Dagirkeriya Tirk bi dadgehên ne rewa hewl dide sûcên xwe li herêmên dagirkirî rewa bike

Tevî ku qanûna wê ya îdamkirinê tune ye jî, dewleta Tirk a dagirker cezayê darvekirinê dide niştecihên kantona Efrînê ya dagirkirî da ku wan bi darê zorê bide koçberkirin, bi wê re jî sûcên qetilkirinê yên li dijî wan û dagirkeriya xwe rewa bike.

Dagirkeriya Tirk bi dadgehên ne rewa hewl dide sûcên xwe li herêmên dagirkirî rewa bike
16 îlon, 2022   07:14
HELEB-ARIF SILÊMAN

Çeteyên dagirkeriya Tirk bêdengiya civata navneteweyî bi kar tînin û li dijî gelê kantona Efrînê ya dagirkirî sûcan pêk tînin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya biryarên dadgehên çeteyan hebûna xwe û ya çeteyan li van herêman rewa bike.

Tevî ku nikare vê yekê li ser xaka xwe bike, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî cezayê darvekirinê rewa dike.

"Dadgeha leşkerî" ya çeteyên dewleta Tirk li Ezazê ya dagirkirî ji beriya 2 mehan ve cezayê darvekirinê li dijî ciwanê ji navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî birî û cezayê girtinê da ferdên malbata wî. Ew yek piştî salekê ji revandinê pêk hat.

Kesên hatine revandin û ceza li wan hatiye birîn ev in; Hisên Yûsif (22) cezayê darvekirinê lê hate birîn, birayê wî Izedîn Yûsif Hisên (20) 13 sal cezayê ragirtinê lê hate birîn û bavê wan Yûsif Mistefa Hisên 3 sal cezayê ragirtinê lê hate birîn, pismamê wan Mistefa Mihemd Hisên (24) 13 sal ceza li wan hate birîn, li bûka malbatê Zeyneb Mihemed Olaşlî (29) 12 sal ceza hate birîn.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ehmed Hisên ê ji navçeya Şiyê ku apê Hisên, Izedîn û Mistefa Hisên û biraya Yusif Hisên e, ji ajansa me ANHA’yê re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî li dijî niştecihên resen kiryarên herî hov pêk tînin. Li hundirê Efrînê tenê gelê Kurd direvînin û li hemberî serbestberdana wan fidyeyan dixwazin. Bi wê re dixwazin welatî bi darê zorê bidin koçberkirin."

Hisên destnîşan kir ku çeteyên dagirkeriya Tirk rojane qanûn û peymanên navneteweyî binpê dikin, li hundirê girtîgehên xwe bi dehan şêniyên Efrînê di bin lêdanê de qetil dikin û heta niha çarenûsa hinan ji wan ne diyar e.

Hisên wiha domand: "Li Efrînê di navbera 7 heta 28`ê Nîsana 2021`ê de birayên min, zarok û hevserên wan hatin revandin û piştî salekê ji revandina wan 27`ê Tîrmeha îsal dadgeha leşkerî ya li bajarê Ezazê ceza li wan birîn.”

Hisên ev tişt got: "Gelê Kurd di dadgehên dagirkeriyê yên nerewa de tên qetilkirin. Cîhan hemû dizane ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Kurdên ji Efrînê wek terorîst bi nav dikin. Efrîn dagir û wêran kirin û gelê wê qetil kirin."

Ehmed Hisên bang li civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar kir ku yekser destwerdanê bikin û li ser van sûcan û kiryarên dermirovî yên li dijî gelê Efrînê ya dagirkirî, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û kesên di girtîgehên dagirkeriyê de serbest berdin û dagirkeriyê ji kantonê derxin.

(eh)

ANHA