​​​​​​​Di salvegera êrişa Kobanê de DAIŞ bi desteka dewleta Tirk çalak dibe

Di 2014’an de di krîza Sûriyê de komeke çete bi navê DAIŞ’ê derket holê, alozî li welat çêkir û rêya şerê li Sûriyê guherand. Lê belê DAIŞ li Kobanê ket û piştî 5 salan di aliyê erdnîgarî de jî têk çû. Lê niha bi desteka dewleta Tirk û ji ber paşguhkirina navneteweyî hewl dide vegere qada Sûriyê.

​​​​​​​Di salvegera êrişa Kobanê de DAIŞ bi desteka dewleta Tirk çalak dibe
15 îlon, 2022   01:41
KOBANÊ - ZANA SEYDÎ

Piştî 3 salan ji aloziya Sûriyê û şerê navxweyî, di dawiya 2014’an de li piranî herêmên Sûriyê bi derketina DAIŞ’ê re krîzeke giştî çêbû. Ew girêdayî armancên dewletan ên yekser bû.

Ji aliyekî ve dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan hewl dide komên çeteyan bi kar bîne; Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê), Ehrar El Şamê û DAIŞ’ê da ku Rêveberiya Xweser têk bibe û bihêle ew kom desthilatê bi rê ve bibin.

Li aliyekî din jî hikumeta Şamê bi desteka Rûsya û Îranê hewl dide herêmên di wê demê de ji dest dane, vegerîne. Ew herêmên ku bi sedema bombebaran û moşekên hikumeta Şamê bûn kavil; Qisêr, Heresta, Xan Şêxon, Heleb, Risten û herêmên din ên Sûriyê.

DAIŞ Û ÇÎROKA MEZINBÛNÊ

Li gel vê krîzê û dema ku welat ber bi hilweşînê û tunebûna tevgereke navneteweyî ya cidî ber bi şer ve diçe, komên ku sûrî serjê dikirin, derketin holê ku ew jî DAIŞ bû.

DAIŞ’ê ji alozî û valahiya ewlehî ya li Sûriyê û Iraqê sûd wergirt û çeteyên wê yên ji tevahî cîhanê hatine, gelek bajarên Sûriyê û Iraqê kontrol kirin. Mîna Mûsil, Reqa, Dêrazor, Tekrît, Felûca û rûberên mezin ên her du welatan.

Bi lezekê DAIŞ’ê ku hêza wê ya wê demê bi sedan çete derbas nekir, rûberên mezin ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin. Mûsil di çend saetan de kete destê DAIŞ’ê, her wiha Reqa jî. DAIŞ’ê baregehên mezin ên artêşên Sûriyê û Iraqê kontrol kirin û bi sedan leşker gulebaran kirin, bi wê re krîza Sûriyê ber bi aliyekî din ve çû.

DAIŞ’ê di dema lûtkeya xwe de li Sûriyê gelek dîmenên sûcên xwe mîna şewitandina pîlotê urdinî Muaz Kesasibe tomar kirin, her wiha kiryarên darvekirina bi sedan leşkerên hikumeta Şamê û serjêkirina bi dehan welatiyan li kolanên Heleb, Reqa û Tedmurê qeyd kirin.

Ji nişka ve artêşên Sûriyê û Iraqê hilweşîn û DAIŞ’ê bi dehan bajar û bajarok dagir kirin. Her wiha li ser xeta olî lîst ku komkujiyên li dijî her du artêşan rewa bike, dagirkeriya xwe ferz bike û "Dewleta Îslamê" ragihand.

Sûrî û iraqî di 2014 û 2019’an de li kolanan dihatin serjêkirin. DAIŞ di 2004’an de bi serkêşiya serçete Ebû Meseb El Zerqawî hate avakirin û rûberên mezin ku zêdetirî 2 hezar kîlometre çargoşe ye, ji Sûriyê û Iraqê dagir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê xwedî heman armanc bûn ku kantona Kobanê dagir bikin. Kobanê yek ji 3 kantonên ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihandiye. Ew bajarê ku jê Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kiriye, dema şêniyên wê endamên hikumeta Şamê ji bajar derxistin. Piştre çirûska şoreşê li bakurê welat belav bû.

DAIŞ’ê 300 gund di çend rojan de dagir kir û êdî destpêka Cotmeha 2014’an nêzî tixûmê Kobanê bû. Ji herêmê nêzî 300 hezar welatî ber bi Sirûcê yê Bakurê Kurdistanê ve çûn û mertaleke zindî çêkir da ku çete ji sînorê dewleta Tirk ve derbasî bajêr nebin. Hemwextî wê jî bi sedan ciwan û temenmezin li bajêr man û şerê çarenûsê li hember komên herî tundraw ku çekên wan ên giran û navîn hebûn, kir. Şervanên li du taxên bajêr xwe bi cih kiribûn bersivana êrişan bi çekên sivik, le iradeyeke mezin dan. Şervanan heta 21 rojan li hemberî DAIŞ’ê, berxwedaniyeke mezin kir. Piştre şervanên YPJ û YPG’ê dest bi rizgarkirina taxan kir.

Tu vebijêrk li pêş şervanên li du taxên bajêr xwe bi cih kiribûn ji bilî parastinê û bersivana êrişan bi çekên sivik tune bû. Şervanan heta 21 rojan pêşî li firehbûna DAIŞ’ê girt. Piştre balafirên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatin û çeteyên li hundirê bajêr bombebaran kirin, bi wê re şervanên YPJ û YPG’ê gelek tax rizgar kirin.

YPJ, YPG, şervanên ji odeya operasyonên Volkan Firat û şervanên enternasyonalîst hemû taxên bajêr rizgar kirin û di 26’ê Çileya 2015’an de anku piştî 134 rojan ji şerê tund serkeftina mezin ragihand. Bi wê re YPG û YPJ’ê ala xwe li ser girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatê bajêr hildan ku îşareta rizgarkirina hemû bajar e û li sedan bajarên cîhanê şahiyên serkeftinê hatin lidarxistin.

Şerê Kobanê ku bi dirêjahiya 5 mehan li ser sînorê bi ser dewleta Tirk ve li dar ketibû, tê de zêdetirî 6 hezar çete hatin kuştin. Ew yek bû xala veguherîna şikandina DAIŞ’ê, tevî desteka dewleta Tirk a dagirkirina herêmê.

TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê Û HILWEŞÎNA WÊ YA ERDNÎGARÎ

Roj bi roj bajar, bajarok û gundên Sûriyê hatin rizgarkirin û piştî zirarên mezin ên DAIŞ’ê li Minbic, Tebqa û Reqayê çêbûn dest bi hilweşîna wê bû. DAIŞ di rûbereke biçûk a Baxozê de ku hezar metre çargoşe derbas nake hate dorpêçkirin. 3 hezar çeteyan xwe radestî QSD’ê de û ji wê zêdetir jî QSD’ê bi hezaran di şer de dîl girtin.

Di 2019’an de bûyerên herî girîng di çarçoveya têkbirina "terora cîhanê" ya bi nûnertiya DAIŞ’ê rû dan. QSD’ê di baregeha dawî ya li Baxozê yê rojhilatê Dêrazorê de, piştî 63 mehan ji şerê bê navber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, DAIŞ’ê têk bir.

DAIŞ LI SÛRIYÊ AMÛREKE DEWLETA TIRK E

Bê guman dewleta Tirk hîna destekdayîna mezin a DAIŞ’ê ye. Wêneyên leşkerên Tirk û DAIŞ’ê ku bi hev re li ser sînroê Tirkiyê-Sûriyê di wan salan de dixebitîn belav bûn. Konsolxaneya dewleta Tirk a li Mûsilê bi rêya Girê Spî ji hêla DAIŞ’ê veguhastin Tirkiyê. Wê yekê hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê eşkere kir.

Her wiha dewleta Tirk bi rêya xaka xwe hişt ku zêdetirî 40 hezar DAIŞ’îyên ji 110 dewletên cîhanê di navbera 2014-2016’an de hatine derbasî Sûriyê bibin. Ew jî li gorî nûnerê Amerîka yê berê yê taybet bi Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk bi twîttekê eşkere kiriye. Brett McGurk piştrast kir ku vekişîna Amerîka ji hin herêmên bakurê Sûriyê bû sedema sûcên qetilkirin, revandin, kiryarên talankirin û koçberiya bi darê zorê ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de.

Gef û topbaranên dewleta Tirk li dijî herêmên sînorî yên bi ser Sûriyê ve ji bo morale bide DAIŞ’ê di şerê wê yê çarenûsî li baregeha dawî de nesekinîn. Bi wê re bi dehan ajans û kanalan belgeyên nepenî yên têkiliya MÎT’a Tirk û DAIŞ’ê ya xurt eşkere kirin ku ew hewl didin herêmên Sûriyê û Iraqê dagir bikin.

TIRKIYE Û HERÊMÊN DAGIRKIRÎ YÊN SÛRIYÊ BAREGEHÊN EWLE YÊN DAIŞ’Ê NE

Dewleta Tirk her tim li ser herêmeke ewle ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diaxive. Lê dewleta Tirk bi alîkariya navneteweyî, dema Serêkaniyê û Girê Spî, Efrîn, Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, herêmeke ewle ava kir, lê ne ji bo sûriyan, ji bo DAIŞ’ê ava kir.

Hêzên Amerîkayê li Sûriyê bi koordînasyona QSD’ê gelek serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên dewleta Tirk li bakurê Sûriyê dagir kirine, kuştin. Ew herêm, DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker tê de çalak in.

Bi operasyoneke îstîxbaratî ya hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El Bexdadî di Cotmeha 2019’an de li Idlibê ku 5 kîlometre nêzî sînorê Tirkiyê ye, hate kuştin.

Serokê Amerîkayê Joe Bidin di 3’yê Sibata borî de ragihandibû ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm El Qureyşî, di operasyona hêzên taybet ên Amerîkayê ya li bajarokê Atme yê Idlibê de hatiye kuştin.

Balafireke bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî di 23’yê Cotmeha 2021’an de serçeteyê DAIŞ’ê Sebahî El Îbrahîm El Museleh bi navê Ebû Hemze El Şihêl, tevî 2 kesên pê re li gundê Edwaniyê yê Serêkaniyê bombebaran kir, di encamê de ew hatin kuştin.

Li Eyn Îsayê di 23’yê Cotmeha 2020’an de serçeteyê bi navê Îsmaîl Îdo ku yek ji xeternaktirîn serçeteyên DAIŞ’ê ye ku Koalîsyona Navneteweyî li wî digere, hate kuştin. Ew serçete tevî leşkerên Tirkan li Sûriyê û Lîbyayê digerî û li gundê Mielek tevî 21 çete û leşkerên dewleta Tirk di kemîneke QSD’ê de hatin kuştin.

ÇALAKIYÊN DAIŞ’Ê

DAIŞ çalakiyên xwe li Sûriyê û Iraqê dewam dike û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî ewlehiya herêmê tevlihev dike û sûdê ji gefên dewleta Tirk ku wê teşwîq dike komkujiyên zêde pêk bîne, werdigire. Li gorî texmîn berê di navbera 4 hezar û 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê wekî şaneyan hene, ji bilî bi hezaran çeteyên girtî û bi deh hezaran ferdên wan di kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Dewleta Tirk a dagirker û desteka wê ji DAIŞ’ê û komên çeteyan ên din re rewşeke neewle û neîstîqrariyê li herêmê çêdike, mîna êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê ku di encamê de 121 şervanên QSD’ê û welatî şehîd bûn û metirsiyeke cîhanî çêkir.

Kampa Holê ya li Sûriyê yek ji kampên herî xeternak ên cîhanê ye, ji ber ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê ji hemû dewletên cîhanê hene. Civata navneteweyî çarenûsa zêdetirî 70 hezar DAIŞ’iyên li gel QSD’ê ne paşguh dike û dewleta Tirk jî hewl dide wan girtiyan berde.

Dewleta Tirk gefên li dijî Kobanê ku gelên zêdetirî 93 dewletên li cîhanê piştgiriya berxwedana wê ya li dijî DAIŞ’ê kir, nesekinandin. Dewleta Tirk şêniyên vê herêmê ku parastina xaka xwe dikin, wek "terorîst" bi nav dike. Rizgarkirina Kobanê di Çileya 2015’an de bi xwe re têkçûyîna yekemîn a DAIŞ’ê anî ku dewleta Tirk wê demê yekser destek didayê.

Piştî têkçûyîna yekemîn a DAIŞ’ê di şerê li Kobanê de, tevî desteka dewleta Tirk DAIŞ hîna gefan li herêmê û cîhanê dixwe ku li Sûriyê û Iraqê bi desteka dewleta Tirk û paşguhkirina navneteweyî çalak e. Her wiha girîngiya navneteweyî ji şerê li dijî DAIŞ’ê re bi paş ket.

(fr)

ANHA