​​​​​​​Jina Kurd a polîsên Îranê lêdayî jiyana xwe ji dest da

Jina Kurd a bi navê Mehsa Emînî (Jîna Emînî) ya roja Çarşema borî polîsên Tehranê lêdayîn û piştre krîza mejî derbaskirî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Jina Kurd a polîsên Îranê lêdayî jiyana xwe ji dest da
16 îlon, 2022   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenê kolbernews’ê parvekirî, kurmetê Mehsa Emînî ya roja Çarşema borî polîsên Tehranê lêdayîn û piştre krîza mejî derbaskirî, Îrfan Mertezayî mirina Mehsa Emînî piştrast dike.

Îrfan Mertezayî li ser mijarê van agahiyan dide: “Piştî ku Mehsa li gel malbata xwe ji bo geştekê serdan peytexta Îranê Tehranê dike, di dema ku li gel birayê xwe ji metroyê peyar dibe, polîsên hîcabê êriş dikin ser û ji bo sedema parastina xwe dikin, li herduyan didin. Piştre Mehsa ji aliyê wan hêzan ve tê binçavkirin û ji malbat û birayê wê re dibêjin, ji bo agahîgirtina li ser keça xwe serdana Navanda Asayîşa Exlaqî ya li riya Weza bikin. Di heman demê de dema veguhestina Mehsayê ya ji bo vê navendê şîdet û êşkenceyê lê dikin.”

Îrfan Mertezayî diyar kir ku di encama wê lêdanê de piştî çend saetên binçavkirinê Mehsa krîza mejî derbas dike û piştî derbasbûna nîv saetê ji nû ve hêzên Îranê radikin nexweşxaneyê.

Îrfan Mertezayî herî dawî got: “Piştre bijîşk radigihînin ku Mehsa krîza mejî derbas kiriye û mejiyê wê bi temamî rawestiyaye. Ev çend roj bû bi amûrên tibî Mehsayê jiyan dikir, îro li nexweşxaneyê koça dawî kir.”