Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrîna dagirkirî didomîne

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku plana dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina kantona Efrînê ya bi armanca guhertina demografiya wê û tunekirina xwezaya wê da ku ji axa Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyeyê bike, hê jî berdewam e.

Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk guhertina demografiya Efrîna dagirkirî didomîne
11 îlon, 2022   23:38
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgirî û fînansekirina komeleyên Îxwanî yên Fîlistînê, guhertina demografiya herêmên dagirkirî bi taybet a kantona Efrînê bi rêya avakirina avahiyên mêtingehiyê û tunekirina xwezayê, didomîne.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, çeteyên dagirkeriya Tirk piştî ku kantona Efrînê dagir kirin, zêdetirî 345 hezar darên zeytûnan û darên din birîn. Her wiha zêdetirî 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê şewitandin û hemû darên li daristanên nêzî Gola Meydankê ya li navçeya Şerayê qut kirin.

Lê belê Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8’ê Îlonê de di daxuyaniyekê de ragihand ku ji sala 2018’an û vir ve nêzî 2 milyon dar ji kokê hatine rakirin.

Têkildarî mijarê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Efrîna dagirkirî di çarçoveya plana ku ji bo dagirkirina wê di Adara 2018’an de hatiye dayîn, rojane dibe şahidê binpêkirinên li dijî gel, dar û keviran ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, ev jî bi armanca guhertina demografiya wê û tunekirina xwezayê ye."

Şêxo der barê sûcên dagirkeriya Tirk ên li ser xwezayê ku vê dawiyê jî wiha got: "Di van demên dawîn de, li ser medyayê hinek dîmen belav bûne ku li ber çavê civata navneteweyî bêyî ti hesab bê xwestin, birîna darên merxê bi neheqî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve di bin çavdêriya îstîxbarata Tirk de tê îspatkirin."

Şêxo got: "Dewleta Tirk a dagirker bi piştgirî û fînanseya rêxistinên ku di bin navên xêrxwaziyê de û komeleyên ji welatên kendavê û fîlistînê avakirina mêtîngehan di bin navên mirovî de ji bo malbatên biyanî yên li herêmên dagirkirî berdewam dikin."

LI GOLA MEYDANKÊ ZÊDEYÎ 4 HEZAR DAR HATIN BIRÎN

Îbrahîm Şêxo di dewama axaftina xwe de eşkere kir ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê belge kirine û ev agahî parve kirin: "Li gorî şopandin û belgeyên me û li gorî dîmenên ku li ser medyayê belav bûne, ji aliyê rêxistina bi navê (Heyet El Sairîn) ve ku di nav wan de çeteyên Sultan Mûrad jî hene nêzî Gola Meydankê zêdetirî 4 hezar dar hatine birîn, bi taybet ji aliyê kesê bi navê Ebû Bîlal û koma wî ve. Di nava çend saetan de, wan bi birekên elektrîkê û buldozeran bi hezaran dar birîn.”

DEREWÊN EŞKERE

Şêxo îdiayên meclisên herêmî yên girêdayî dagirkeriya Tirk yên têkildarî çandina daran derewandin û got: "Ji bo ku sûcên xwe li pêşberî raya giştî rewa nîşan bidin, îdia dikin ku  li herêmê daran diçînin. Em dizanin ku mewsima dar çandinê di Sibat an jî Adarê de dest pê dike, ne di Tebax û Îlonê de ku germahî digihêje 40 pileyê. Vê yekê ji bo veşartina sûcên xwe dikin. Dîmen ne tenê li Meydankê ye, li gundê Aşka yê rojavayê navçeya Cindirêsê jî Lîwaya 'El Weqas' 4 hezar dar birîn û li gundên navçeya Şera jî li gundê Çema komên çete zêdeyî 2 hezar dar birîn.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku bi rêya peywendiya wan bi xelkê gundên navçeyên Şiyê û Mabeta û çiya û geliyê Cihenemê yê di navbera gundên Rûta, Delo û Hec Qasimo de, çeteyên Lîwaya Semerqend bi gefa revandinê gundî di karên zehmet de bi kar anîn, her wiha ji beriya zêdetirî mehekê ve 10 hezar dar ji wê daristanê birîne.

Li Hec Hesna û Çiyayê Qaziqlî jî daristan şewitandin û li şûna wê jî mêtîngehek ava kirin, ne dûr e ku li Meydankê jî heman tişt were kirin. Bi taybetî li derdora golê û derdora Çiyayê Ehlam ku cihekî stratejîk e, weke mêtîngeha Kiwêt El Rehmê, Şam El Xeyriyê û mêtîngehên din ên li herêma Efrînê."

Şêxo bal kişand ser birîna  daran û avakirina mêtîngehan û wiha got: "Birîna daran û avakirina mêtîngehan bi hev re pêk tên, ji ber ku ew pêşî axê diavêjin, daran dibirin û dişewtînin, paşê dîsa axê rast dikin. Piştî ku ji rêxistinên Fîlistînî û Kendavê pereyan werdigirin van mêtîngehan ava dikin. Mebesta me ji fîlistînî yanî komeleyên Îxwanî yên fîlistînî ne yên ku di bin fermana Îxwanên El Muslimîn de kar dikin, wek rêxistina 'Jiyana bi rûmet', 'Wefa El Muhsinîn' û komeleya 'Xeyr Umme'."

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha dirêjî da axaftina xwe: " Binpêkirinên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û komeleyên Îxwanî ve tên kirin bi armanca mayîndekirina dagirkeriyê û piştre tirkkirina herêmê ye; Çawa ku di bin navên mirovî de li Lîwa Îskenderonê kirin, dixwazin vê herêmê jî tev li xaka Tirkiyeyê bikin."

Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de ev bang li rêxistin û komeleyên ku ji bo guhertina demografiya Efrînê ya dagirkirî dixebitin kir: "Ev karekî ne rast e, karê dirust piştgirî û alîkariya koçberên Efrînê ye yên li kampên kantona Şehbayê ne ku di bin dorpêç û bombebarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di nava şert û mercên dijwar de dijîn."

(hs)

ANHA