Nûnerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li konferansa jinan li Tunisê bûn

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Barsoum ku beşdarî Konferansa 3`yemîn a Jinên Kedkar ên Cîhanê bû, bal kişand ser dilgeşiya beşdaran li hember rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û îşaret bi şoreş, bandora wê û guhertinên ku li herêmê û cîhanê rû dane kir.

Nûnerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li konferansa jinan li Tunisê bûn
11 îlon, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN-SLAVA EBDUREHMAN

40 jin ji dewletên cîhanê tev li Konferansa 3`yemîn a Jinên Kadker ên Cîhanê bû ku bi dirûşma “Hevgirtin… hevgirtina bi jinan re” di 4`ê Îlonê de li Tunisê dest pê kir û di 9`ê Îlonê de bi dawî bû.

Nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk a Kongra Star Menal Mihemed, endama Akademiya Jinelojî Rohilat Arif Nasir, endama Navenda Dîplomatîk a Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CDC) Lûlav Şêxo, endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnera pêkhateya suyran Corcêt Bersûm û berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş tev li wê konferansê bûn.

/kr/uploads/files/2022/09/10/173540_corct.webp

Ji bo naskirina agahiyên dîtir der barê konferansê de, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Corcêt Barsûm bi rêya medya dijîtal ji ajansa me re axivî.

*Hûn tev Konferansa 3`yemîn a Jinên Kedkar li Tunisê bûn. Şande ji 5 nûnerên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Gelo armanca wê ji tevlêbûnê çi ye?

Me xwest, tecrubeya jinan a Şoreşa 19`ê Tîrmehê di hemû qadên jiyanê de, destkeftiyên jinan bi taybet avakirina rêxistinên jinan mîna YPJ, Hêzên Parastina Civakê-Jin (HPC-Jin) û armancên van rêxistinan ku li hember hemû xetereyên li ser jinan disekinin û şerê DAIŞ`ê kir, destkeftiyên ku jinan bi dest xistine parastin, ragihînin civata kombûyî. Guhertinên mezin ên ku jinan li herêmê pêk anîne, rojeva sereke ya konferansê bû.

Her wiha ji bingeha ku ji mafên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku ew û tecrubeya wê, destkeftiyên ku di serdama 21`an de pêk anîne bên naskirin. Me xwest di konferansê de, ji beşdaran re xuya bikin ku ev tecrubeya jinan li cîhanê bi giştî tecrubeyeke taybet e. Li rex wê me hêza pêkhateyan û hevgirtina wan, çawa jin bi vê hevgirtinê, guhertineke bingehîn û giştî li herêmê çêke û li cîhanê giştî bandor bike, raxist ber çavên beşdaran.

*Hûn ji aliyê rêxistinên jinan ên Tunisê ve hatin vexwendin. Gelo ew rêxistin kî ne û têkiliya we berê pê re hene lê na?

Komîteya çavdêra konferansê em vexwendin. Di konferansê de rêxistin û komeleyên mîna Nivîsgeha Watanî ya Jinên Kedkar a Yekitiya Giştî ya Xebitandinê ya Tunisê, Weqfa Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, Yekitiya Watanî ya Jinan, Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê, Komeleya Milyon a Gundewar û Bidon Land, gelek rewşenbîr û pirsporên jin, hebûn.

*Gelo ev konfransa yekemîn e ku hûn tev lê bûn, çima hûn tev li konferansên berê nebûn?

Ev cara yekê ye ku em tev li konferanseke wiha dibin. Ji bo me ev tiştek gelek baş e û dehfeke mezin dide me ku êdî cîhan jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola wê ya pêşeng nas bike. Berê em tev li mîna van konferansan nebûn, ji ber ku kesek bal nedikşand ser vê beşê ji Sûriyê. Vexwendname bi navê Sûriyê dihat.

Gelek jin li herêmên din ên Sûriyê hatibûn vexwendin, lê nehatin. Tenê em beşdar bûn.

*We di konferansê de çi nîqaş kir, çi pêşniyar kir, mijarên herî girîng ku bûn rojeva konferansê çi ne?

Konferans di 4`ê Îlonê de dest pê kir. Em bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev lê bûn. Bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me cil û bergên suryan, kurd û ereb li xwe kir. Gelek jinên din ji çar parçeyên kurdistanê tev lê bûn. Di destê me de al, slogan, pankart hebûn. Em tev li meşekê bûn ku ji kolana Porkîba dest pê kir û li navenda çandê rawestiye. Li navendê konferans dest pê kir.

Di rojên duyem û sêyem de werşeyên kar hebûn. Ji lew ra werşeyên diyar û taybet ên mijarên jinan hebûn. Her welatek, mijareke diyar di werşeyan de kir rojev. Çi yên li ser tundiya li ser jinan yan jî jinên oportunîst yan jî dîktator û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeya me, mijara zanista jinelojî, kongra star, jinên Kurdistanê, semînerek li ser dîrok û têkoşîna jinên suryan pêşkêş kir.

Di roja heftem û heştem, civîn giştî bû, tê de raporên bi dîmen li ser rewaş jinan li 4 parzemînan, destkeftiyên ku bi dest xistine, civînên ku di Konferansa Jinên Kedkar ên Cîhanê de li dar ketine ku diviyabû beriya salekê hatiba lidarxisitn lê ji ber koronayê dereng ket.

Piştî xwendina raporan, endamên parêzvanên dozên jinan, di mijarên tundiya li ser jinan de, pirsgirkê û astengiyên li pêşiya jinan derdikevin her yek li welatê wê, rewşa jinan li Almanya, Perû, Sûriye û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe parve kirin.

Behsa jinên ciwan, xizaniya li cîhanê, aboriya paşketî ku bi awayekî mezin bandor li jinan dike, zewicandina zarokan, dujanîbûn û kurtajkirina bi zorê, hat kirin.

*Gelo xalên sereke ku we li ser lihev kirine çi ne û xalên nakok çi ne. Gelo we tundiya li ser jinan ji aliyê zihniyeta baviksalarî, rola dewletên kapîtalîst tê de nîqaş kir. Encamên konferasê yên dawîn çi bûn?

Teqezî bi tundiya li ser jinan ji aliyê civaka baviksalarî, pergalên dewletê, malbat li welatên emparyalîst hat kirin ku xwe dispêrin komeke urf û adetan û qanûnên ku jinan sînordar dikin û mafên wan binpê dikin. Her wiha teqezî bi rola karker û çalakvanên jin, rêxistinên hawîrdorê û têkoşerên qada mafên mirovan û jinan ciwan, hat kirin. Beşdaran lehengiya jinan ruxmî ku rastî tundiyê tên, silav kir. Li ser rola jinan di girêvan û çalakiyan de teqez kirin ku tevî şert û mercên dijwar li dar xistin.

Di konferansê de teqezî bi piştgiriya jinan li cîhanê, azadiya wê, mafên wê û pêkanîna wekheviyê di civak û dewletê de hat kirin ku ew bi fikr û zihniyeta baviksalarî, fikrê faşîst ê li ser cinsê ava bûye, bi mêtingerî, şofanîzim, keysbazî û komunîst ve girêdayî ye.

*Hûn bi kê re rûniştin, hevdîtinên we çawa derbas bûn. Ji bo beşdarên konferansê, nêrînên wan der barê şoreşa jinan li herêmê de çi bûn? Nirxandinên wan ên vê tecrubeya nû çawa bû?

Me hevdîtin bi kesayetên li seranserî cîhanê re çêkir. Wan bi kêfxweşiyeke mezin em pêşwazî kirin. Em ê di bernameya xwe de serdana gelek rêxistinên jinan ên Tunisê bikin. Ji bo dilgermiya ku em pê hatine pêşwazîkirin, gelek mezin bû, dengê jinên kurd, suryan û ereb bilind bû û bal kişandin ser şoreşa jinan, bandora wê li ser guhertinên li herêmê û cîhanê rû didin. Îşaret bi tecrubeya jinan li herêmê hat kirin ku tecrubeyeke taybet e li cîhanê ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike, gelek destkeftî bi dest xistin ku jinan roleke pêşeng di pêkanîna wê de lîst bi taybet YPJ`ê ku li cîhanê bi giştî bû sembol û deng veda.

ANHA