​​​​​​​Armanca birîna cezayên dîsîplînê li dijî rêber Ocalan çi ye?

Desthilata Tirkiyê ji sala 2019'an ve cezayên dîsîplînê li dijî rêber Abdullah Ocalan biriye. Parêzer Xedîce Îbrahîm diyar kir ku armanc ji van cezayan destpêkê domandina tecrîdê ye û ya din bêparhiştina rêber Ocalan ji "mafê hêviyê" ye.

​​​​​​​Armanca birîna cezayên dîsîplînê li dijî rêber Ocalan çi ye?
12 îlon, 2022   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî li paytexta Kenyayê Naîrobî hate girtin û radestî desthilata dewleta Tirk hate kirin. Desthilata Tirkiyê rêber Ocalan di girtîgeha gireva Îmraliyê ragirtî ye û tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye, destûr nade malbat û parêzeran ku wî bibînin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xedîce Îbrahîm diyar kir ku rêber Ocalan bi rêbazekî ne qanûnî, bi operasyoneke îstîxbaratî ku gelek dewlet tê de beşdar bûn û bi sedemên siyasî hat revandin, ji ber ku fikirê wî temsîla azadiya gelan û civakê dike.

Xedîce Îbrahîm îşaret bi armanca komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî rêber Ocalan kir û got: "Armanca revandina rêber Ocalan û xista wî ya li girtîgeha gireva Îmraliyê ya xirab ew e ku serî ji benden were qutkirin, an ku rêbertî ji gel were qutkirin û fikirê azad û îradeya gelan werin têkbirin."

Ji roja girtinê heta îro ve, zextên giran û siyasetên taybet li dijî rêber Abdullah Ocalan tên meşandin, destûr nayê dayîn ku rêber Ocalan têkiliyan bi malbat û parêzerên xwe re deyne, her wiha têkikiyên wî yên bi derve re qedexe kirine. Ev sîstem bi navê "sîstema îşkencekirin û tecrîda li Îmraliyê" tê naskirin. Her wiha rejîma Tirk dem dem "Cezayên dîsîplînê" li ser wî dibîrîne û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya jinûve darizandina wî û pêkanîna biryara "mafê hêviyê" bi cih nayîne.

"Cezayên dîsîplînê" ku cara yekemîn li ser rêber Ocalan hatin birîn, piştî bidawîbûna rewşa awarte bû ku Tirkiyê piştî darbeya sala 2016'an heta dawiya Îlona 2018'an ragihandibû.

Parêzerên rêber Ocalan qonaxa duyemîn a tecrîdê bi ya herî xeternak bi nav dikin. Qonaxa yekemîn ji sala 1999'an heta sala 2016'an bû. Di vê qonaxê de hevdîtinên bi rêber Ocalan re bi hincetên rewşa hewayî nebaş e, keştî nikare bighêje Îmraliyê an xwediyê keştiyê nexweş e an jî bi destûr e, dihatin qedexekirin.

Qonaxa duyemîn piştî darbeya sala 2016'an û ragihandina rewşa awarte li Tirkyê bû. Dadgeha Bursayê ku berpirsa girtîgeha Îmraliyê ye, 20'ê Tîrmeha heman salê bi biryarekî hemû serdanên malbat û parêzeran rawestandin, her wiha peywendiya rêber Ocalan û 3 girtiyên din bi derve re qedexe kirin, heman demê derbaskirina pirtûk û rojname ji bo Îmraliyê qedexe kirin. Ev qonax heta 20'ê Îlona 2018'an, an ku piştî bidawîbûna rewşa awarte dewam kir.

Parêzer Xedîce Îbrahîm bal kişand ser zext û tecîrda li ser rêber Ocalan û wiha domand: "Armanc ji van zextan pêkanîna armancên komployê ne û rêbertî ji hemû mafên ku di qanûnan de hatine destnîşankirin, çi qanûnên Tirkiyê bin an jî yên navneteweyî bin, bê par were hiştin."

Her wiha Xedîce Îbrahîm bi bîr xist ku rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê ya xirab de rastî her cure binpêkirin tê, ya herî girîng tecrîd û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbata wî ne.

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku di tu bendên qanûnên navneteweyî de ferzkirina tecrîdê li ser girtiyan tune ye û got: "Hincetên hikumeta Tirk ên ji bo girankirina tecrîdê li ser rêbertî dûrî rastî û rewş û qanûnî ne. Hincet çi dibe bila bibe, nabe girtî ji hevdîtinên bi malbat an jî parêzerên xwe re bê par were hiştin. Heger rewş xurt be wekî erdhejê an jî hincetên girêdayî rewşa hewayî jî bin, divê cihê rêbertî were guhertin, ji ber ku ev ji bo tenduristiyê ne baş e."

ARMANCA CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ ÇI YE?

Xedîce Îbrahîm diyar kir u dewleta Tirk bi hincetên nerast wekî keştî xirab bûye an jî rewşa hewayê nebaş e, daxwazên hevdîtinan bi rêber Ocalan re qedexe dike û got: "Ji wê zêdetir li pey hev cezayên dîsîplînê li dijî wî derxist, bêyî ku parêzerên wî agahdar bike. Armanca yekemîn ji van cezayan domandina tecrîdê ye, piştre wî ji mafê hêviyê mehrûm bike ku şerte girtî sûdê jê bigire."

Der barê ''Mafê hêviyê" de, parêzer Xedîce Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Ev maf di qanûnên piraniya dewletan, di nav de Tirkiyê de hene. Li gorî wê dibe girtiyê mehkumê cezayê mûbet, piştî 36 salan ji girtinê were berdan, heger gelek şert peyda bibin. Qanûna cezayan a Tirkiyê gelek sûc îstisna kirine da ku tawanberan ji vî mafî bê par bihêlin."

Xedîce Îbrahîm bi domdarî got: "Ji bo rêber Ocalan jî, dewleta Tirk cezayên dîsîlplînê derxistin da ku wî ji mafê hêviyê bê par bihêle. Komîteya wezîran a Ewropayê ji Tirkiye xwest ku ev qanûn werin guhertin da ku mafê hêviyê bibe piştî 26 salan ji girtinê û muhlet heta 22'ê vê Îlonê da ku bersiva daxwaza komîteyê were dayîn. Tirkiyê neçar e ku bersivê bide ji ber ku wê lihevkirin pê re îmaze kiriye."

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) sala 2020'î serdana girtîgeha Îmraliyê kir û di raporê de diyar kir ku zextên li ser rêber Ocalan û hevalên wî yên di girtîgeha Îmraliyê de nayên qebûlkirin. CPT'ê bang kir ku divê girtî peywendiyan bi derve re.

Xedîce Îbrahîm li ser mijarê wiha got: "Ji bo CPT'ê, li gorî rêziknameya wî, divê bi awayekî asayî serdana girtîgehê bike û têkildarî rewşa girtîgehan raporan bi raya giştî re parve bike. CPT'ê serdana Îmraliyê kir û piştî 6 meh di ser serdanê re derbas bûn, an ku piştî desthilata Tirk destûr dayê, raporek weşand. Ev dide diyarkirin ku binpêkirin li dijî rêber Ocalan hene, lê civata navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar tevnagerin. Ji bo vê yekê parêzeran bi dehan gelî û daxwazname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dadgehên Tirkiyê kirine."

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xedîce Îbrahîm  diyar kir ku rêxistin û saziyên mafên mirovan yên navneteweyî serî ji hegemoniya siyasî û hikumetan re datîne û li gorî rêzikname û armancên hiqûqî ku ji bo wê hatine avakirin, tevnagerin.

ANHA