Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir: Aqûbeta dîlgirtiyên êrişa Xelîfanê eşkere bike

Meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê û Dêrikê bang li PDK'ê kirin ku aqubeta dîlgirtiyên êrişa li Xelîfanê eşkere bikin û dev ji xiyanetê berde.

Malbatên şehîdan bang li PDK'ê kir: Aqûbeta dîlgirtiyên êrişa Xelîfanê eşkere bike
11 îlon, 2022   10:47
QAMIŞLO

5 Îlonê dewleta Tirk a dagirker û çekdarên PDK'ê li navçeya Xelîfanê êrişî komek a 5 gerîlayan kirin.  Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di êrişê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn ku ji aliyê çekdarên PDK'ê ve dîl hatin girtin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi daxuyaniyan ev êriş şermezar kirin û banga eşkerekirina aqubeta gerîlayên birîndar kir

TIRBESPIYÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Şêrîn Şemsî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne, hatin şermezarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker siyasetên qirkirinê li dijî gelê Kurd pêk tîne, zarokan qetil dike û nirxên me yên madî û manewî dike hedef. Ev hemû encamên binkeftina siyaseta wê ya hundirîn û derve ye."

Di dewama daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan hat silavkirin û hate gotin, gelê Kurd bi tevahî piştgiriyê dide îradeya xurt a gerîlayên azadiyê, lê PDK'ê bi hevkariya hêzên dagirker ên dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin hedef.

Meclisa Malbatên Şehîdan bang li xelkê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî siyasetên PDK'ê yên "Xiyanetê" bisekinin û ji bo parastina nirxê neteweyî yê gelê Kurd piştgiriyê bidin berxwedana gerîla.

Meclisê di daxuyaniyê de kiryarên PDK'ê wekî xencerekê li pişta gelê Kurd û xiyanetê li fedekariyên lehengane yên keç û xortên gelê Kurd hatin binavkirin û hate gotin: "Divê em li hemberî van kiryaran bisekinin û teşhîr bikin."

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê jî bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hogir Hacî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji Nîsanê ve dewleta Tirk a terorîst bi hemû cûre çek, balafirên bê mirov, çekên kîmyewî û yên qedexekirî êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Tevî ku her cûre çekên pêşketî û yên qedexekirî bi kar tîne, nikare vîna gerîlayên azadiyê têk bibe ku derbên giran li dijminê Tirk didin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişa hevbeş a li dijî gerîlayan hate kirin û wiha hat domandin: "5’ê Îlonê  tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrişa balafirên keşfê hatin. Hêzên PDK'ê piştî êrişê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin, du gerîlayên rasatî êrişên hatin dîl girtin û aqûbeta birîndaran nayê zanîn."

Di daxuyaniyê de bang li PDK'ê hate kirin ku dev ji kiryarên xwe berde û aqûbeta dîlgirtiyan eşkere bike.

HPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê gotin: "Li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira keşfê ji nişka ve hat û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist, nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê û bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund jî rewşeke balkêş e. "

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ja2WZ4VYdlk" title="مجالس عوائل الشهداء تطالب PDK بالكف عن أعماله المشينة وكشف مصير أسرى هجوم خليفان - تربه سبيه" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>