Li Tebqayê serestkirina parka giştî dewam dike

Gerînendeya Jîngehê ya Tebqayê sererastkirina parka giştî dewam dike.

Li Tebqayê serestkirina parka giştî dewam dike
12 îlon, 2022   12:52
TEBQA-EBDUREHMAN EL SALIH

Gerînendeya Jîngehê ya Tebqayê planên xwe yên sala 2022'yan ên bi armanca zêdekirina qada keskahiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de dest bi sererastkirin parka giştî ya li bajar kir.

Dema çeteyên DAIŞ`ê bajêr di navbera 2011 û 2017`an  de dagir kiribû, parka li aliyê bakurê Tebqa ya  li ser keviya rastê ya çemê Firatê wêran kir û darên wê birîbûn.

Hevserokê Gerînendeya Jîngehê ya Tebqa Cemal Ebdulletîf anî ziman ku wab serê mehê dest bi sererastkirina parkê kirin û got, xebat dê du mehan dirêj bike.

Ebdulletîf diyar kir ku armanca Gerînendeya Jîngehê ji sererastkirina park û seyrangehên giştî ew e ku li herêmê rûbera keskahiyê zêde bibe da ku welatî lê vehesin.

Ebdulletîf diyar kir ku dê li parkê nafûre werin sererastkirin û zemîna wê bilat bikin. Her wiha dê kursî werin danîn, gihayê çêkirî were çandin û park were rûnîkirin.

Ebdulletîf da zanîn ku ew ê li derdora 250 baxçeyên li Tebqa û gundewarê wê dar werin çandin.

Hêjayî bibîrxistinê ku parka giştî yê Tebqa 1993`yan hate avakirin û rûbera wê jî 50 donim e, di heman demê de li naverasta wê jî Navenda Çand û Hunerê heye.

(eh)

ANHA