Parlamenterekî iraqî: Ger gef li dewleta Tirk werin xwarin dê topbaranê rawestîne

Li gel bêdengiyên hikumetên Bexda û Hewlêrê, parlamenterekî iraqî bang kir ku têkiliyên bazirganî bi dewleta Tirk re qut bikin û diyar kir ku ger gef li dewleta Tirk werin xwarin ku dê têkiliyên baziriganiyê qut bikin, dê topbaranên li hundirê Iraqê rawestîne.

Parlamenterekî iraqî: Ger gef li dewleta Tirk werin xwarin dê topbaranê rawestîne
10 îlon, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Meclisa Nûneran a Iraqê Ehmed El Rebîî bangên xwe yên ji bo qutkirina têkilî û pevguhartina bazirganiyê bi dewleta Tirk re dubare kirin û da zanîn ku gefên bazirganiyê dê xetereya aboriya dewleta Tirk bilind bike.

El Rebîî ji ajansa Rojnewsê re got: "Topbaranên dewleta Tirk li dijî bakurê Iraqê ji bin kontrolê derketin û tu bertekên ji hêla hikumeta navendî yan jî hikumeta herêmê ve ku li hember van êrişan bisekinin, tune ne."

El Rebîî wiha domand: "Divê Iraq ji berjewendiyên hevbeş, parvekirina bazirganî û aboriya di navbera her du welatan de sûdê bigire û wê bi kaxiza aboriyê dorpêç bike ku bi xwe re xetereyeke mezin li ser aboriya Tirkiyê çêdike."

El Rebîî da zanîn ku kaxizên zextê li ser dewleta Tirk gelek in lê pêdivî bi pêkanînê heye û wiha pê de çû: "Gefên qutkirina têkiliyên bazirganiyê li dijî dewleta Tirk, dê çalakiyên wê yên li hundirê Iraqê rawestînin."

(fr)