Ji ber êrişan, bi sedan cotkarên Şehbayê sûdê ji zeviyên xwe nagirin

Ji zêdetirî 4 salan e ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, cotkarên Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa nikarin bi rihetî biçin nava zeviyên xwe.

Ji ber êrişan, bi sedan cotkarên Şehbayê sûdê ji zeviyên xwe nagirin
15 îlon, 2022   04:32
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Êrişên domdar yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, rûberên çandiniyê yên herêmê kêm kirine, bi vê yekê re rêjeya hilberînê daketiye û bandor li rewşa aborî ya cotkaran kiriye.

Eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker re, ji aliyê rojava ve ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî heta aliyê rojhilat ji gundê Nêrebiyê yê kantona Şehbayê dirêj dibe.

Ev xet li ser dirêjahiya 43 km e, ku tê de bi hezaran hektarên zeviyên çandiniyê hene yên ku cotkar nikarin biçin nava wan.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê, rûbera van erdan ji navçeya Şêrawa heta gundê Nêrebiyê di navbera 2 hezar û 3 hezar hektarî de ye.

Ev zevî dem bi dem rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên û di encamê de cotkar newêrin li nav zeviyên xwe kar bikin.

Topbarana domdar zehmetiyên din jî bi cotkaran dide kişandin, ew jî kêmbûna xebatkaran li van herêman ku xeteriyê li ser jiyana wan çêdike.

Nêzî 80 hezar darên zeytûnan hene ku şêniyên navçeya Şêrawayê nikarin sûdê jê werbigirin, ji ber ku ev dar nêzî baregehên artêşa Tirk a dagirker û navendên çeteyan in yên ku her kesê ku nêzî wê herêmê dibe, dikin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 26’ê Tîrmehê de erdên navçeya Til Rifetê hedef girtin, di encamê de welatiya bi navê Fehîma Reşo (18 salî) şehîd bû û 5 jinên din ên li zeviyan dixebitîn birîndar bûn.

Çeteyan her wiha di salên borî de gelek caran zeviyên genim û ceh kirin hedef û ji ber topbaranê şewat li gelek erdên çandiniyê derket.

Têkildarî mijarê, endama Desteya Aborî û Çandiniyê Roşîn Henan behsa zehmetiyên karê çandiniyê li herêmê kir û wiha got: "Li vê herêmê, di demsala çinîn û çandiniyê de cotkar gelek zehmetiyan dikşînin. Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser cotkar û karkeran de, rûbera zeviyên çandiniyê pir kêm bûye. Ji ber vê yekê, bi sedan cotkar di peydakirina kar û tirsa çûyîna zeviyên xwe de, zirar dîtine. Ji ber hewcedariyê û ji ber şert û mercên jiyanê, karker ji bo debara xwe bikin neçar dimînin bixebitin."

(hs)

ANHA