Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe

DAIŞ û hemû cîhan jî li benda teqîna kampa Holê ne. Beriya bê teqandin jî jinên DAIŞ`ê yên “El Hesbê” di her alî de dixebitin ku jinên DAIŞ`î û bi taybet jî zarokên “Eşbel El Xîlafe” ji bo wê amade bikin. 

Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
Xetereya berbiçav; El Hesbê û Eşbel El Xîlafe
13 îlon, 2022   01:38
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 20`an de li kampa Holê didome. Îro malbatên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan ên ku wek “Eşbel El Xîlafe (nifşên xîlafetê)” têne pênasekirin, li pêşiya kamereya me gefên serjêkirinê xwarin û nîşaneya xîlafetê kirin.

Em çi qas behsa xetereya kampa Holê bikin, dê kêm be. Ne tenê malbatên çeteyên DAIŞ`ê, di heman demê de zarokên wan jî herî xeternek in. Ev zarok bi taybet bi destê jinên DAIŞ`î ku navê “El Hesbê” (destê rastê yê DAIŞ`ê) li xwe dikin, tên perwerdekirin. Tenê di nava 3 salan de hezar û 800 zarok li kampa Holê ji dayik bûne. Bi taybet jinên El Hesbê ji bo zêdebûna hejmara zarokan, bi taybet dizewicin an jî zewacên demkî dikin. Kampa Holê bûye cihê perwerdekirin û zêdekirina nifşê xîlafetê.

XETEREYA NIHA; JINÊN EL HESBÊ

Li ser destê jinên El Hesbê li kampê kuştin pêk tên. Bi taybet ji aliyê van jinên DAIŞ`î ve perwerdeya esasî ji bo tevlêbûna DAIŞ`ê tê dayîn. Ji dadgehkirina jinan bigirin heya perwerdeya xeniqandin, serjêkirin, îşkencekirinê didin. Van jinên DAIŞ`ê têkiliya xwe bi dewleta Tirk û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê re heye. Jinan ji bo zêdekirina nifşên DAIŞ`ê bi kar tînin û dema zarokên wan çêdibin, ji destê wan digirin, bi taybet perwerde dikin. Yên ku li ber xwe didin jî yan têne kuştin an jî tên teşhîrkirin.

Belkî bê pirsîn ka ew jin hemû cilên reş xwe dikin, îcar dê çawa werin teşhîrkirin? Rast e, hemû jin neçar in cilên reş li xwe bikin. Rast e ku rû, destê wan, heta çavên wan bi çerşefa reş hatine veşartin. Lê ji meşê heta seknê hev nas dikin. Ev jinên El Hesbê bi darê zorê çerşefê li jinan dikin ku zagon li kampê danîne. Yên ku li gorî zagonên wan naçin, tên kuştin an jî îşkence lê tê kirin. Li gorî agahiyên me girtine, di nava kampê de jinên El Hesbê komek çêkiriye ku 30 kes tê de ne. Di nava vê komê de yên biyanî bi taybet cih digirin. Yên biyanî ji bo belavkirina fikrên tundrew ên DAIŞ`ê zêdetir dixebitin.

PERWEDEYA ÇETETIYÊ

Perwerdeya zarokan jî piranî ji aliyê biyaniyan ve tê kirin. Di nava kampê de çek û alavên kuştinê wekî pêlîstokan ji zarokan re hatine çêkirin! Li ser van alavan zarok têne perwerdekirin; dê çawa çekan bigirin, çawa serjê bikin, çawa hedefê bigirin... Her wiha dersên bikaranîna ta û naylonê jî ji bo xeniqandinê, didin. Nifşê herî xeternak ê niha jinên El Hesbê ne. Yên pêşerojê jî Eşbel El Xîlafe ne. Ev nifş bi taybet jî di nava kampê de sembola faşîzma AKP/MHP’ê dikin. Beriya niha jî me ew wêne parve kiribû ku zarokên 5 salî fêrî vê sembolê kirine.

Ev 20 roj in li kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê didome. Îro jinên El Hesbê û zarokên Eşbel El Xîlafe li ber kameraya me gefên serjêkirin û kuştinê xwarin ku bi tiliyên xwe sembola xîlafetê nîşan dan. Her wiha jinên El Hesbê jî qîr kirin ku “dewleta îslamê heye û baqî ye, ev der dê bibe tirba we, bi destûra Xwedê em ê we hemûyan li ser vê axê serjê bikin.”

Ev xetere ne tenê ji aliyê kamerayên me ve têne dîtin, cîhan hemû vê dibîne. Lê ev çavgirtina li vê xetereyê dê li wan jî bizivire. Îcar wê demê dê kî wan biparêze? Ev ne erka şervanên li ser vê xakê ye. Yên di vê serdemê de xwe ji van xetereyan bêrî dikin û pişta xwe didinê, dema xetere gihaşt welatê wan, helbet dê baş fêm bikin.

Ev tunel, cebilxane, cilên leşkerî, alavên û cihên îşkencê, cihê perwerdekirinê belasebep nehatine çêkirin. Bi taybet li kampê li ser projeya tunelan tê xebitandin. Ji aliyê fikrên tundrew ve her çi qas xetere hebe jî, di aliyê perwerdekirina çetetiyê de jî her ku diçe xetere mezintir dibe.

Hêjayî gotinê ye ku îro jî 2 tunel hatin dîtin û bi dehan çenteyên leşkerî û alavên teqemeniyê hatin desteserkirin.  

ANHA