​​​​​​​Li Dêrazorê 678 dibistan ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 300 hezar xwendekar amade ne

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê diyar kir ku komîteyê li gundewarên Dêrazorê ji bo sala nû ya xwendinê dibistan amade kirine û beriya wê jî ew ê pirtûkan li navendên perwerdeyê belav bikin.

​​​​​​​Li Dêrazorê 678 dibistan ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 300 hezar xwendekar amade ne
15 îlon, 2022   06:45
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê hewl dide li gundewarên Dêrazorê qada perwerdeyê xurttir bike. Di vê çarçoveyê de jî dibistan sererast kirin û piştgiriya mamosteyan kir da ku hemû şêniyên gundewarên Dêrazorê ji perwerdeyê bê par nemînin.

Li gundewarên Dêazorê 678 dibistan amade ne ku 300 hezar xwendekaran pêşwazî bike. 8 hezar û 585 mamoste li van dibistanan hene û hejmara dibistanên li gundewarên Dêrazorê hatine wêrankirin 71 e û yên nîvwêrankirî jî 165 e.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Emîne Salih anî ziman ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaziya sala xwendinê ya nû dikin û dibistanên wan ji bo hemû xwendekarên Dêrazorê vekirî ne.

Desteya Perwerdeyê piştî civîna bi komîteyên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihandibû ku mamoste û rêveber di 11’ê Îlonê de û xwendekar jî 18’ê Îlonê dest bi dewamê dikin.

Emîne Salih têkildarî mijarê wiha axivî: “Îsal Rêveberiya Xweser madeyên zanistî wek zanyarî û matematîk ji xwendekarên seretayî û refa heftan re destnîşan kirin. Her wiha li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ew ê cilên xwendekaran yek bin."

Emîne Salih destnîşan kir ku bi rêya komîteyên xwe yên li Dêrazorê dibistan paqij kirin û ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade kirin, her wiha ew ê alavên pêwîst ên dibistanan di vê hefteyê de li hemû navendên perwerdeyê belav bikin.

Emîne Salih anî ziman ku li kêleka piştgiriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hin rêxistinên li herêmê dixebitin jî li gundewarên Dêrazorê destek da xebatên perwerdeyê.

Emîne Salih di dawiyê de got Komîteya Perwerdeyê dê ji bo serxistina sala xwendinê ya nû bi hemû derfetên xwe kar bike û dibistanên wêrankirî yên li gundewarên Dêrazorê sererast bike.

(eh)

ANHA