Yekemîn Konferansa Parastinê ya  Ciwanên  Herêma Cizîrê tê li darxistin

Ciwanên Herêma Cizîrê di 20’ê Îlonê de yekemîn konferansa parastinê dar dixe. Her wiha Desteya Ciwanan û Werzîşê jî bangawazî li ciwanan kir ku bi awayekî çalak tevlî vê konferansê bibin.

Yekemîn Konferansa Parastinê ya  Ciwanên  Herêma Cizîrê tê li darxistin
11 îlon, 2022   08:35
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Di bin dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” de, di 20-21’ê Îlonê de Yekemîn Konferansa Parastinê ya Ciwanên Herêma Cizîrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan tê lidarxistin.

Tê payin ku konferans 2 rojan berdewam bike. Di roja yekê de wê sporên parastinê yên weke tekvando, lîstikên û sporên gerîla werin pêşkeşkirin. Her wiha fîlmên li ser parastinê werin pêşandan, komên govend û mûzîkê wê hunerên xwe pêşkeş bikin. Di roja duyemîn de jî, wê perspektîfên Rêber Abdulah Ocalan li ser parastinê werin temaşekirin. Li ser pêşxistina parastina rewa, dê nîqaş, nêrîn û pêşniyar werin girtin.

Her wiha Desteya Ciwanan û Werzîşê jî tevlêbûna xwe ya ji bo vê konferansê ragihand û ji hemû ciwanan û jinên ciwan xwest ku bi awayekî çalak tevlî konferansê bibin.

ANHA