Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê: Em ê axa xwe biparêzin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kirin ku ew amade ne li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û ji bo parastina herêmê û gelê xwe canê xwe feda bikin. Her wiha diyar kirin ku ew nahêlin dijmin axa welêt qirêj bike ku bi saya xwîna hevalên wan rizgar bû.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê: Em ê axa xwe biparêzin
16 îlon, 2022   06:55
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî herêmê didomîne ku di encamê de zirarên mezin digihêjin mal û milkên welatiyan. Armanca wê ya sereke jî, koçberkirina şêniyan e û firehkirina qada dagirkirinê ye.

Têkildarî mijarê şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê ku li eniyên pêşîn cihê xwe digirin ji ajansa me re axivîn.

Şervanê bi navê Mihemed Miso got: “Di vê dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî herêmê zêde bûn. Dewleta Tirk bi çekên giran, navîn û sivik û bi rêya balafirên bê mirov herêmê dike hedef. Di encamê de şênî şehîd dibin û zirarên mezin digihêjin mal û milkên wan û zeviyên wan ku ji ber topbaranê şewitîn.”

Miso wiha domand: “Dewleta Tirk gundên Başllî, Zerzûr, Şêx Nasir ên bakur rojavayê Minbicê topbaran dike. Gundên tijî şênî yekser dike hedef. Lê dîsa jî, gundî di nav malên xwe de ne û jê dernakevin û ji dagirkeriyê natirsin.”

Şervanê bi navê Zekeriya Eta jî got: “Ji gundên herî zêde tên hedefgirtin, Hemra, Til Torîn, Kawiklî û Qirt Wêran in. Dewleta Tirk ji vê topbaranê armanc dike herêmê vala bike da ku bikare bi hêsanî kontrol bike.”

Eta destnîşan kir ku zeviyên şêniyên Minbicê li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine hene û nikarin biçin wir û yên nêzî wê dibin jî tên kuştin.

Eta di dawiyê de got: “Em amade ne herêmên xwe ji êrişan biparêzin ku bi saya xwîna şehîdan hatin rizgarkirin.”

(dm)

ANHA