​​​​​​​Lihevhatina muhtemel a Şam û Enqereyê: Planên dagirkeriya Tirk çi ne?

Hîna dosyaya lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ne zelal e. Ruxmî ku ji berjewendiya Rûsya û Tirkiyê ne ev lihevhatin pêk were, lê dîsa jî gelek mijarên nakok hene li pêşiyê dibin bend. Gelo ew nakokî çi ne? Planên dagirkeriya Tirk çi ne?

​​​​​​​Lihevhatina muhtemel a Şam û Enqereyê: Planên dagirkeriya Tirk çi ne?
15 îlon, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL HEBÎB

Di vê dawiyê de behsa dan û standinên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hat kirin, piştî ku rayedarên Tirk li ser dezgehên çapemeniyên propagandaya wê û derfeta pêkhatina lihevhatineke muhtemel kir.

Piştî ku Beşar El Esed sala 2000`î gihaşt desthilata Sûriyê, têkiliyên di navbera dagirkeriya Tirk û Şamê de xurttir bûn heta gihaşt wê astê ku têkiliyên kesayetî di navbera Erdogan û El Esed de pêk werin. Di wê demê de El Esed deriyên welêt û sûkên wî ji tirkan û bazirganên wan re vekir li ser hesabê pîşesaziyên Sûriyê. Her wiha di 2010`an de lihevkirineke ewlehî û siyasî di navbera her duyan de pêk hat. Ev lihevkirin li gorî hesabên Tirkiyê bû ku yekser Kurdên li Sûriyê dikir hedef. Ji ber wê ev lihevkirin wek nûjenkirina lihevkirina Edeneyê hat hesibandin ku di serdema Hafiz El Esed de di 20`ê Cotmeha 1998`an de bi dewleta Tirk re pêk hatibû û li dijî Kurdan bû.

Ruxmî wê jî, bi destpêkirina aloziya Sûriyê sala 2011`an re dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan (dostê kevn ê Beşar Esed), yekemîn aliyên ku destek da komên çeteyan û banga hilweşandina rejîma Beşar Esed kir û pê re dostanî veguherî dijminatiyeke mezin.

Bi têkçûna siyasetên Tirkiyê li Sûriyê re, bi taybet piştî destwerdana Rûsya sala 2015`an, dewleta Tirk tev li hevbendiya Astanayê bû ku ji Îran û Rûsya pêk tên yên ku destekê didin hikumeta Şamê. Ji wê demê ve armancên Tirkiyê ji hilweşandina rejîmê di êrişkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar ma.

Rûsya ji wê demê ve hewl da nakokiya di navbera Şamê û dagirkeriya Tirk de bi dawî bike. Lê dewleta Tirk her tim siyaseta lîstina li ser nakokiyan meşand û ji vê yekê dûr ket, ji ber ku Amerîka û rojava li dijî vê gavê ne.

Serokê ewlehiya nîştimanî ya Şamê serfermandar Elî Memlûk û serokê îstîxbarata dewleta Tirk Hakan Fîdan destpêka 2020`an li paytexta Rûsya Moskovê civiyan. Ji 2011`an ve ev civîna yekemîn e ku hatiye ragihandin.

Di vê dawiyê de gotegotên an ku axaftinên li ser dan û standin û lihevhatina her du aliyan zêde bûn nexasim piştî civînên Soçiyê û Tehranê yên di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar ketine.

Wezîrê karên derve yê dagirkeriya Tirk Mevlut Çavuşoglu di 11`ê Tebaxa 2022`yan de got: “Tirkiyê destekê dide berjewendiya siyasî di navbera opozîsyona Sûriyê û rejîma El Esed.” Her wiha destnîşan kir ku di Cotmeha 2021`an de, di civîna bêalî ya li paytexta Sirbistanê Belgrad li dar ketiye de axaftineke bilez bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad re çêkiriye.

Beriya wê jî, serokê dewleta Tirk Erdogan dema ji civîna Soçiyê ya bi serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re, 6`ê Tebaxê li dar ketiye, got saziyên îstîxbaratê yên Enqere û Şamê der barê rêxistinên terorîst de di nav têkiliyan de ne.

Dema ji serdana Ukraynayê di 19`ê Tebaxê de vegeriya jî, Erdogan got Tirkiyê amade ye asta peywendiyên bi hikumeta Şamê re bilindtir bike yanî bigihîne asta siyasî.

Lêkolînera civaknasiya siyasî û pirspora kar û barên Tirkiyê û Kurdan Dr. Huda Riziq got: “Ez difikirim ku ji zêdetirî 5 mehan ve civîn li ser asta îstîxbaratê dest pê kirine. Lê bê encam in. Xuyaye ku sedemên hundirîn ên Tirkiyê hene ku derfeta da pêşxistina van dan û standinan. Divê em ji bîr nekin ku rewşa hundirîn ên Tirkiyê ne li gorî daxwazên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan in. nexasim ku muxaleftê ragihand ew dixwaze destpêkê têkiliyan bi Şamê re bi taybet bi Beşar El Esed re vegerîne.”

Der barê sedemên pêkanîna van dan û standinan de ji aliyê Tirkiyê ve Huda Riziq got: “Aloziyeke aborî li Tirkiyê heye. Erdogan ji berserkeftina xwe ya aborî di hilbijartinan de bi ser ket. Lê vê carê, serkeftina aborî tune ye lê belê binkeftina aborî heye. Bi rêjeya ji sedî 80 enflasyon li Tirkiyê heye. Ew jî li ser şansên serkeftina Erdogan di hilbijartinan de xetere ye.”

Huda Riziq diyar kir ku demokratîk li Tirkiyê nîn e û tenê desthilata yek zilamî heye lê ya girîng ji bo hilbijêrên Tirk, aborî piştre demokratîk û azadiyê ye û wiha domand: “Ji ber wê Erdogan dixwaze pirsgirêkan bi dawî bike. Ji lew re hewl da bi dijberên xwe re mîna Erebistana Siûdî, Îmarat û Misirê re li hev were û têkiliyan vegerîne.”

Huda Riziq ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan dizane ku dewletên Ereban, ji destwerdana wî di Sûriyê û Iraqê de, piştgiriya wî ya bi hêzên îslamî re ku li dijî Îmarat, Misir û Erebistana Siûdî ne mîna Cebhet Tehrîr El Şam, aciz in. Ji ber wê hewl dide bi wan dewletan re li hev were da ku destekê ji aboriya xwe re bi dest bixe.”

BERJEWENDIYA HEVBEŞ A TIRKIYE Û RÛSYAYÊ

Ruxmî serkeftina leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê, lê Moskov li ser asta siyasî bi ser neket. Ji ber wê bi rêya vê lihevhatinê dixwaze tecrîda li ser hikumeta Şamê bişikîne û cezayên li ser bê bandor bike.

Der barê vê yekê de Huda Riziq got: “Fişarek ji aliyê Rûsya li ser Erdogan heye da ku bi rejîmê re lihev were. Ev mijar li gorî berjewendiyên Erdogan e nexasim di hilbijartinan de û her wiha ji berjewendiyên Rûsyayê ku her du lihev bikin û lihevkirineke din mîna Edene lê bi awayekî firehtir pêk were. Mijara penaberan jî heye. Kolana Tirkiyê ji hebûna 4 milyon penaberên sûrî aciz in ku piraniya wan penaberên aborî ne yanî ew li Tirkiyê kar dikin. Ji ber ku ew penaber derfetên kar ji destê tirkan digirin û ji ber ku ji binesaziya Tirkiyê xerc dikin, kolana Tirkiyê serî hilda. Ev mijar ji bo serokkomarê Tirkiyê gelek girîng e û dixwaze beşek ji wan vegerîne herêmên ku amade kirine ji bo bibin herêmeke tampon.”

NAKOKIYÊN MEZIN ERDOGAN NAXWAZE VEKIŞE Û ŞAM QEBÛL NAKE

Girêdayî planên dagirkeriya Tirk Huda Riziq got: “Erdogan naxwaze ji Sûriyê vekişe lê dixwaze li ser asta ewlehiyê bi Şamê di nav têkiliyan de be. Ew vê yekê ji bo ewlehiya Tirkiyê girîng dibîne. Dibêje divê dewleta Sûriyê bi QSD`ê li hev bike lê di heman demê de dixwaze li van herêman alîgirên wî hebin ku ji bo penaberan ewle dibîne.”

Têkildarî helwesta Şamê Hude Riziq wiha anî ziman: “Pirs, gelo dewleta Sûriyê vê rewşê qebûl dike ku herêmeke ewle yan jî tampon hebe mîna ku Tirkiyê bi nav dike? Ew pêşniyar dike ku bi kûrahiya 30 kîlometreyan be. Helbet dewleta Sûriyê wê qebûl nake. Ev qet ne pêkan e.”

Huda Riziq wiha domand: “Tirkiyê cidî ye. Lê ev pêşniyar nayê wateya vekişînê. Ew dixwaze li ser asta ewlehiyê lihevkirinan pêk bîne. Li gorî wê diber artêşa Tirk vekişe lê lihevkirin hene divê pêk werin. Ev lihevkirin ne tenê li ser asta ewlehiyê ne, lê belê lihevkirinên girêdayî opozîsyona Sûriyê hene. Helbet Rûsya mîna dewleta Rûsya dibêje ku terorîst mîna Heyet Tehrîr El Şam û gelek çekdarên din hene.”

Pirsa xwe dide pêş li gorî Huda Riziq ev e: “Gelo dibe lihevhatin bi terorîstan re bê kirin? Ev mijar ne zelal e. Bi rastî gelek çekdarên terorîst ên girêdayî hêzên derve hatin tunekirin. Hinek ji wan hatin jihevxistin. Lê Tirkiyê hewl dide wêneya El Colanî û Heyet Tehrîr El Şam xweşik bike. Lê pirs di vir de, gelo dewtela Sûriyê û Rûsya vê yekê qebûl bikin lê na?”

Huda Riziq bal kişand ser têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û QSD`ê de û got: “Mijareke din a girîng heye, lihevkirina dewleta Sûriyê bi QSD`ê re ye. Dewleta Sûriyê û Rûsya vê wek mijareke navxweyî ya Sûriyê dibînin. Ew bi mijara dan û standina bi QSD`ê re eleqedar e ku encamên hevdîtin û civînan bû.”

DEWLETA TIRK HEGEMONYAYA XWE LI SÛRIYÊ BI CIH DIKE

Ji destpêkê ve dewleta Tirk hemwextî êrişên xwe bi rêya guhertina demografiya herêmên Sûriyê û avakirina komên çeteyan ku li gorî fermana wê kar dikin yan jî bi rêya avakirina partiyan û hêzên siyasî di bin navê opozîsyonê de da ku destwerdana xebatên siyasî yên Sûriyê bike, hewl da hegemoya xwe xurttir bike. Ew ji vê yekê dixwaze nûnertiyên berjewendiyên xwe li herêmê çêke heke neçar ma ji Sûriyê vekişe.

Li gorî çavdêran, bûyerên li herêmên qaşo ewle pêk tên, çi koçberkirna şêniyên resen û bicihkirina kesên din ku alîgirên Tirkiyê ne li şûna wan, wek beşekê ji stratejiya Tirkiyê ya li ser sepandina hegemoya xwe dibînin. Her wiha destnîşan kirin ku Tirkiyê ji vê yekê armanc dike pêşeroja dewleta Sûriyê kontorl bike çi bi rêya hilbijaritnan an dengdayînê yan jî pêkanîna tevliheviyê ku dikeve xizmeta berjeweniyên Tirkiyê.

Ev hewldan dişibin hewldanên Tirkiyê beriya ku Lîwa Îskenderon tev li erdnîgariya xwe bike. Referandumeke şeklî bi tevlêbûna bi hezaran Tirkan ku bi rêya kamyonan anîn herêmê, çêkir. Şêniyên resen ên Lîwa Îskenderonê ev referandum boykot kir.

Der barê opozîsyonê de Huda Riziq got: “Erdogan xwe berpirsê opozîsyonê dibîne û berdevkê wê ye. Ew dixwaze guhertinan di destûra Sûriyê de pêk bîne. Lê xuya ye ku Tehran û Rûsya naxwazin erkên serok kêm bibin. Di heman demê de Rûsya dixwaze dewletên Ereban mîna Erebistana Siûdî û Îmaratê razî bike bi rêya dayîna hinek peywiran ji serokwezîr re yan jî cîgirê serokkomarê ji ber wê dan û standin li pey hev li dar dikevin.”

Huda Riziq nirxandina xwe wiha domand: “Gelo dê ev dan û standin bi serkevin lê na? Helbet şert û mercên li Tirkiyê nahêle ku serokkomarê wê fêlebaziyên din bike, Lê ez di wê baweriyê de me ku Tirkiyê dê ji Sûriyê derkeve beyî ku destkeftiyên ewlehî bi dest bixe. Heta opozîsyon jî û opozîsyona nerm jî wê tu destkeftiyan bi dest nexin. Ji ber wê dê dan û standinên dijwar hebe. Ez difikirim ku dan û standina hema di şevek û rojekê de pêk nayê, lê wê demê bixwaze.”

Di dawiyê de Huda Riziq got: “Ez difikirim ku mijar ket ser rêya çareseriyê, lê wê çareserî ne bilez be. JI ber gelek pirsgirêkên mezin li Sûriyê hene. Xuya ye çawa li başûrê Sûriyê pirsgirêk di navbera Urdunê û çekdaran de çareser bû, piştî ku Rûsyayê navbeynkarî kir. Dibe ev mijar li bakur pêk were, lê rewşa bakur ji başûrê Sûriyê girêktir e.”

(şx)

ANHA