Fermandarên QSD û CENTCOM’ê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê şopand

Şandeyeke Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi serkêşiya fermandarê giştî Mezlûm Ebdî û ya CENTCOM’ê bi serkêşiya general Michael Corella serdana kampa Holê kir da ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bişopîne û fermandariya pêngavê bang kir ku çareyeke lezgîn ji dosyaya DAIŞ’ê re bibînin.

Fermandarên QSD û CENTCOM’ê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê şopand
10 îlon, 2022   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şandeya Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi serkêşiya fermandarê giştî Mezlûm Ebdî û ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi serkêşya general Michael Corella serdana kampa Holê kir da ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bişopîne.

Şandeyê gelek agahî der barê rewşên li kampê ji aliyên ewlehî û mirovahiyê de wergirtin û fermandariya pêngavê hûrgiliyên li ser planên endamên şaneyên DAIŞ‛ê yên berê û niha ji bo kontrolkirina kampê û zexta li ser niştecihan û gefên li dijî wan ji bo tev li rêxistina terorê bibin, şîrove kirin. Her wiha li ser rewşên qetilkirin û îşkenceya hovane ku çeteyên DAIŞ’ê û jinên rêxistina terorîst li dijî niştecihên kampê pêk tînin, eşkere kirin.

Fermandariyê da zanîn ku DAIŞ bi rêya gelek rê û rêbazan hewl dide dest bi xîlafeta duyemîn bike.

Fermandariyê agahî li ser hewldanên berê û niha yên endamên terorîst ku ji kampê birevin û têkiliyê bi derve re deynin, pêşkêş kirin, her wiha da zanîn ku çeteyan çek û amûr ji bo pêkanîna sûcên terorîstî veşartibûn.

Fermandariya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji şandeyê re hewldana DAIŞ’ê ya avakirina nifşekî nû û tevlêkirina hin niştecihên ji kampê eşkere kir û destnîşan kir ku ew konên ji bo belavkirina fikrên DAIŞ’ê rakirin.

Fermandariyê bang kir ku çareyeke lezgîn li dijî DAIŞ’ê bi hevkariya QSD’ê bibînin û pêşî li zindîkirina wan bigirin.

Fermandariya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê diyar kir ku civata navneteweyî kampa Holê ji aliyên ewlehî û mirovahiyê re paşguh dike û dewlet red dikin ku welatiyên xwe yên li kampê vegerînin.

Rêveberiya Kampa Holê jî agahî li ser rewşa mirovî ya li kampê, gefên şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û hewldanên wan ên sûdewergirtina ji vê rewşê da ku tevlêbûna nav şaneyên zêde bikin, dan.

Fermandarê CENTCOM’ê Michael Corella jî ji ber şehadeta 2 şervanên QSD'ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyêê de sersaxî xwest û piştgiriya xwe bi QSD û malbatên şehîdan re anî ziman.

Her wiha bang li dewletan kir ku welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de vegerînin.