​​​​​​​`Bêparhiştina rêber Ocalan ji mafê hêviyê berdewamiya polîtîkayên qirkirinê li dijî Kurdan e`

Hiqûqnasan bêparhiştina rêber Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" weke rêbazeke nû ya dewleta Tirk a dagirker e da ku ji çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û naskirina mafên rewa yên Kurdan xwe bide alî. Hiqûqnasan bang li hêzên navneteweyî û bi taybet NY`yê kirin ku dewleta Tirk a dagirker neçar bike ku qanûnên têkildarî mafên girtiyên siyasî pêk bîne.

​​​​​​​`Bêparhiştina rêber Ocalan ji mafê hêviyê berdewamiya polîtîkayên qirkirinê li dijî Kurdan e`
15 îlon, 2022   03:25
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Di belgeyeke din a binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî de, rayedarên dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ferzkirina "cezayên dîsplînê" li ser rêber Abdullah Ocalan, di 30’ê Tebaxê de ew ji "mafê hêviyê" bê par hiştin.

"Mafê Hêviyê" biryarek e ku ji sala 1950’yan ve ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye dayîn. Ev maf dihêle ku her girtiyên cezayê muebedê, piştî zêdetirî 20 salan ji girtinê, hêviya wan a derketina ji girtîgehê û domandina jiyana xwe, hebe. 

Yekem car ev biryar di sala 1977'an de li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal a Almanyayê hat pêkanîn. Lê belê, pêwîst e cezayê muebedê li derveyî çarçoveya reformkirina girtiyên ji ber xeletiyên wan an jî guhertina kesayeta wan li gorî tiştên ku kirine. Li gorî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nabe ku îşkence û cezayên heqaretê li girtiyan bên kirin.

Li ser vê yekê hiqûqnas û endamê Komîteya Azadiya rêber Ocalan a Başûrê Kurdistanê, Hekîm Ebdulkerîm wiha got: "Fikrê rêber Ocalan banga jiyana hevpar a aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de dike. Eger derfet jê re bê dayîn, dê pirsgirêka kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, krîz û pirsgirêkên hemû Rojhilata Navîn çareser bike."

Ebdulkerîm girtekên ku dewleta Tirk a dagirker = li dijî rêber Ocalan û hevalên wî yên di girtîgehên dewleta Tirk de girtine bi keyfî û li dijî pîvanên navneteweyî û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bi nav kirin.

Hiqûqnas û dadwerê Dîwana Edaletê ya Kantona Hesekê, Mehmûd Cemîl diyar kir ku girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiye de di encama îşkenceyên giran de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên qetilkirin  ku mafên wan binpê dike.

Mehmûd Cemîl der barê bêparhiştina rêber Ocalan ji "mafê hêviyê" wiha got: "Ev rêbazeke nû ya dewleta Tirk a dagirker a faşîst e, vê jî bi armanca zêdekirina zextên li ser rêber Ocalan û gelê Kurd li Kurdistanê û bi armanca reva ji çareseriya siyasî û naskirina mafên rewa yên neteweyî yên gelê Kurd li Tirkiyê, pêk tîne."

Cemîl her wiha got: "Di berjewendiya dewleta Tirk a dagirker de ye ku li şûna aloziyê, li çareseriya siyasî bigere. Ji xeynî dayîna mafên gelê Kurd ti çareserî ne pêkane."

Hiqûqnas û dadwerê Dîwana Edaletê ya kantona Hesekê Mehmûd Cemîl herî dawî ev bang kir: "Em bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi hemû desteyên xwe zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rê li binpêkirinên eşkere yên li ser rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirk were girtin."

Tevî ku rapora CPT`yê derketiye û tê de polîtîkayên ne hiqûqî yên dewleta Tirk a dagirker ên li girtîgeha Îmraliyê piştrast dike jî, lê belê desthilata dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Ocalan hîn girantir kiriye.

(hs)

ANHA