​​​​​​​Mijarên sereke yên Komxebata Şêwirê ya li Qamişloyê

Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk diyar kir ku mijarên roja yekemîn a Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê bi giştî li ser girîngiya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê, parastina hemû çand, netewe û olên sûrî û pêkanîna nimûneya Rêveberiya Xweser li seranserî xaka Sûriyê, bûn.

​​​​​​​Mijarên sereke yên Komxebata Şêwirê ya li Qamişloyê
16 îlon, 2022   16:32
QAMIŞLO

Di çarçoveya hevdîtin û komxebatên şêwirê de ku Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe û bi armanca girtina nêrînên têkildarî girîngiya nasnameya sûrî, têkbirina êrişên derve û amadekariya ji bo destpêkirina diyalogeke giştî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, îro komxebateke şêwirê ya Qamişloyê dest pê kir.

Komxebat dê heta sibe şemiyê bidome, tê de nêzî 80 nûner û kesayetên siyasî, rewşenbîr, dîplomat, nivîskar û çalakvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), beşdar bûn.

Di roja yekemîn a komxebatê de du mijarên sereke; rojeva siyasî û girîngiya çareseriya siyasî, ji aliyê endamê komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk, Hesen Mihemed ve û mijara girîngiya nasnameya sûrî ji aliyê çalakvana siyasî, Îman Xilêf ve hatin şîrovekirin

YEKBÛN Û CUDABÛNA NÊRÎNAN

Têkildarî nîqaşên ku hatine kirine, endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk, Canda Mihemed ji ajansa me re wiha axivî: “Gelek nîqaş hatin kirin û tevî hin cudahiyên di nêrînan de, lê di gelek mijaran de nêrîn yek bûn, gelek kesayetî û hêzên li seranserî Sûriyê, ji Şam, Heleb, Dêrazor, Reqa û her wiha ji herêmên din ên Rojava jî beşdar bûn.”

Der barê cudahiya di nêrînan de, Canda  Mihemed wiha axivî: “Hin xalên ku wek astengiyên rewşa Sûriyê tên dîtin, derketin. Beşek ji beşdaran dît ku divê diyalog bi rejîmê re were kirin, beşek din jî ev yek red kir û rejîm wek beşek ji kirîzê dîtin ku nabe cihê xwe di çareseriyê de bigire.”

 

Canda Mihemed wiha domand: “Bi giştî nêrîn nêzîkî hev bûn, her wiha der barê girîngiya çareseriya siyasî de jî nêrîn yek bûn, ji ber ku piştî van salan heta niha tu çareseriyên siyasî yên cidî nehatin dîtin. Vebijêrka siyasî bê enacam bû. Her kes dixwazin çareserî siyasî aştiyane bin û divê tevahî aliyên sûrî bêyî şertên pêşîn ji diyalogan re vekirî bin."
YEKKIRINA NASNAMEYÊN SÛRÎ BI DARÊ ZORÊ

Mijarê duyemîn a komxebatê, li ser nasnameya sûrî bû ku ji aliyê çalakvana siyasî Îman Xelef ve hat şîrovekirin. Der barê naveroka vê mijarê de Canda Mihemed wiha axivî: “Mijara nasnameya nîştimanî ya sûrî hat nîqaşkirin, di wê mijarê re behsa pirsgirêka nasnameya nîştimanî ya sûrî hat kirin, ku di Sûriyê de gelek netewe û ol hene, lê hemû bi yek neteweyê hatine yekkirin.”

Canda Mihemed destnîşan kir ku tiştê li Sûriyê bûye yekkirina bi zorê ya nasnameyan bû û got: ''Ji ber wê jî divê ev pirrengî were parastin û herkes bibe xwedî maf û erk û hemû nasname parastî bin.

Canda Mihemed diyar kir ku cudahiya di nêrînên beşdaran de alîkariyê dide yekbûna sûriyan û got: “Em ê sibe nîqaşên xwe bidomînin, nexasim mijara nenavendî, piştre em ê bi daxuyaniyekê encamên komxebata xwe zelal bikin.”

BEŞDARAN ÇAWA PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER DÎTIN?

Der barê nîqaşên beşdaran ên li ser projeya Rêveberiya Xweser de, Canda da zanîn ku gelek kes anîn ziman ku nimûneya Rêveberiya Xweser divê li seranserî xaka Sûriyê were pêkanîn, anku hêviyên bi vê projeyê pir in.

Canda Mihemed wiha domand: “Di komxebatê de rewşa herêmên Rêveberiya Xweser li gor a herêmên din hat nirxandin û wiha hat dîtin ku rewşa herêmên Rêveberiya Xweser di aliyên aborî, civakî û ewlehî de ji ya herêmên din baştir e.”

Di dawiya axaftina xwe de, endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk, Canda Mihemed destnîşan kir ku ew ê tiştên erênî û neyênî ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bigirin û ku ew ê hewl bidin bibin statûyek ku ji aliyê hemû Sûriyan ve were pejirandin û bibe nimûne ji tevahiya Sûriyê re.

(mh)

ANHA