Çîroka Hakan Arslan çîroka Şoreş Samuray bi bîr dixe

Awayê radestkirina cenazeyê şehîd Hakan Arslan, çîroka radestkirina cenazeyê Şoreş Samuray ya beriya 10 salan tîne bîra mirov ku cenazeyê wî di sindoqeke 10 santîmetre de radestî malbata wî hat kirin.

Çîroka Hakan Arslan çîroka Şoreş Samuray bi bîr dixe
10 îlon, 2022   07:14
KOBANÊ

Çîrok cuda û cihêreng in, lê hovîtiya dagirkeriya Tirk a li dijî Kurdan û Kurdistanê heman e.

Çîrokek nêzîkî ya Hakan Arslan (Welat Çiya) ye yê ku sala 2016'an li navçeya Sûra Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê desthilata Tirk ve hat şehîdxistin. Piştî 7 salan desthilata Tirk cenazeyê şehîd Hakan Arslan di 29’ê Tebaxê de di kîsekî de radestî bavê wî kir.

Dîmenê radestkirina cenazayê Hakan Arslan, çîroka gerîlayê şehîd Şoreş Samurayê ya beriya 10 salan, bi taybet ya dawiya Îlona 2012'an tîne bîra mirov.

Di dawiya Îlona 2012’an de, Xelîl Ehmed ê 50 salî agahiyên şehadeta kurê xwe Şêrwan (Şoreş Samuray) li çiyayên Kurdistanê bihîst.

Şêrwan di 2009’an de tev li gerîla dibe û di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk de cih girt.

Di 4’ê Tebaxa 2012’ê de Şoreş Samuray di Pêngava Şemzînanê ya ji bo tolhildana şehîd Rustem Cûdî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de li herêma Colemêrgê şehîd bû. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker destê danî ser cenazeyê wî û radestî malbatê nekir.

Malbata Şoreş Samuray daxwazên wergirtina cenazeyê kurê xwe kir, lê desthilata Tirk ew daxwaz bi gef û gotinên nexweş red kir. Bavê şehîd Şoreş, Xelîl Ehmed diyar kir ku piştî çend mehan wan hestiyeke tenê yê lingê şehîd Şoreş ku wek darika kibrîtê bû, wergirt.

Desthilatiya Tirk çend hestiyên şehîd Şoreş Samuray xistin sindoqeke 10 santîmetre û radestî malbata wî kir.

Xelîl Ehmed got, dîmenên wergirtina cenazeyê şehîd Hakan Arslan ji aliyê bavê wî ve, dîmenê wergirtina cenazeyê kurê xwe tîne bîra wî û got: “Dewleta Tirk li ser kuştin û talankirinê rabûye, ew dewleta herî terorîst û hovane ye. Em ji dewleta Tirk van kiryaran ecêb nabînin ji ber ku dîroka wê tijî xwîn e, lê belê bêdengiya navneteweyî cihê şermê ye.”

Xelîl Ehmed diyar kir ku ew banga radestkirina tevahiya cenazeyan dikin.

Hestiyên şehîd Şoreş Samuray li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatine veşartin.

Wek dilsoziyek bi birayê xwe re jî, xwişka şehîd Şoreş Samuray, Bêrîvan Ehmed di 2015’an de tev li refên gerîla bû.

(mh)

ANHA