ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-9-2022`YAN
11 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîenya Kongra Star li pêşiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY li dar xistiye didome saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Hiqûqî ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şîrovekirina rêgezên bingehîn û qanûnên jinan, civînekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê xwepêşandanek li navçeya Qenayê ya kantona Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîra Meşhor a Dêrazorê da zanîn ku nêzîbûn û civînên ku di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de çê dibin ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in û got ew hemû komployên li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê red dikin ku rêya yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên ereb û kurd îşaret bi girîngiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk kir ku pê re xetereya çeteyên DAIŞ`ê ji holê radibe. Rûspiyan her wiha xebatên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo têkbirina xetereya DAIŞ`ê silav kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku piştgiriya hewldanên hêzên leşkerî bikin û dosyaya DAIŞ`ê bi rewşa ewlehiyê ve sînordar nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Êm a Dêrikê heta niha ji 800 tonî, zêdetirî 400 ton êm li sewalvanên navçeyên Dêrikê, Çilaxa, Girkêlegê û Til Koçerê belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desthilata Tirkiyê ji sala 2019'an ve cezayên dîsîplînê li dijî rêber Abdullah Ocalan biriye. Parêzer Xedîce Îbrahîm diyar kir ku armanc ji van cezayan destpêkê domandina tecrîdê ye û ya din bêparhiştina rêber Ocalan ji "mafê hêviyê" ye.

Ev 4 sal in nêzî 2 hezar xwendekarên navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî ku dibistanên wan nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk a dagirker re ne, xwendinê bêpar in. Ev yek ligel paşguhkirina civata navneteweyî û rêxistinên têkildar pêk tê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku plana dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina kantona Efrînê ya bi armanca guhertina demografiya wê û tunekirina xwezaya wê da ku ji axa Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyeyê bike, hê jî berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hesanî derbasî Sûriyê bûn lê her diçû ji ber sînorên dewleta Tirk dûr diketin, derketina wan asteng bû. Ew xeyalên jina Tirk a DAIŞ`î Saadet Gûler piştî binketina DAIŞ`ê û bicihkirina wan li kampa Holê têk çûn. Niha li benda wergirtina dewleta Tirk e û got: “Bila Tirkiyê xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve.”

ANALÎZ

Li Tirkiyê faşîzm heye û bi xwînê tê xwedîkirin. Ne tenê li Kurdistanê, li her devera ku sîstema faşîst lê serdest be, miştaxe û bêndera kuştiyan, golên xwînê hene. Faşîzm, xwedî zîhniyeta dagirkirinê ye, têgihiştina kollektîf, hewngiriya fîlozofîk dikuje, rêbazên diyalektîk tune dike. Ev jî rê li ber çareseriya pirsgirêkan digire. Cudahiyê dike, tert dike, zextê dike. Yanî îradeya kollektîf û fikrê azad tune dike. Rêxstiniya civakî û mekan li holê nahêle. Dewleteke eskerî ava dike, hemwelatî dibe çakerê dewletê.

ANHA