Ji kampa Holê banga darizandina dewletên ku destekê didin DAIŞ'ê

Kongra Star Pêngava Mirovî û Ewlehiyê silav kir û bang li civata navneteweyî kir ku erkên xwe li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li kamp û girtîgehan pêk bîne û dewletên ku destekê didin terorê, di serî de dewleta Tirk a dagirker, bidarizînin.

Ji kampa Holê banga darizandina dewletên ku destekê didin DAIŞ'ê
12 îlon, 2022   10:30
HESEKÊ

Endamên Kongra Star a kantona Hesekê li kampa Holê kom bûn û têkildarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyeke da.

Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Zirganê Delal Mehmûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di 25'ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li kampa Holê ragihand. Di dirêjahiya pêngavê de ku ketiye roja xwe ya 19'an, bi saya fedakariyên mezin ên hêzên me serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Hêzên me planên çeteyên DAIŞ’ê û kesên ku destekê didin wan, bi serî de dewleta Tirk a dagirker, têk birin. Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê vejîne û gefan li ewlehî û îstiqrara herêmê û ya navneteweyî dixwe."

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi têkiliyên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk hate kirin û wiha hate gotin: "Ev têkilî di êrişa li ser girîgeha Sînaa ya Hesekê de eşkere bûn. Binkeftina DAIŞ’ê di aliyê erdîngarî de ji serekftina dîrokî ya li keleha berxwedanê ya Kobanê heta rizgarkirina Baxoz a Dêrazorê, dewleta Tirk a faşîst a ku terorê li herêmê xwedî dike, aciz kir.

Pêngav ji bo xilaskirina şênî, gelê me û niştecihên kampa Holê yên ku dibin qurbanên fikirên tundaw ên DAIŞ'ê ye. DAIŞ hewl dide şêniyan, bi taybet zarokan bi aliyê xwe de bikişe, gefan li ewlehî û îstiqrar û jiyana tevahî niştecihên kampê dixwe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabendî peyman û belgeyên mafên mirovan e û bang li dadgeh û civata navneteweyî hate kirin ku hemû niştecihên kampa Holê vegerînin welatê wan, dadgeheke navneteweyî ava bikin û kesên ku destên wan di xwîna gelê Sûriyê de heye, muhasebe bikin.

Di dewama daxuyaniyê hate gotin ku divê civata navneteweyî tevahî erkên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ’ê bi cih bîne, her wiha dewletên ku destekê didin terorê, di serî de dewleta Tirk a dagirker, muhasebe bikin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de got: "Em ê li cem hêzên xwe bin û heta serkeftina li hemberî terorê, xeta şehîdên xwe bişopînin."

ANHA