Li Bakurê Kurdistanê zext û sûcên faşîzma Tirkiyê

Ji komkujiyan hetanî qirkirina çandî û girtinan, desthilata Tirk a faşîst li hemberî gelan û bi taybetî gelê Kurd sûcên dijmirovî pêk tîne. Bûyer û binpêkirinên wê êdî bênavber li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê diqewimin. Hemû kolan, gund, deşt û çiyayên Bakurê Kurdistanê bûne şahîdên sûcên dagirkeriya Tirkiyê.

Li Bakurê Kurdistanê zext û sûcên faşîzma Tirkiyê
14 îlon, 2022   23:38
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi dehan sal li dijî gelan kiryarên dijmirovî û sûc dewam dikin. Piştî sala 1924`an deshilata Komara Tirkiyê xwe li ser êrişên li dijî Kurdan ava kir. Li ser vê polîtîkaya tunekirina gelan pergalek ava kir. Hemû saziyên leşkerî, siyasî, civakî û aborî li gorî vê pergalê hatin avakirin. Bi gelemperî, rêbazê 'parastina vê pergalê' bi komkujiyan bû, lê keleka wê rêbazên koçberkirin, dagirtina zindanan, bişavtin, bêrûmet hiştin, hewceyî pariyekî nan kirin jî rêbazên sereke yên vê pergalê bûn. Partiyên bi navên sexte ava kirin û kesên ku azadiya xwe derveyî polîtakaya dewletê dixwestin; bi kuştin, darvekirin û cezakirinê dihatin tesfiyekirin. Bi vî awayî, hewldanên ji holê rakirina xwesteka azadiyê dihat pêşxistin.

Rêber Abdullah Ocalan, li ser partiyên heyî wiha dibêje: “AKP heye, MHP heye, CHP heye. Ez nikarim tam zelal bikim ku ev hêz hêzeke çawa ye? Vê hêzê li Tirkiyê ji bo her kesê/î rîstekî diyar kiriye. Ji MHP’ê re rîsta parastina hin tiştan hatiye dayîn; jê re hatiye gotin ku tuyî hesasiyetên netewperestiyê biparêzî. Vayê di salên 1970’î de bi avakirina nêvendên pevçûnê, çepgiran wisa xilas kirin. Bi heman awayî ji bo CHP’ê jî rîstekî hatiye dayîn; tê gotin ku tuyî li hemberî hin mijarên bingehîn bisekinî. Cihê wan diyar e. Ji AKP’ê re hatiye gotin tuyî reformê bikî (di çarçoveya parastina vê pergalê de), wê reformê bi van bidin kirin, ji AKP’ê re ev rîst hatiye dayîn.”

Di pêvajoya avabûna komarê de bi pêkanîna komkujiyan re qonaxa qirkirina sor li Kurdistanê dest pê kir; Komkujiya Qoçgirî (1921), komkujiya di dema Şêx Seîd de (1925), Komkujiya Geliyê Zîlanê (1930) û Komkujiya Dêrsimê a 1937`an mînakên herî biêş in, ku bi deh hezaran Kurd tê de hatin qetilkirin.

QIRKIRINA SPÎ

Piştî salên 1937-38’an ku êdî hovîtiya Tirkiyê hemû komkûjiyên xwe pêk anîbûn û hesab dikir ku Kurd careke din nikarin serê xwe rakin û bi awayekî giştî hemû rûmeta xwe binpê bikin û radest bibin, polîtîkayeke din hate meşandin. Pêvajoyeke ku êdî Kurdên bi komkujiyan hatine tepisandin, ji aliyê çand, ziman û nasnameyê ve jî ji holê werin rakirin dest pê kir. Ev pêvajo weke pêvajoya Qirkirina Spî tê pênasekirin. Ji vê dîrokê heya derketina Tevgera Azadiyê da ku ji Kurdan hebûna wan bidin bîrkirin, hêviya wan bişkînin û bihêlin ku Kurd xiyanetê li rastiya xwe ya neteweyî bikin, ti rêbazeke ku kar bi ne anîne nemaye. Da ku ev komkujiya spî pêk bînin jî, bi awayekî fermî û vekirî, an jî veşartî bi dehan biryar û plansazî xistine meriyetê. 'Plana Şerq Islahat' jî, yek jî planên sereke yên vê demê ne. Di her xaleke van planan de çawaniya tunekirina hebûn, nasname û vîna gelê Kurd bi hûrgiliyên wan hatine diyarkirin. 

KOÇKIRINA BER BI METROPOLAN VE; ENCAM Û REWŞA KARKERAN

Lê analîzkirina vê rewşê ya Tevgera Azadiyê û li ser vê esasê dest bi têkoşîna azadiyê kirina wê, hemû plansazî û hesabên wan ku li ser Kurdan kirine pûç kirin. Destpêkirin û pêşketina têkoşîneke bi vî rengî, di Kurdan de car din hêvî û lêgerîna azadiyê pêş xist. Li hemberî vê ji ber ku Komara faşîst hebûna xwe li ser tunebûna civaka Kurd ava kiribû, dest bi şerekî nû kir.

Bi taybetî piştî salên 1990`î ku êdî têkoşîna gelê Kurd girseyî bûbû, ji bo têkbirina vîna malbatên welatparêz, bi hezaran şêniyên gund û bajarokan neçarî jiyana li metropolan kirin. Ji ber ku welatiyên ku li metropolan dimînin, dê bêhtir di bin serweriya desthilata dewletê de bin. Xwezaya Kurdistanê jî bi vê yekê xistin bin destên xwe, bi şewitandina gundan, gund bê şênî hiştin û veguherandin çolistanan.

Niha jî hikumeta Tirkiyê bi hincetan, siyasetên qirkirina xwezayê jî li kêlek ên din dimeşîne. Daristanan bê dar dihêle, rojane bi rêya kampanyayan bi hezaran ton dar ji herêman dibire û vediguhêze navenda bajaran.

Kurd jî li ber destê deshilatdarê weke karker li ser fonên rojane li welatê xwe kar dikin, dayîna pereyan bi awayekî rojane û di nava kar de bê sûc cezakirin jî dihêle ku ferd, bi xwarin û vexwarina xwe ya rojane tenê bifikire. Esasê pirsgirêkên karkeran ji ber van sedeman e.

Li gorî rapora Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya HDP`ê ya di Tîrmeha 2022`an de, di 6 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 38 kesan ji ber sedemên aborî xwe kuştine û hezar û 718 binpêkirinên mafan li karkeran hatine kirin.

BINPÊKIRINA MAFÊ JINAN

Civaka ku li hember wê zext tê kirin, helbet wê mafên jinan jî lê bên binpêkirin. Jin di hemû qadan de ji mafên xwezayî tê mehrûmkirin. Li gorî rapora 6 mehan a sala 2022`an a Komîsyona Jinan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li 9 bajarên Tirkiyê 202 jin rastî binpêkirinê hatine.

Jinên Kurd jî para xwe ji van binpêkirinan digre, bi dehan jin ji aliyê hikumeta AKP`ê ve hatin girtin. JIN NEWS`ê di nûçeyekê de daneyên Tîrmeha 2022`an da: “Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin hatine qetilkirin û 12 jin bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Yek ji jinên ku hat qetilkirin ducanî bû.”

Her wiha dewleta Tirk a faşîst jineke Kurd bi navê Makbule Ozer (80) salî tevî ku nexweşiyên giran pê re hene û nikare pêdiviyên xwe bi tenê xwe pêk bîne jî, binçav kir.

REWŞA ROJNAMEVANAN

Li kêlek van kiryaran, rojnamevan jî rastî qetilkirin û girtinê tên. Yek ji rojnamevanên ku qetilkirina wî nayê jibîrkirin Mûsa Enter (Apê Mûsa) ye. Bi taybetî di salên 1990’î de dehan rojnamevan hatin qetilkirin û bi sedan hatin girtin û îşkencekirin.

Niha jî hêzên taybet ên dewleta Tirk a qirker, bi armanca bêdengkirina civakan, bi operasyonên taybet digire ser malên rojnamevanan û wan bi komî di rojekê de derbasî lêpirsîn û zindanan dikin.

Herî dawî di 16`ê Hezîrana îsal de 16 rojnamevanên Kurd bi îdiaya `endamtiya rêxistinê` li Bakur hatin girtin, ji derveyî wan jî bi sedan di zindanan de ne. Tevî îdiayên dewleta Tirk a qirker ku azadiya nêrîn û derbirandinê li Tirkiyê heye, rojane bûyerên bi vî awayî tên dîtin. Heta niha jî ew rojnamevan girtî ne.

GIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ

Hejmara kesayetên ku li Bakurê Kurdistanê tên lêpirsînkirin û girtin rojane zêde dibe; siyasetmedar, mamoste, hunermend, jin, ciwan, palementer û rojnamevan. Ji bilî destdirêjiyên li kolanan ên li ser şêniyan ji aliyê polîsan ve di xwepêşandan de tên kirin.

Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ku weke welatparêz di nava Tevgera Azadiyê de kar û xebat didan meşandin li Tirkiyê tên girtin. Hin girtî hene ku zêdetirî 31 salan di girtîgehan de ne. Mînaka wê jî Ridwan Silêman ê 62 salî ye, ev 31 sal e di zindanên dewleta Tirk a faşîst de girtî ye. Tevî ku cezayê wî bi dawî bûye jî, lê heta niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 8 mehên destpêkê yên sala 2022`an, “Hezar û 517 girtiyên nexweş li girtîgehan hene, 651 ji rewşa wan pir giran e, 47 girtiyan jî di girtîgehan de jiyana ji dest dane.”

QIRKIRINA ÇANDÎ

Li kêlek komkujî û derketina li dijî gelan, dewleta Tirk a faşîst Qirkirina Spî bi Qirkirina Sor re dide meşandin. Di qonaxên Qirkirina Spî de; çand, huner û zimanê kurdî kiriye hedefa xwe. Hewl dide wan tiştên me behsê kirine ji mejiyê gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê derxîne û li şûna wê neteweya xwe biçîne. Da ku bighêje armanca; yek netew, yek al û yek zimanî.

Çanda kurdî herî zêde bi hunerê pêş dikeve û dibe hebûneke mayînde ji bo gelê Kurd li aliyên din ê Kurdistanê. Yek ji şaxê herî sereke di hunerê de jî gotina stran û pêkanîna konserên girseyî ne, helbet hikumeta ku daxwaza yek neteweyê dike dê rê li ber hebûna hunermendên Kurd jî bigire. Ji ber yek stran an tabloyek ku êşa Kurdan bide hîskirin wê bi hezaran Kurdan jî hişyar bike.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi biryara şaredariyên girêdayî AKP`ê mehan e rê li ber pêşandana gelek konser, festîval û şanoyên kurdî tê kirin.

PERWERDEYA BI KURDÎ

Tevî ku derdora 20 mîlyon Kurd li Bakurê Kurdistan jiyan dikin, bi Kurdî perwerde dîtin qedexe ye. Sazî û dezgehên ku ji aliyê gel û şaredariyan ve hatine vekirin jî, di 2016`an de hemû dezgeh û saziyên fêrkirina zimanê kurdî ji aliyê hikumeta AKP`ê hatin girtin. Li gorî lêkolînên zanistî ger civakek bi zimanê xwe perwerdeyê nebîne, piştî 3 nifşan ji wî zimanî tiştek namîne. Ev yek jî weke qirkirin tê pênasekirin. Li ser vî esasî Paltforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê pêngaveke berhevkirina îmzeyan bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê” dabû destpêkirin û gelek çalakî li kolanan rû dan. Ew jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

NÎJADPERESTÎ

Di pêvajoya heyî de li Tirkiyê nîjadperestî jî pêş ketiye, penaberên Sûrî û ciwanên Kurd jî jê bê par namînin. Kuştina li kolanan û îşkencekirina wan heye. Bûyera qetilkirinê ya li gundekî navçeya Seraya Wanê ku bi destê leşker û cerdevanan pêk hat bi dîmenekî biêş derket holê, penaberek hat qetilkirin herî kêm 9 jî birîndar bûn. Her wiha kesayetên welatparêz rastî kuştin û tepisandina nîjadperestên ji aliyê dewletê ve tên birêvebirin, tên.

Li dijî ciwanên Kurd herî dawî li Zanîngeha Akdenîzê komeke nîjadperest bi hejmara 30 kesan, êriş bir ser 3 xwendekarên Kurd. Di encamê de ew xwendekar rakirin nexweşxaneyan, gelek ciwan jî bi hicetên cuda derbasî lêpirsînan tên kirin.

MÎNAKÊN BÊ EDALETÎ Û SÛCÊN LI DIJÎ KURDAN VAN SALAN

Beriya niha dewleta Tirk a faşist bi rêya komên girêdayî xwe ve li deverên nediyar anku bi dizî ev sûc dikirin, lê niha her ku dem diçe dewlet sînorên heyî derbas dike, mînaka herî berçav jî ku niha hîn di rojeva welatiyên li Tirkiyê de ye kuştina; Deniz Boyraz, qetilkirina di malbata Dedeogûllari û malbata Şanyeşar e.

Di dema xwestina hikumeta AKP`ê bi girtina nivîsgehên HDP`ê de, Endama Partiya Demokratîk a Gelan, Deniz Boyraz li nivîsgeha partiyê ya li Îzmîrê ya ku qaşo bi polîsan parastiye di 17`ê Hezîrana 2021`an bi destê zilamekî girêdayî hikumeta AKP`ê hat qetilkirin. 

Ne tenê li dijî ferdekî, malbat jî hatin hedefgirtin. Di 30`ê Tîrmeha 2021`an de li Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk hat û ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin.

Li dijî malbata Şenyaşar jî êrişeke ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP`ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve pêk hat, di encamê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin, ev bûyer di 14`ê Hezîrana 2018`an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê pêk hatiye.

NOBETÊN EDALETÊ

Li kolanên Tirkiyê nobetên edaletê dewam dikirin, di dîrokê de gelek bi salan dewam kirin lê bê çareserî man. Ji bo êrişa li dijî malbata Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo girtina kujerê hevjîn û du kurên xwe, di 9`ê Adara 2021`an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin e. Tevî astengiyên polîsan jî nobet hîna dewam dike.

Xizmên girtiyên ji bo azadiyê jî Nobeta Edaletê dane dest pê kirin, di nav wan de girtiyên nexweş û yê ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan. Ew nobet jî li ber Edliyeya Amedê dewam dike. di heman demê de li ber Edliyeya Wanê jî dewam dike.

Her wiha malbatên girtiyan û Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê jî ji bo rewşa girtiyên nexweş û piştgiriya çalakiyên li gelek bajaran tên derxistin, çalakiya Nobeta Edeletê lidarxistin. Dewleta Tirk a faşîst girtiyên nexweş derman nake, ji ber vê yekê jî gelek girtî ji ber nexweşiyê û bi guman jî jiyana xwe ji dest didin.

Kesên winda ku çarenûsa wan piştî girtinê ji salên 1990`î ve nehatiye diyarkirin jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hene, di heftiya 707`emîn de malbatên wan careke dîtir di bin dirûşma “Bila Winda Bên Dîtin û Faîl Bên Darizandin” çalakî bi rakirina wêneyên zarokên xwe li Amedê li dar xistin.

Li kêlek van bûyeran Dayikên Aştiyê jî ji bo kiryar û sûcên dewleta Tirk a faşîst çalakiyên protestokirinê li dar dixin.

ANHA