Jina Tirk a DAIŞ`î: Divê em ji bo Tirkiyê ne erzan bin

Bi hesanî derbasî Sûriyê bûn lê her diçû ji ber sînorên dewleta Tirk dûr diketin, derketina wan asteng bû. Ew xeyalên jina Tirk a DAIŞ`î Saadet Gûler piştî binketina DAIŞ`ê û bicihkirina wan li kampa Holê têk çûn. Niha li benda wergirtina dewleta Tirk e û got: “Bila Tirkiyê xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve.”

Jina Tirk a DAIŞ`î: Divê em ji bo Tirkiyê ne erzan bin
12 îlon, 2022   04:40
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Gelek jinên wekî hevjîna çeteyekî Saadet Gûler li kampa Holê hene ku mirov wan divê çawa destbigire? Qurban ango hevkar in? Jinên xapandî ango ketî? Her çi dibe bila bibe ev jin bûne şahidên qetlîaman. Qetlîam nekiribin jî bi bêdengî, lê temaşekirin û bihîstina wan di esas de hevkarî ye.

Ev jinên malbatên DAIŞ`ê ji welatên xwe bi hinceta “Hîcretê” der diketin ku welatekî din dagir û talan bikin. Ne tenê ev, bi armancên ezeztî hinceta jiyaneke xweştir, yanî li ser diziya jiyana hemwelatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berê xwe dane vê axa pîroz.

Tişta herî balkeş jî ew e ku xwe bêguneh der dixin û wekî ku tiştekî gelekî normal e jiyana xwe tînin ser ziman. Di çîroka Saadet Gûler de jî derdikeve holê ku ew tenê hewl dide gunehên xwe jirêzê bike. Ew bûne malbatên rêxistina herî xwînxwar a cîhanê. Niha jî hemû xeyalên wan yên xîlafetê li kampa Holê hatin sînordarkirin.

Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di 25 Tebaxê de li kampa Holê ji bo mîsogerkirina ewlehiyê û girtina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hate destpêkirin.

Di kampa Holê de 8 hezar zêdetir kes hene. Herî zêde ji 50 welatan malbatên çeteyan li kampa Holê hene. Heya niha tenê 20 welatan hemwelatiyên xwe wer girtine. Ev malbatên çeteyan ku bi piştevaniya dewletan derbasî herêmên Sûriyê bûne niha bi tenê û wekî bombeyek demkî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatine hiştin.  Yek ji wan jî hevjina çeteyekî DAIŞ`ê bi navê Saadet Gûler e.

JI HATAYÊ BER BI SÛRIYÊ VE

Hevjîna DAIŞ`ê Saadet Gûler (47) dayika 3 zarokan e. Ew bi xwe ji bajarê Hatay yê Tirkiyê ye. Saadet tene zimanê tirkî dizane. Balkêş e ku heya niha wê xwe fêrî zimanê Erebî nekiriye. Ji ber hem li kampa Holê hem jî di DAIŞ bi xwe de zimanê esasî yê “dewleta Îslamê” erebî ye. Dema sedema nefêrkirina zimanê erebî dipirsin bêbersiv dimîne.

Li gorî şîrovekirina Saadet ew ji bo îslamiyetê hin baştir bijîn bi 3 zarokên xwe re hatine Sûriyê. Destpêkê 3 mehan vê biryara hevjînê xwe red dike lê paşê erê kiriye. Hevjînê wê ji Samsûnê yê Tirkiyê ye. Hevjînê wê derûkar bû. Di dawiya 2014`an de ji Dîlokê bê ku leşkerên dewleta Tirk ji wan re astengî derxin bi 3 zarokên xwe re derbasî Bableman dibin. Li vir bi gelek însanên biyanî ku ew jî ji bo şandina Sûriyê hatine komkirin tev li wan dibin. Saadet Gûler got di nav wan jinên ku hatine komkirin de jinên êzîdî jî hebûn. Ji wir derbasî Minbicê dibin.

Jİ BER JI SÎNORÊN TIRKİYÊ DÛRKETİN NİKARÎN JI HERÊMÊ DERKEVİN

Saadet Gûler wiha domand: “Di nav wan koman de jinên ji Tirkiyê, Misir û Iraqê jî hebûn. Li Minbicê derketina derve li me qedexe bû. Tenê dihiştin ku em herin nexweşxaneyê. Lê hinek dihatin me bi giştî dibirin. Li Minbicê gelek Tirk hebûn. Hevjîna min birin cihekî cûda, piştî 15 rojan hevjînê min hat û me li Babê mal girt. Demekê em li Babê man paşê dîsa vegeriyan Minbicê, ji wir çûn Tepqa ye û li wir man. Di encama topbaranê de em ji cihekî diçûn cihekî din. Herî dawî li cihekî nêzî Baxozê man.”

Saadet Gûler diyar kir ku gelek caran xwestine ji Sûriyê derkevin lê di encama topbaranê ji sînorên Tirkiyê dûr diketin û cihê derketine nedidîtin.

JI DESTÊ ZAROKAN XEYAL DIZÎN

Yên ku bi agirê van malbatên DAIŞ`î dişewitîn helbet zarok in. Ew jî li ser heman hişmendiya DAIŞ têne perwerdekirin ku nifşekî nû ji DAIŞ xetertir tê avakirin. Saadet Gûler jî di vê dîtinê de ye ku dibejê min xeyalên zarokên xwe dizîn û lê zêde dike: “Dema zarokên min mezin bin wê xeyalên wan yê xweş nebin. Me ji destê zarokên xwe xeyalên wan birin. Me her tişt hesab nekir, baş nefikirîn. Ji ber em li vir nikarin bi tenê bigerin neçar bûm ku keça xwe di 18 saliyê de bi yekî biyanî re bizewcînim. Hevjînê keça min jî niha girtiye. Hevjînê min jî girtiye.”

Derbarê rewşa kampa Holê de Saadet Gûler ev tişt anî ziman: “Mirov nikare li vir bibejê ez wiha difikirim. Tu nikare bi rehetî tevbigerî. Hinek bi hinceteke biçûk dikarin tiştekî li yekî bikin. Pirsgirêka bêhntengî bi min re heye. Ji ber wê ez nikarim 3 qatan rûyê xwe bigirim. Lê rûxmî vê jî min hişyar kirin.”

ENCAMA BINKEFTINA DAIŞ`Ê: MIN TIŞTEKÎ WIHA XEYAL NEDIKIR

“Em di xeletiyekê de ne” bi van gotinan poşmaniya xwe tîne ser ziman lê li ser pirsa me, ger DAIŞ her cihê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirbikira wê heman tişt bifira bêbersiv dimîne. Li ser binkeftina DAIŞ`ê û jiyana li kampê helbet wiha got: “Min tiştekî wiha xeyal nedikir. Li ser armanca hîn zêdetir em ê xweş bijîn em hatin, lê ev 3 sal û nîv di hesabê min de tune bû. Em ji cihna pekiyan cihên din. Di malbata min de ez tenê sergirtî me. Dema em di nav DAIŞ`ê de bûn bi rihetî li ser înternetê em bi malbatên xwe re diaxivîn. Malbata min tu carî vê biryara min qebûl nekir. Her ji me re digotin ji wir derkevin û werin.” 

`BI HÊSANÎ EM DERBAS BÛN LÊ DERKETIN ZEHMET E`

“Em wekî axên windayî ne” Saadet Gûler rewşa xwe wisa wesifand û destnîşan kir ku ew dewleta sînor ji wan re vekir, niha dev ji wan berda ye û got: “Gelek kes ji vir derketin, dewletan wan wergirt. Kes naxwaze li vir bijî. Min dixwest ku Tirkiyê bibejê ew hemwelatiya min e çi dibe bila bibe divê ez wê werbigirim. Destê xwe danîba ser masê, wergirtina me taleb bikira. Tu dewlet nikare ji hemwelatiyê xwe re bibejê çi dibe bila bibe eleqê min jê nîne. Em dixwazin Tirkiyê, bi rêyên normal me ji vir derxe. Min gelekî dixwest li hemberî Tirkiyê bi dengekî bilind bibêjim hûn çima min nagirin. Ez hemwelatiya Tirkiyê me çima ji bo min ew tiştekî nakin? Em bi hêsanî derbasî vê derê bûn lê derketin zehmet e.”

`DIVÊ EM JI BO WAN NE ERZAN BIN`

Saadet Gûler bang li dewleta Tirk kir ku bila xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve û got: “Ger Tirkiyê bibejê li wir bemire, divê em ji bo wan ewqasî ne erzan bin. Ev 3 sal û 8 meh in ez li vir im. Gelo dema em mirin wê dengê me bikin?  Bila herkes dengê me bigire ku Tirkiyê me ji vir bixwaze. Wê çawa bigire nizanim lê bila bigire.”

ANHA