Dagirkeriya Tirk wesayîteke YBŞ`ê bombe kir- HATE NÛKIRIN

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Xanasorê ya Şengalê bombe li wesayîteke YBŞ`ê barand.

Dagirkeriya Tirk wesayîteke YBŞ`ê bombe kir- HATE NÛKIRIN
11 îlon, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk li ber baregeha artêşa Iraqê ya gundê Behreva ya ser bi navçeya Xanesorê ya Şengalê bombe li wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) barand.

Têkildarî encamên êrişê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Tê payîn ku Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşê di saetên pêş de daxuyaniyeke bide.

(cx)