Yasir Silêman: Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelê Sûriyê rêya xilasiya ji aloziyê ye

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yasir Silêman destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên pêkhateyên gelê Sûriyê ye û got: “Ev proje ji bo rêxistinkirina jiyana siyasî, aborî û civakî hat damezirandin û karîbû tevî zehmetiyan destkeftiyan li ser erdê pêk bîne.”

Yasir Silêman: Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelê Sûriyê rêya xilasiya ji aloziyê ye
10 îlon, 2022   06:11
REQA – EHMED EL ESAF

Projeya Rêveberiya Xweser ji girîngtirîn projeyên li ser xaka Sûriy ye, nexasim piştî binketina hemû aliyên ku qaşo alîkariya gelê Sûriyê dikirin ku ji krîzê derxin.

Tevî hemû astengî û zehmetiyên li hember Rêveberiya Xweser wek gefên dewleta Tirk û dorpêça aborî, lê dîsa jî ew proje gihişt encaman û daxwazên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Der barê projeya Rêveberiya Xweser de, cîgirê hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yasir Silêman ji ajansa me re axivî.

Yasir Silêman got, projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştîmanî ye, ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha ji bo rêxistinkirina jiyana siyasî, civakî û aborî ye, nexasim piştî rewşa tevlihev a ku di encama şerê şoreşa Sûriyê de derketiye.

Yasir Silêman bi bîr xist ku projeya Rêveberiya Xweser di encama civîna sêyemîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya 2018’an de derket, ku tê de rêveberiyên xweser û sivîl ên 7 herêman li kongreyeke giştî ji bo damezirandina Rêveberiya Xweser, kom bûn û wiha domand: "Civîna damezrîner a Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 6'ê Îlona 2017'an dest pê kir. Meclisa Giştî bi 70 endamên xwe yên ku bi lihevkirina meclisên qanûnsaz ên meclisên sivîl hatin diyarkirin, civiya. 40 kes ji meclisn qanûnsaz, 21 kes ji  teknokrat ên rêveberiyan cuda amade bûn û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, her wiha bawerî dan du kesan û ji bo avakirina Meclisa Rêveber a bi hemû desteyên wê re 21 roj muhlet dan wan."

'RÊVEBERIYA XWESER JI BO RÊXISTINKIRINA JIYANÊ Û PÊKANÎNA ARAMIYÊ YE HAT AVAKIRIN'

Têkildarî girîngiya Rêveberiya Xweser, Silêman wiha axivî: “Hebûna Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna aştî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girîng e, her wiha ji bo rêxistinkirina jiyana siyasî, civakî û aborî û avakirina nimûneyek ji wekhevî û biratiyê di navbera pêkhateyan de hate avakirin da ku dawî li rewşa tevlihev werîne û aramiyê pêk bîne. Heman demê projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştîmanî ye, di qadên aborî, civakî, siyasî û fêrkirinê de ronesans pêk anî. Her wiha pêkhateyên li vê herêmê û xaka Sûriyê ji windakirin û êrişan, nexasim ji êrişên rejîma AKP'ê ya bi serokatiya Erdogan parastin."

'RÊVEBERIYA XWESER RÊYA XILASIYÊ YE'

Yasir Silêman her wiha anî ziman ku ev proje ji aloziya Sûriyê re çareseriya herî guncaw, ji ber ku dixwaze Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî  ava bike ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin û yekitiya xaka wê misoger bike.

Silêman îşaret pê kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelê Sûriyê rêya rasteqîn a xelasiya ji aloziyê ye û got: " Ji ber ku ev proje bi ser ket û êdî bû rastiyek berçav ku nayê înkarkirin. Vê rêveberiyê jiyan di hemû qadan de bi rêxistin kir, rola rêveberî û xizmetguzarî ya saziyan aktîv kir û jiyana siyasî bi rêxistin kir. Çareserî bi beşdarkirina hemû aliyan sûrî û kombûna wan li ser maseya diyalogan û bi garntiya rasteqîn a navneteweyî, pêkan e."

Silêman got: “Divê encamên van diyalogan ji bo vegerandina koçberan li bajarên wan û jinûve avakirinê  jî pêk werin. Rêveberiya Xweser mirovan ji hundir ve ava dike; ji ber ku eger me mirov ava kirin em ê welatan jî ava bikin, ev jî rêbaza Rêveberiya Xweser e ku hertim di kongre û komxebatên xwe de banga diyalogê li sûriyan dike. Tu kes nikare cidîtiya Rêveberiya Xweser di dan û standina bi hemû aliyên sûrî re ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rawestandina herikîna xwînê înkar bike.”

'GEFÊN TIRKIYÊ Û GIRTÎGEHÊN DAIŞ’Ê Û MALBATÊN WAN BARÊ RÊVEBERIYA XWESER GIRAN DIKIN'

Yasir Silêman bal kişand li ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û got, êrişên dewleta Tirk ên bênavber, dagirkirina xaka Sûriyê, hedefgirtina sivîlan û avahiyên xizmetguzariyê, her wiha çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de ku hejmara wan 12 hezar derbas kiriye û kampa Holê ya malbatên DAIŞ’ê yên ku dewletên wan ew paşguh kirine, barê rêveberiyê giran kirine.

Di dawiya axaftina xwe de, Cîgirê hevseroketiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yasir Silêman got: “Ji aliyê civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî  ve kêmasî hene, ji ber ku heta niha helwesteke cidî li hember wan çeteyan negirtine û tu dadgeh ji wan re ava nekirine. Ji ber ku ev çete bombeyeke demkî,  ne eger biteqe dê aramiya tevahiya cîhanê têk bibe.”

 (mh)

ANHA