​​​​​​​Kovara Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî civak û rewşenbîran digihîne hev

Bi însiyatîfeke xwebexş, derfetên kêm û hewlên bêrawestan, Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî di rojbûna rêber Abdullah Ocalan de kovarek derxist.

​​​​​​​Kovara Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî civak û rewşenbîran digihîne hev
15 îlon, 2022   07:07
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Ji bo teşwîqkirina li ser xwendinê û belavkirina çandê di nav civakê de, Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî kovarekê derdixe.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî di destpêka sala 2022'yan de anku piştî lidarxistina civîna salane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, li ser vê projeyê dest bi xebatê kir. Karmendên kovarê ku ji çar endamên malbendê pêk tên.

Piştî amadekariyên ku 4 mehan domiya, hejmara yekemîn a kovarê di 4'ê Nîsana 2022’yan anku rojbûna rêber Abdullah Ocalan de derket.

Hejmara 2'yemîn a kovarê, 20'ê Hezîranê derket. Hejmara sêyemîn jî di 7'ê Îlonê derket. Kar li ser amadekirina hejmara 4'an berdewam e.

ZIMAN Û WEŞANGERÎ

Kovar bi zimanên erebî û kurdî tê weşandin, her wiha wek PDF jî tê belavkirin û ji aliyê karmendan ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên belavkirin.

Kovar niha bêpere tê belavkirin, da ku ji bo xwendinê werin teşwîqkirin, her wiha nêrîn û agahiyên cihêreng werin pêşkêşkirin. 

'PÊNÛS PÊNÛSA ME YE Û ÇAND ÇANDA ME YE'

Biryar bû ku kovar mehane bûya, lê endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî û amadekerî kovarê Ehmed Bîrhat der barê mijarê de ev agahî parve kirin: "Em dixwazin her meh kovarê belav bikin û biweşînin, ne 2 mehan an jî zêdetir, lê hejmara me ya hindik li pêşiya wê asteng e."

Ehmed Bîrhat her wiha got: "Di demekê de ku înternet û belavbûna teknolojiyê îmkanên ne ji rêzê ji bo derbirînê peyda kirin, her wiha kovarên elektronîk ku bi hêsanî têne peydakirin, derketin, nivîsandina li ser kaxezê bûye çandeke kêm. Malperên medyaya dîjîtal bi xurtî xwe li derdorê ferz kir û bala xwendevanan kişandiye. Em bi însiyatîfa xwe ji bo amadekirina kovarên kaxezî, bi derfetên heyî ji bo vejandina vê çandê dixebitin."

Têkildarî naverok û polîtîkaya weşanê ya kovarê, Ehmed Bîrhat wiha got: "Em li rastiya heyî dîroka jinên ku di dîrokê de gelek tecrube derbas kirine û destkeftî bi dest xistine û li ser felsefeya rêber Abdullah Ocalan dinivîsin. Çand çanda me ye û pênûs pênûsa me ye û bi vî awayî em bûyer û rastiyê radigihînin."

(hs)

ANHA