Fermandar Evîndar Denîz: Destkeftiya herî mezin a pêngava li Holê xilaskirina jinên êzidî ye

Fermandara YPJ`ê Evîndar Denîz, kampa Holê wekî volkanekê ku her di nav xwe de dikele, xwe nû dike nirxand û destnîşan kir ku xilaskirina du jinên êzidî destkeftiya herî mezin a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ye.

Fermandar Evîndar Denîz: Destkeftiya herî mezin a pêngava li Holê xilaskirina jinên êzidî ye
15 îlon, 2022   06:10
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re tevgera şaneyên veşartî yên li kampa Holê zêdetir bû. Têkiliyên şaneyên veşartî yên bi dewleta Tirk a dagirker re nayên veşartin. Hemwextî êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê hewl dan ku tevliheviyan li kampa Holê derxin û piştgirî bidin DAIŞ`ê.

Şaneyên veşartî li benda firsendekê ne ku ji kampa Holê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê ve êrişên tolhildanê dest pê bikin. Li ser vê armancê zarok li kampê li ser fikrê tundraw têne perwerdekirin, tunel tên amadekirin, yên dijber jî tên kuştin. Li dijî vê kampa herî xeternak li cîhanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPG/YPJ û QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li ser armanca mîsogerkirina ewlehiyê û têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ragihandin.

Pêngav di roja xwe ya 22`yan de didome. Di encama vê pêngavê de du jinên êzidî yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn revandin bi navên Wefa Elî Ebas û Sewsen Hesen Heyder hatin xilaskirin ku heya niha têkoşîna YPJ`ê ya bi armanca xilaskirina jinên êzidî didome.

Der barê rêveçûna qonaxê de yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku cihê xwe di pêngava li kampa Holê de digre Evîndar Denîz ji ajansa me re axivî û got: “Ev volkana li kampa Holê her diçe xeternaktir dibe. Divê hemû dewlet ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bikevin dewrê.”

`KAMPA HOLÊ WEKÎ VOLKANEKÊ YE KU DI NAV XWE DE DIKELE`

Evîndar Denîz, di destpêka axaftina xwe de behsa xetereya kampa Holê kir û got: “Ev kampa li Holê kampeke DAIŞ`î ye û ji hemû welatan kes di nav vê kampê te cih digrin. Em nikarin bêjin ku kampeke aram e û ji ber dagirkirinê koçber hatine vir.”

Evîndar Denîz wiha domand: “Hişmendiya di vê kampê de li dijî hemû mirovahiyê ye. Ji 50 dewletan zêdetir kes di vê kampê de hene. Her çiqas em behsa xetereya li vir bikin, xeterî jê mezintir e. Ev xeterî ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû dewletên hem Rojhilata Navîn hem jî li Ewropa yê heye.”

Her wiha Evîndar Denîz îşaret bi xetereya kesên di kampê de dimînin kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê jî kombûna wan li vê kampê ji bo herkesî xetere ye. Rast e li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya van kesên ji her cihî de tev lê bûne bi fedekariya hêzêk mezin hate sekinandin lê li kampa Holê hîn ev nehatiye sekinandin.”

Evîndar Deznî kampa Holê bi volkanê wesifand û got: “Kamp bûye volkanek ku di av xwe de dikele, xwe nû dike. Bi taybetî zarok bi hişmendiyeke gelekî qirêj tên perwerde kirin. Rojane li vir bûyerên kuştinê çê dibin. Jin hatin zincîrkirin. Bi kêr û çakûçan jin li vir tên kuştin. Divê êdî pêşî li vê xeteriyê bê girtin. Ev pêngava ku bi navê Mirovî û Ewlehiyê hate ragihandin li ser vê armancê ye.”

`EV BAR NE YÊ ME TENÊ YE`

“Jinên DAIŞ`î bi navên cûda cûda xwe bi rêxistin dikin” bi van gotinan Evîndar Denîz bal kişand ser rêbazên jinên DAIŞ`î di birêxistinkirina kampê de û got: “Ev jinên DAIŞ`î rêbazên cuda bikartînin. Lê hişmendî heman e. Bi taybet jî zarokan di bin navê Eşbel EL Xîlafe de perwerde dikin ku berdewamiya nifşê hebe.”

Têkildarî armancên jinên DAIŞ`î ji perwerdekirina zaroka Evîndar Denîz got: “Armanca wan ya esasî berdewamkirina hişmendiyê ye. Mirina zarokan ji bo wan ne xem e. Ev bi serê xwe xetere ye.”

Her wiha Evîndar Denîz bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina pêdiviyên niştecihên kampa Holê û got: “Heya astekê fedekariya Rêveberiya Xweser li kampê çêbûye. Bi derfetên kêm hemû pêdiviyên wan bi cih anîn, wan li vir pêşwazî kir. Lê her kes nikare vê rolê bilîze. Ev bar ne yê vir tenê ye. Hin dewlet bêjin DAIŞ di welatê me de nema ye, ev nirxandin şaş e. Berovajî wê ye. Kesên ku hesab ji van naxwaze wê bibe dijminê wan. Divê herkes ku welatiyên wan di nav DAIŞ de hebe lêkolîn bikin, lêpirsin bikin.”

`XETEREYA HERÎ MEZIN LI PÊŞ E`

Evîndar Denîz, da zanîn ku Rêveberiya Xweser her roj bang li dewletên navnetewî dike ku hemwelatiyên xwe bibin û çareseriyekê peyda bikin û wan werbigrin. Der barê vê de Evîndar Denîz wiha berdewam kir: “Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê derfet jî dide. Lê ruxmî wê jî kes xwedî li DAIŞ`iyên xwe dernakeve. Sedem çi ye? Divê herkes xwedî li welatiyên xwe derkeve û wan ji vir bibe. Wan ceza dike, efû dike ew dizanin. Divê ev pirsgirêk bê çareser kirin. Ew pirsgirêka DAIŞ ne pirsgirekeke dewletekê ye ku pirsgirêka mirovahiyê ye. Kesên ku dibejin ez mirov im, demokrat im DAIŞ li hemberî wan e. Ew dewletên ku dibêjin DAIŞ ne di dewleta min de ye û xeterî li ser me tine ye ne wiha ye. Divê herkes spasiya Rêveberiya Xweser bike, piştgirî bidiyê ku pêşî li vê xetereyê bê girtin. Berpirsyarî giştî ye û ji hemûyan tê xwestin û çareseriya wê jî divê bi giştî bê kirin. Ger wiha nebe bila kes xwe nexapîne ji ber xetereya herî mezin li pêş e.”

DESTKEFTIYA HERÎ MEZIN A PÊNGAVÊ: XILASKRINA DU JINÊN ÊZIDÎ YE

Di encama pêngava Mirovî û Ewlehiyê de di pêşengiya YPJ`ê de 2 jinên êzidî di nav lapên jinên DAIŞ`î de hatin xilaskirin. Evîndar Denîz xilaskirina jinên êzidî wekî destkeftiya herî mezin a pêngavê nirxand û got: “Kesên ku dixwazin ji nav wan derkevin ditirsin. Hem ji derve hem jî di hundir de xetereyeke mezin li ser wan heye. Hem wekî jin û hem jî wekî Tevgera Azadiyê xilaskirina van jinên êzidî destkeftiya herî mezin e. Gelê me yê êzidî koka Kurdiyetiyê ye. Jinên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin heta ji destê me bê em bizanin li kur in em ê wan rizgar bikin. Ev armanca me ye. Li ku derê dibe bila bibe. Divê gelê me yê êzidî jî hişyar be û ew jî di nav lêgerînê de bin ku zêdetir bi me re bibin destek. Da ku van jinan hemûyan rizgar bikin. Bi taybetî jî jinên ciwan ku hatine revandin dixwazin wan bikin DAIŞ`î, bikin yên xwe. Xilaskirina van jinên êzidî ji ber wê ji me re gelekî girîng e. Em ê hewl bidin ku xilaskirina wan her berdewam bikin.”

`DÊ PÊNGAV BIDOMIN`

Evîndar Denîz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê heya hebûna hişmendiya tundraw a DAIŞ`ê pêngavên wan berdewam bikin û got: “Bandora vê pêngavê helbet heye. Ev volkana ku dikele herî kêm hat daxistin û pêşî lê hate girtin. Lê em nikarin bêjin bi dawî bûye. Ji ber ev hişmendiyeke wiha ye ku rojane xwe nû dike û li dijî mirovan xwe amade dike. Pêngava me wê her berdewam bike. Li dijî vê hişmendiyê neavêtina gavan xetereyê zêdetir dike. Gava hatî avêtin di cih de bû û wê ev gav her berdewam bike. Heta ev hişmendiya tundrew hebe helbet wê têkoşîna me jî li dijî wê hebe. Divê hemû jinên li cîhanê li vê têkoşîna YPJ`ê ya li dijî hişmendiya DAIŞ`ê xwedî derkeve, cihê di nav de bigire û piştgirî bide. Azadî û têkoşîna ku YPJ`ê bi pêşxistiye azadiya hemû jinan e. Rê vekerî ye divê herkes di nav cih bigire.” 

ANHA