Çeteyên DAIŞ`ê dihatin wir û jinên êzidî ji xwe re dibirin. Ez, dayik û jinapa min birin bajarê Qaim ê Iraqê. Li wir em dan çeteyan.”

BAJAR BI BAJAR GERANDIN

“Ez ji dayika min veqetandim.” Sewsen bi van gotinan êşa xwe bi lêv dike. Sewsen piştî dûrxistina ji dayika xwe, êdî bajar bi bajar wê digerînin. Sewsen wiha qala wê dike: “Destpêkê ez birin Enbarê. Derdora salekê ez li wir mam. Bi nêzbûna hêzên Iraqê re ez birim Mûsilê. Ez li wir jî nêzî mehekê mam. Ji wir jî ez vegerandim Sûriyê, bajarê Reqayê. QSD`ê her ku nêz dibû, em dibirin cihekî din. Ez ji Reqayê birim Meyadînê. Demekê ez li wir mam û ez birim Eşarayê. Piştre ji ber şer ez birim Bokemalê. Li wir jî şer derket û ez birim Hecînê. Demekê ez li wir jî mam. QSD nêz bû, ji lew re ez birim Şefayê, piştre Sûsê. Herî dawî jî ez birim Baxozê.”

JI BAXOZÊ BER BI KAMPA HOLÊ VE

Ji Baxozê Sewsenê tînin kampa Holê. Li kampê gelekî dixwaze ku bibejê ez êzidî me. Lê di encama tirsê de nikare. Sewsen ji çi ditirsiya? Helbet çeteyên DAIŞ`ê ew tirsandibû, lê ew ji nêrînên civakê jî ditirsiya. Vê tirsa civakê jî ya çeteyên DAIŞ`ê jî kiriye serê wê ku jê re digotin dê civak te red bike.

Civaka êzidî bê guman dê xwedî li wê derkeve. Sewsen, piştî ku hate kampê, xwe di cihê biyaniyan de tomar dike. Ew 4 salan li kampa Holê dimîne û dibêje: “Ez wek keseke biyanî dijiyam.”

FEDAKARIYA YPJ`Ê JI BÎR NAKE

Êdî ew roja ku di xewnên xwe de jî nedît, pêk hat. YPJ`ê soza ku dabû jinên êzidî, pêk anî. Di roja 20`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de Sewsen jî wekî Wefayê ji aliyê şervanên YPJ`ê ve hate xilaskirin. Wan deqeyên keyfxweşiyê Sewsen wiha rave dike: “Di dema xilaskirinê de keyfxweşiya min mezin bû. Min texmîn nedikir ku rojek ji rojan ez ê bêm xilaskirin û vegerim malbata xwe. Nêzîkatiya YPJ`ê ji min re gelekî xweş bû. Ez vê tu carî ji bîr nakim.”

Ne tenê ew xilas kirin, li malbata wê ya Şengalê geriyan û mizgîniya xilaskirina keça wan dan. Sewsen bi saya YPJ`ê piştî 9 salan bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî. “Keyfxweşiya min bû du qet.” Bi van gotinan Sewsen hestên xwe eşkere dike û wiha berdewam dike: “Piştî xilaskirinê ez bi malbata xwe re axivîm. Ev jî bi rêya YPJ`ê pêk hat. Keyfxweşiya min duqatî bû. Malbata min jî gelekî keyfxweş bû. Ji min re gotin zû were. Min xeyal nedikir ku YPJ wiha be û malbat min, min qebûl bike. Ez dixwazim hemû jinên êzidî yên di nava lepên DAIŞ`ê de vegerin û netirsin. Ev tiştên hatin serê keçên êzidî ne bi dil û keyfa wan bû. Spasiya YPJ`ê dikim ku jiyaneke nû da min.”

`NEDIHIŞTIN EZ BI KURDÎ BIAXIVIM, EZ Ê XWE FÊR BIKIM`

Me dixwest Sewsen bi zimanê dayika xwe biaxive. Lê mixabin ji ber qedexekirina çeteyên DAIŞ`ê kurdî ji bîr kiriye. Der barê vê de Sewsen diyar dike ku ew ê kurdî fêr bibe û lê zêde dike: “Min zimanê kurdî ji bir kir. Ez gelekî dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Nedihiştin ez bi kurdî biaxivim. Ew bûn sedem ku zimanê dayikê ji bîr bikim. Tenê dema min jinên êzidî didîtin, bi wan re bi kurdî diaxivîm. Ew jî helbet bi veşartî bû. Dema hatim kampa Holê ji xwe bi kurdî qet neaxivîm. Çand û ziman ji min dizîn. Ev demeke dirêj e ez kurdî neaxivîme lê bi giştî jî min ji bîr nekiriye.”

`MIN GELEKÎ BÊRIYA ŞENGALÊ KIRIYE’

Sewsenê tu carî bawer û xeyal nedikir ku rojek dê jiyana wan wiha be. Dûrxisitina wê ji malbatê êşa herî zehmet bû jê re. Niha jî tenê daxwaza wê vegera Şengalê ye ku ew dîroka reş ji bîr bike. Sewsen dibêje bêriya Şengalê kiriye. Ji bo vê xeyala vegera Şengalê de dibejê: “Dema ez li cem çeteyan bûm, min ji wan re digot rojek ji rojan em ê vegerin welatê xwe û em di bin destê we de namînin. Ji min re digotin ji bîr bike. Lê em bi ser ketin ku ez xilas bûm. Ez ê vegerim jiyana xwe ya berê û kesayeta xwe ya berê. Min gelekî bêriya Şengalê kiriye. Piştî 9 salan ez ê bajarê xwe bibînim. Min ji xwendinê gelekî hez dikir. Dema ez vegeriyam Şengalê xwendina xwe berdewam bikim.”

‘EZ Ê JI BO RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ TÊ BIKOŞIM’

Sewsenê li Reqa û Mûsilê gelek jinên êzidî dîtine. Dema ew dihatin cem hev ji bo ku xwe xilas bikin, gelekî hewl dan lê bi ser nediketin. Çawa ku çete bi wan dihesiyan, derî bi ser wan de digirtin û nedihiştin derkevin derve. Sewsen ji bo şikandina hemû kilîtên ku çeteyên DAIŞ’ê ji jinên êzidî re danîne dibêje: “Ji bo rizgarkirin û xilaskirina jinên êzidî çi ji destê min were ez ê bikim.”

Şervanên YPJ`ê di encama qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de Sewsen Heyder Hesen 13’ê vê mehê li kampa Holê di beşa biyaniyan de xilas kiribû.  

ANHA