ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-9-2022`YAN
13 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star bi dirûşma Kanî dadmendiya wê li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li dar xistiye bi dawî dibe saet di 10:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Olî ya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kombûna Olan û Baweriyan a Mezopotamyayê panelek bi navnîşan “Peyama olan di belavkirina aştiyê de” li hola zana ya Qamişlo li dar dixe saet di 09:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo merasîma xiyabî ji bo şehîd Delal Norceq (Asma Ararat) û Gulistan Osman (Zîlan Qamişlo) li dar dixe û cenazeyê şehîd Kamyar Soylemez li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir dike saet di 17:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyên 5 şehîdên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana bajêr oxir dikin saet di 17:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma başûr a Hesekê daxuyaniyek têkildarî berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û tunebûna helwestên navneteweyî li hemberê, li bajarokê Şedadê dide saet di 12:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya jinên ciwan û tevgera ciwanên şoreşger a herêma Firatê li gundê Taşlûk ê başûrê Kobanê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdulalh Ocalan li dar xist saet di 10:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Çil Axa têkildarî rewşa siyasî û gelê herêmê li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker li hola navenda çandê ya başûrê navçeyê civînekê li dar dixe saet di 10:00`an de.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Jineke DAIŞ`î ya li kampa Holê diyar kir ku li Tirkiyê bi taybet ji bo tevlêbûna DAIŞ`ê û hatina Sûriyê, hin cemaet û sazî  ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avakirin û got li Idlibê jî heman cemaet hene. Jineke DAIŞ`î ya welatiya Rûsyayê jî bang li welatê xwe kir ku wan vegerîne welatê wan.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Senherîb Bersûm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hikumeta Şamê re peymanekê çêke da ku Rêveberiya Xweser têk bibin û got divê hikumeta Şamê girîngiyê bide daxwazên gelê Sûriyê û peymanên ku aloziya Sûriyê aloztir dikin, çêneke.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Bavê gerîlaya şehîd Barîn Şîlan ku bi navê Xalê Simo tê naskirin, got dem dema serhildana li hember xiyaneta PDK'ê ye ku bûye alavek di destê MÎT'ê de. Xalê Simo rexne li rewşenbîr û hiqûqnasên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember kiryarên PDK'ê bê deng in.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Di ecnama topbarana dagirkeriya Tirk de welatiyek ji navçeya Til Temirê û dayîka wî ya 80 salî birîndar bûn û xaniyê wan bi temam hilweşî, lê dîsa jî wan dev ji gundê xwe bernedan û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re teqez kirin.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Mihemed El Hemdan diyar kir ku bombebarana artêşa Tirk a dagirker li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ku hemwextî hewldanên dewleta Tirk ên lihevhatinên bi Şamê re tên kirin "gaveke ji bo xapandina opozîsyonê ye ku di bin baskê wê de ye, da ku jê re piştrast bike ku ew hîn bi rejîmê re di nava nakokiyan de ye."(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Çeteyên DAIŞ’ê hewlên xwebirêxistinkirinê li kampa Holê dewam dikin, bi wê re Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê dest bi pêngaveke ewlehiyê kir. Têkildarî vê yekê pisporê dozên terorê Hesen Ebû Heniyê got li gel DAIŞ’ê siyaseteke kevn bi navê "hilweşandina dîwaran" heye.

ANALÎZ

Kampa Holê ku hêzên ewlekariyê yên rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên hevpar lê dimeşînin, ji ber ku malovaniya malbatên DAIŞ'iyan kir, pirsgirêkên cuda lê hene.  yên Kamp di sala 1991'an de ji aliyê NY'yê ve ji bo penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê direvin, hatiye avakirin û piraniya niştecihên niha wek penaber namînin. Malbatên ji Baxozê hatin derxistin, li ampê hatin bicihkirin û halê wê yê niha wekî barûdê ye. Malbatên rêxistina sûc a herî bi nav û deng a cîhanê lê  dimînin û xetereyeke gelekî mezin lê heye.

Rêjîmên tepeserker, bi siyaseta girtin û dersînorkirinê, dixwestin ku bandora siyasî û çalakiya civakî ya girtiyan têk bibin, yanî wan ji xemên gelê xwe û pirsgirêkên wan dûr bixin. Lê ev yek pêk nehat, ji ber rola girtî û dîlgirtiyan bi biryardariya xwe ya li pişt hepsan di pirsgirêkên xwe yên neteweyî de du qat, zêde bû û tevî dûrbûnê, nêzî dozên gel û wijdanê xwe bûn.

CÎHAN

Li gel geşedanên li herêmê û hemwextî danûstandinên di navbera Îran û rojava de li Viyanayê têkildarî lihevkirina nukleerî, Lubnan ket rojeva Îranê ku hewl dide li ser pêla aloziyên vî welatî bilîze da ku hebûna xwe di bin perdeya xilaskirina welêt ji tariyê de, bisepîne. Ji ber wê peywendiyên xwe bi kesên têkildarî re zêde kirin. Ev yek pirsên têkildarî sedemên israra wê ku Lubnan neçarî xwestina alîkariyê jê bike, çi ne derxistin pêş.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Riyad El Wehîlî diyar kir ku armanca serdana serokê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker a ji bo Bexdayê avakirina herêmeke sunnî li Iraqê ye ku berjewendiyên dewleta Tirk misoger bike.