Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan oxir kirin

Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hesen Osman û Înas Elî yên ku duh di encama êrişa çeteyekî DAIŞ’ê de li Minbicê şehîd bûbûn, oxir kirin û destnîşan kirin ku ev êriş hewldaneke lawaz a çeteyên DAIŞ’ê ye da ku xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bidin rawestandin nexasim li kampa Holê.

Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan oxir kirin
Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan oxir kirin
Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan oxir kirin
Şêniyên herêma Firatê cenazeyên du şehîdan oxir kirin
14 îlon, 2022   18:54
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li merasîma cenazeyên herdu endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê, Hesen Osman û Înas Elî yên ku di encama êrişa çeteyekî DAIŞ’ê li bajêr de şehîd bûbûn.

`DIVÊ EM PÊXWAS LI SER VÊ XAKÊ BIMEŞIN JI BER KU PÎROZ E`

/ar/uploads/files/2022/09/14/170326_dyrwk.webp

Di destpêka merasîmê de endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dîrok Mela wiha axivî: “Ev xak pîroz e û divê em pêxwas li ser bimeşin, her kesê ku hewl hide wê qirêj bike dê tune bibe.”

Dîrok Mela wiha domand: “Keç û xortên vê xakê li ser felsefeyekê mezin bûn, an jiyaneke birûmet an jî şehadet, her kesê ku xwe bifroşe dijmin divê biçe, ji ber ku ev xaka pîroz kesên wek wan qebûl nake.”

EV XAK LI HEMBER TERORÊ ASTENG E

/ar/uploads/files/2022/09/14/170342_aarf.webp

Her wiha, hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya herêma Firatê, Arif Balî wiha anî ziman: “Dîrok xwe dubare dike û dîsa xelkê herêmê rastî xiyanetê tê, îro em di qonaxekê de ne ku tê de xêrxwaz li hember xêrnexwazan e, lê helbet dawiya wan dê li ser destê hêzên me be.”

/ar/uploads/files/2022/09/14/170356_wdhhh_1.webp

Piştre, endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbicê, Wedha Casim destnîşan kir ku hêzên wan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember terorê bûne yek û ew ê li hember wê her bibin astengî, ji ber ku îro şêniyên herêmê ji bo azadî û rûmetê xwe feda dikin.

Wedha Casim wiha domand: “Tiştê ku îro çeteyên DAIŞ’ê dike hewldaneke lawaz e ji bo rawestandina xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li dijî terorê li kampa Holê; ji ber ku di encama van xebatan de çete têk çûn û derbeyên mezin xwarin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya herdu şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên herdu şehîdan li goristana şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê hatin veşartin.

(mh)

ANHA