Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê li hember Sedr disekine û banga lidarxistina parlamentoyê dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, krîza Lîbyayê û dosyaya nexşekirina sînorê Lubnan-Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê li hember Sedr disekine û banga lidarxistina parlamentoyê dike
10 îlon, 2022   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

‛ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ LI HEMBER SEDR DISEKINE Û BANGA LIDARXISTINA PARLAMENTOYÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Îtîhad El Îmaratî ev tişt nivîsî: "Parlamenterên ji hêzên Çarçoveya Hemahengiyê bang li serokatiya Meclisa Nûneran a Iraqê kir ku yekser dest bi vegera xebata meclisê bike ku ji dema xwepêşandanên Tevgera Sedr ve hatine taloqkirin.

Piştî Dadgeha Federal a Bilind dev ji erkên xwe yên hilweşandina Meclisa Nûneran berda, parlamenterên ji hêzên Çarçoveya Hemahengiyê bang li serokê meclisê Mihemed Helbûsî kir ku ji nû ve xebata parlamentoyê ku ji du mehan ve rawestiye, vegerîne. Her wiha hêzên çarçoveyê Helbûsî bi taloqkirina meclisê ji bo ajandeyên siyasî tawanbar kir.

Krîza siyasî ya Iraqê ji 11 mehan ve bêyî tu nîşaneyên çareyekê berdewam dike."

‛HEWLDANÊN EWROPAYÊ YÊN JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA LÎBYAYÊ ZÊDE DIBIN’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Berpirsên lîbyayî pêncşemê rêzehevdîtin bi berpirsên ewropî re di çarçoveya destekdayîna derketina Lîbyayê ji rewşa xitimîna siyasî û pêkanîna hilbijartinan de li dar xistin. Ew yek piştî demeke ji cemidandina hewldanên rojavayî û ewropiyan li hember tundiya li Terablusê û piştî erkdarkirina Ebdullah Batîlî ku nûnerê navneteweyî yê nû yê Lîbyayê ye, pêk hat.

Nûnerê fransî yê taybet bi Lîbyayê Paul Soller bi serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El Menfî re civiya û peyama serokê Fransayê Macron radestî wî kir.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Lîbyayê, Soller di peyamê de diyar kir ku dê li ser hemû aliyan hevkariyê bike ku têkiliyên her du welatan xurt bibin."

‘AMERÎKAYÊ RAGIHAND KU DI XÊZKIRINA SÎNORÊ LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE ‎PÊŞKETIN HEYE’

Têkildarî dosyaya xêzkirina sînorê Lubnan-Îsraîlê, rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "‎Navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ku duh serdana Beyrûtê kiribû, ragihandibû ku di ‎dan û standinên nerasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlê de yên têkildarî diyarkirina ‎sînorê deryayî yê Lubnan û Îsraîlê de pêşketin çêbûne, lê ji bo lihevhatinekê hîn xebat hewce dikin.‎‏

Hochstein di serdana xwe ya sêyemîn ya Hezîrana borî ya li Lubnanê de got: “Ez hîs dikim ku ‎me di hefteyên dawî de pêşkeftin bi dest xistiye. Di hevdîtina serokê ‎Lubnanê Mîşel Ewn, serokwezîrê erkdarkirî Necîb Miqatî û serokê parlamentoyê Nebîh ‎Birî de, piştî tiştên ku min bihîstin û piştî dan û standinên ku me pêk anîbûn, hêviyeke min ‎a mezin heye, lê ev mijar karekî zêdetir dixwaze.”‎

Li gorî daxuyaniya ku malpera fermî ya Mîqatî daye, Miqatî li avahiya hikumetê ‎navbeynkarê amerîkî pêşwazî kir. Di civîna li gel Mîqatî de fikirên nûnerê Amerîkayê hatin ‎nîqaşkirin ku dê şêwir li ser wan bê kirin û Hochstein dê di demeke nêzîk de bersivê bide.‎

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Birî jî, Birî li avahiya parlamentoyê navbeynkarê amerîkî û ‎şandeya pê re pêşwazî kir.‎‏ ‏

Hochstein encamên gera xwe û hevdîtina li gel serok Ewn, Mîqatî û Birî ya li Badeba ‎pêşkêş kir.‎‏ ‏

Birî anî ziman ku welatê wî pabendî lihevkirinê dibe û got divê tevahî dewlemendiya welat li ‎tevahî herêma aborî were îstîsmarkirin. Her wiha girîngiya vegera li dan û standina ne‎rasterast ên li Naqûrayê yên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê, ‎li gorî lihevkirinê, da ku encamên girîng pêk bînin."‎

(fr-bb)