​​​​​​​'Bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê li dijî qanûnên Tirkiyê û yên navneteweyî ye'

Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Sewsen Şoman diyar kir ku dewleta Tirk destûra xwe û qanûnên navneteweyî yên ku mafên girtiyên siyasî diparêzin, binpê dike û got “Dewleta Tirk ji fikrê azad ê Rêbertî ditirse, ji ber vê yekê ew ji mafê hêviyê pê par hiştiye."

​​​​​​​'Bêparhiştina Rêbertî ji mafê hêviyê li dijî qanûnên Tirkiyê û yên navneteweyî ye'
10 îlon, 2022   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di tecrîdeke giran de li girtîgeha Îmraliyê hatiye ragirtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de, der barê serlêdana 2003’yan a parêzerên rêber Abdullah Ocalan de biryar dabû û gotibû cezayê muebedê yê giran ê li Ocalan hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.

Di serlêdanê de îşaret pê hate kirin ku rêber Abdullah Ocalan bêyî “mafê hêviyê” li girtîgehê tê ragirtin û hewldanên hiqûqî yên ji bo ewlekirina “mafê hêviyê” û serbestberdana wî ya dema dirêj a ragirtina rêber Ocalan hat redkirin.

Di serlêdanê de hat pêşniyarkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka di biryara DMME’yê de hatiye destnîşankirin, divê guhertinên pêwîst ên qanûnî û pratîkî bi lezgînî ji aliyê Tirkiyê ve bên kirin. Her wiha hat diyarkirin ku planên çalakiyê yên di navbera salên 2015-2021'an de ji aliyê Tirkiyê ve hatine pêşkêşkirin, ji bo rakirina binpêkirinê tedbîrên şênber nîn in û hate gotin ku îdiayên ku biryarên binpêkirina Tirkiyê bi cih anîne, rastiyê nîşan nade. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Tirkiye di mijara banga bicihanîna biryarê û pêşniyarên komîteyê yên 3’yê Kanûna 2021’an de gavên guncaw neavêtine û daxwaz hatin rêzkirin. Tirkiyê îtîraf kir ku rêber Abdullah Ocalan ji “mafê hêviyê” bê par hiştiye.

'KIRYARÊN HEYÎ HEMÛ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKIN'

Têkildarî mijarê berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan, Sewsen Şoman diyar kir ku li Tirkiyê siyasetmedarên muxalîf, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi destgîrkirin, lêpirsîn, ceze û tawanên bê bingeh rû bi rû ne û got binpêkirinên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan têne kirin gelek bûn û wiha rêz kirin: "Darizandina şeklî, destgîrkirina demdirêj li gel dezgehên îstîxbarata Desteya Erkana Giştî û Hêzên Taybet a dûrî Wezareta Edaletê, bêparhiştina wî ji mafê têkiliyên bi derve re û tecrîda girankirî."

Sewsen Şoman destnîşan kir ku binpêkirinên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan têne kirin, li dijî hiqûqa siyasî û civakî yên peymanên navneteweyî.

Sewsen Şoman bal kişand ser binpêkirinên ku rejîma Tirk li dijî girtiyên siyasî pêk tîne û wiha pê de çû: "Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ji mafê wergirtina agahiyên bê par in, serdan qedexe ne, destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Desthilata Tirk bi vê yekê gelek mafên girtiyan binpê dike. Ji wan; mafê dayîna îfadeya xwe di demeke nêzîk de, mafê xweparastin û xwestina parêzeran, her wiha mafê wergirtina agahiyan li ser mafên xwe, mafê peywendiya bi cîhana derve re, mafê agahdarkirina malbatê bi cihê xwe û mafên serdana malbatê. Li gorî rêgezên têkildarî girtiyan, mafê girtiyan heye ku malbata xwe bibîne."

Ev tevahî maf di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de hatin mîsogerkirin. Her wiha ji aliyê Peymangeha Navneteweyî ya  taybet bi Mafên Sivîl û Siyasî ve hatine erêkirin. Dîsa jî di Peymana Têkoşîna li dijî îşkenceyê, peyama navneteweyî ya parastina tevahî kesan ji windahiya bi zorê, rêgezên têkilarî mafên tevahî kesên ku rastî cûreyên destgîrkirin an jî girtinê ya sala 1998'an û rêgezên têkildarî dan û standinên bi girtiyan an sala 1957'an de hatine diyarkirin.

Sewsen Şoman diyar kir ku zext û binpêkirinên dermirovî yên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên li Tirkiyê de di raporeke berfireh a kovara ‘Newsweek’ de hatine eşkerekirin.

Li gorî "mafê hêviyê" îhtîmal heye ku girtiyek cezayê muebet rojekê derkeve. Ev biryara yekemîn a Dadgeha Destûrî ya Almanyayê a der barê doza girtiyê muebed de bû ku 21'ê Hezîrana 1977'an de hate derxistin.

Li gorî DMME'yê, di çarçoveya xala 3'yan ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de nêzîkatiyeke xerab e ku mirov cezayê xwe di girtîgehê de derbas bike bêyî ku hêviya rojekê were berdan hebe, lew ra weke şertekî rêzgirtina ji rûmeta mirovî re mafê wî/ê yê hêviyê heye.

DMME'yê di biryarên ku salên dawî girtine de, ji bo ku cezayê girtina muebet a giran nebe mûameleyek xirab, îhtîmala ji nû ve lênihêrîna cezayê têkildar, her wiha îhtimalên rawestandin an jî paşxistina pêkanîna ceza, serbestberdana bi şert diyar kir an jî efûkirin hene.

'TIRKIYE JI RAMANÊ AZAD YÊ RÊBER OCALAN DITIRSE'

Li gorî xala 90’an a destûra Tirkiyê, ger nakokî di navbera qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan de hebin, dê biryarên peymanên navneteweyî pêk werin.

Sewsen Şoman diyar kir ku hikumeta Tirkiyê ya ku qanûnên navneteweyî dipejirîne, vê madeya destûra xwe binpê dike, ji ber îtîraf kir ku Abdullah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bê par hiştiye.

Sewsen Şoman destnîşan kir ku rejîma Tirk ramanê azad ê rêber Abdullah Ocalan wekî xetereyeke li ser desthilata xwe ya dîktator dibîne, ji ber vê yekê van binpêkirinan li dijî rêber Ocalan dimeşîne û wiha domand: "Ruxmî vê yekê, qirêjiya van bendan di qutkirina rêbertî ji gelê wî de bi ser neket. Rêbertî ne ji bo gelê Kurd tenê îlham û xwediyê bandorkerê yekemîn e. Lê doza dîlgirtina wî hemû parêzvanên mafên mirovan ên li cîhanê eleqedar dike."

Desthilata Tirk çanda girtinê li welat pêşdixe, plan dike ku 39 girtîgehên nû li tevahiya herêman ava bike. Rojnameyeke tirkî ragihand ku derdora deh milyar lîreya tirkî (1.3 milyar dolar) bûdce ji bo van girtîgehan hate veqetandin. Ev bûdce jî ya wezareta bazirganî, pîşesazî, jîngeh û kar û barên wezaretên derve zêdetir e. Sewsen Şoman da zanîn ku ev yek siyaseta çewisandinê ya sîstematîk nîşan dide ku berê desthilata dewleta Osmanî li dijî çi kesên azad pêk dianî.

Sewsen Şoman bi domdarî got: "Desthilata Tirk îdia dike ku di qanûnên Tirkiyê de mekanîzmayek ji bo lêkolînkirina cezayê giran ê girtîgehê tune ye. Hikumeta Tirk ji ber zextên navneteweyî, cezayê îdamê daxist cezayê girtinê yê muebet. Tevî bangên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên pêwîstiya avakirina mekanîzmeyekê ku mafê hêviya berdanê bide wan girtiyan, lê desthilata Tirk heta niha ev biryar pêk neaniye, ji wê zêdetir jî îtîraf kir ku rêber Ocalan ji vî mafî bê par e. Bi vê nêzîkatiyê desthilata Tirk hemû biyrarên navneteweyî binpê dike."

'DEWLET LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE PÎVANÊN TERORÊ DATÎNIN'

Nîşaneyên pêşîn ên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di 9`ê Cotmeha 1998`an de xuya bûn ku wê demê rêber Ocalan neçar ma ji Rojhilata Navîn derkeve. Sewsen Şoman anî ziman ku bi tawanên bê bingeh û plankirî ku serokê "partiyeke terorîst e", MIT sala 1999`an rêber Abdullah Ocalan dîl girt.

Sewsen Şoman bi domdarî got: "Teror, tawaneke xwedî pîvên bigirêk e ku dewlet li gorî berjewendiyên xwe û gefên ku li serdestiya wan tê xwarin datînin. Kîjan dewlet be divê herî kêm rêzê ji jiyana wan kesan re bigire û rê li pêşiya azadiya nêrînan û saziyên ragihandinê negire. Divê mamosteyan binçav neke û şertên tevlêbûna komeleyan  zehmet neke. Her wiha divê mafên kombûnê jî qedexe neke. Lê dewleta Tirk çi kesên ku elaqeyê dide doza kurdî an jî piştgiriyê wê dike, binçav dike."

Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Ocalan Sewsen Şoman bî bîr xist ku hemû rapor îşaret pê dikin ku di girtîgehên Tirkiyê de hejmara girtiyan zêde dibe û kiryarên ku hikumeta Tirk pêk tîne, ne li gor pîvanên navneteweyî ye û got: "Dewletên Ewropa û çêkerên biryaran li hember binpêkirinên Tirkiyê tu helwestan nîşan nadin. Almanya tenê biryara qedexekirina firotina çekan ji Tirkiyê re da. Lê di rastiyê de hewcedariya van kiryaran bi cezayên navneteweyî heye ku divê Neteweyên Yekbûyî ferz bike. Ev ceza ji ber binpêkirinên mafên mirovan û binpêkirinên biryarên navneteweyî ne ku hikumeta Tirk îmze kirine."

Sewsen Şoman da zanîn ku pêkanîna biryarên navneteweyî hewcedarî gavên pratîkî ye ku divê dewletên kiryarên dermirovî pêk tînin pabendî wan be û wiha dewam kir: "Gelek tedbîr hene ku xwediyên biryarê  dikarin pêk bînin. Di nav de; ji bo çavdêriyê  hêzên navneteweyî werin şandin û cezayên aborî werin birîn. Neteweyên Yekbûyî li gorî benda 7`an gelek biryar destnîşan kiriye ku behsa bikaranîna hêzê di pêkanîna her biryarekê de dike."

Têkildarî mekanîzmeya kar û xebata însiyatifî ya têkildarî vê dosyê Sewsen Şoman anî ziman ku Însiyatîfa Nûn bi hevkariya însiyatîf û rêxistinan hewl dide serdana Konseya Ewropayê bike da ku der barê serbestberdana rêber Ocalan de zextê bike. Her wiha got: "Însiyatîf hewl dide komîteyeke jinan ava bike ku nûnertiyeke qanûnî bikin û daxwazan rakin, di heman demê de bang li konseyê bikin ku li hember doza mirovî tedbîran bigirin.''

(eh)

ANHA