​​​​​​​Bijîşk Ebdullah Mebrûk têkildarî nexweşiya kolerayê hişyarî dan

Bijîşkê Nexweşxaneya Tebqayê Ebdullah Mebrûk bang li şêniyan kir ku li paqijiya xwe ya kesayetî miqate bin û avê berî vexwarinê paqij bikin, ji bo ku xwe ji nexweşiyên biparêzin. Her wiha navendên tenduristî yên Dêrazorê bergiriyên xwe zêde dikin.

​​​​​​​Bijîşk Ebdullah Mebrûk têkildarî nexweşiya kolerayê hişyarî dan
13 îlon, 2022   04:46
NAVENDA NÛÇEYAN – EBDUREHMAN SALIH – ELÎ EREB

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava Firatê didomîne, di encamê de gelek nexweşiyên wekî kolera li deverên derdora çemê Firatê derdikevin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Îlonê de ragihand ku gelek kes li rojavayê Dêrazorê û Reqayê bi kolerayê ketine. Her wiha destnîşan kir ku 3 kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Bijîşkê Nexweşxaneya Tebqayê Ebdullah Mebrûk ji ajansa me re têkildarî mijarê axivî. Mebrûk got: “Nexweşiyên ku ji ber qirêjbûna avê çêdibin gelek in, ji wan kolera heye. Di encama qutkirina ava Firatê de belavbûna van nexweşiyan li herêmê zêdetir dibe.”

Mebrûk got: “Nexweşî bi rêya ava qirêjî derbasî mirovan dibe, dibe ku li pêketî tu nîşaneyên nexweşiyê wek navçûn û zuhabûnê jî diyar nebin. Rêjeya kesên ku nîşaneyên nexweşiyê li wan diyar dibin, ji sedî 10 e. Kêm caran rewşa pêketiyan xeternak dibe.”

/kr/uploads/files/2022/09/12/181858_000000000000000.webp

Her wiha Mebrûk diyar kir ku ev metirsî hin caran ji ber kêmbûna şilemeniyên di bedena mirov de çêdibe û dema mayîna nexweşiyê di bedena mirov de ji 7 heta 14 rojan e.

Mebrûk diyar kir ku awayên parastina ji nexweşiya kolerayê miqatebûna li paqijiya kesayetî û paqijkirina av û sebzeyan berî xwarin û vexwarinê ye.

Her wiha Ebdullah Mebrûk bang li şêniyan kir ku li hember belavbûna van nexweşiyan tedbîran bigirin û divê komîteyên avê yên herêmê li ser paqijkirina avê baş bisekinin, ji bo ku rê li ber belavbûna nexweşiyan were girtin.

NAVENDÊN TENDURISTIYÊ YÊN LI ROJAVAYÊ DÊRAZORÊ AMADEKARIYÊ DIKIN

Li rojavayê Dêrazorê jî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Dêrazorê ya Sivîl, dest bi amadekariyên parastinê ji nexweşiyan û perwerdekirina şêniyan kir.

Endamê Komîteya Tenduristiyê Musene El Hemûd wiha axivî: “Bi belavbûna nexweşiya kolerayê re Komîteya Tenduristiyê li hemû navend û nexweşxaneyan dest bi amadekariyê kir.”

El Hemûd wiha zêde kir: “Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê amûrên tenduristiyê û derman peyda kirin, her wiha der barê nexweşiya kolerayê û awayên xweparastinê de şênî perwerde kirin.”

(mh)

ANHA