​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-9-2022`YAN
12 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîenya Kongra Star li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY li dar xistiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re 3 hezar û 596 xwendekarên li navçeyên Til Temer û Zirganê ji xwendinê bê par kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê, Hemûd El Şêx diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bû sedem ku 2 hilmijên ava vexwarinê rawestin. El Şêx bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku wê neçarî berdana para Sûriyê ya ava çemê Firatê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî Îbrahîm bang li hemû hiqûqnasên cîhanê kir ku xebateke mezin pêk bînin ku dewleta Tirk neçar bike ku "mafê hêviyê" û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk ên dawî sivîlan rasterast dike hedef da ku wan koçber bike û diyar kirin ku ew amade ne bi piştigiriya şêniyan herêmê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û rûspiyên eşîra Begara ya gundewarê rojava yê Dêrazor li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan da. Her wiha bang li hemû eşîr û pêkhateyên herêmê kir ku li dijî projeyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bijîşkê Nexweşxaneya Tebqayê Ebdullah Mebrûk bang li şêniyan kir ku li paqijiya xwe ya kesayetî miqate bin û avê berî vexwarinê paqij bikin, ji bo ku xwe ji nexweşiyên biparêzin. Her wiha navendên tenduristî yên Dêrazorê bergiriyên xwe zêde dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DAIŞ û hemû cîhan jî li benda teqîna kampa Holê ne. Beriya bê teqandin jî jinên DAIŞ`ê yên “El Hesbê” di her alî de dixebitin ku jinên DAIŞ`î û bi taybet jî zarokên “Eşbel El Xîlafe” ji bo wê amade bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Di demên dawîn de alozî, pevçûn, êriş û opreasyonên li herêmê zêde bûne. Muqabilê vê, hevdîtinên di navbera aliyên îstixbarî, siyasî û leşkerî de jî. Herî dawî serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li gel şandeyekê hate Iraqê, bi rayedarên iraqî, hêzên sunnî û berpirsên PDK’ê re jî hevdîtin kirin.

Ji ber nakokiyên siyasî ku di encama destwerdanên hêzên biyanî de li Iraqê de derketine, gelê Iraqê di nava aloziyeke mezin de ye. Profesorekê iraqî Sadiq Atmîş diyar kir ku destwerdana hêzên biyanî li welat û hebûna hêzên hevkar di hundir de, sedemên aloziya li Iraqê ne.

JIN

Berdevka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qesbiyan teqezî bi girîngiya avakirina Yekitiya Jinên Ermen kir ku birêxistinkirina jinan û çalakkirina wan di hemû qadên jiyanê de armanc dike, piştî derbasbûna 107 salan di ser qirkirina ku dewleta Tirk li dijî pêkhateya Ermen pêk aniye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA