Şerê gel ê şoreşgerî: Bi sedan ciwanên Şehbayê perwerdeya bikaranîna çekan dît

Bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Rifetê re, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê dest bi girtina tedbîran kirin û di nava du mehên borî de bi sedan kes li ser bikaranîna çekan perwerde kirin.

Şerê gel ê şoreşgerî: Bi sedan ciwanên Şehbayê perwerdeya bikaranîna çekan dît
10 îlon, 2022   05:53
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Berpirsên dewleta Tirk a dagirker di dema borî de gelek gef û daxauynî der barê destpêkirina êrişekê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim bajarên Til Rifet û Minbicê de, dan.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van gefan bêdeng neman û xwe ji bo parastina navçeya Til Rifetê amade kirin. Her wiha hemû sazî û meclisên sivîl di çarçoveya rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6’ê Tîrmehê ragihandiye de, xebatên xwe zêdetir kirin.

Yek ji wan saziyan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê ye, ku li gor şerê gel ê şoreşgerî dest bi amadekarî û tedbîrgirtinê kir û heta niha amadekarî berdewam in.

AMADEKARIYA LI GOR ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Têkildarî vê yekê, berdevkê Meclisa Ciwanên Efrînê, Xalid Xalid ji ajansa me re behsa xebatên ciwanan di çend mehên borî de kir û got: “Gefên dagirkeriya Tirk didomin, ji bo em van gef û êrişan têk bibin jî me şênî û ciwan bi rêxistin kirin. Amadekariyên me niha di astên jor de ne. Me li gor şerê gel ê şoreşgerî ciwan bi rêxistin kirin ku ew jî bi me re bûn alîkar. Her wiha me li ser şerê gel ê şoreşgerî û rastiya dijmin, armancên wî û girîngiya têkoşînê semîner ji şêniyan re pêşkêş kirin.”

BEŞDARIYA JINA CIWAN DI VÊ HEMLEYÊ DE

Jina ciwan di xwedîderketina li berpirsyariyê de hertim pêşeng in, di kolandina xendeqan, beşdariya di xwepêşandan, perwerdeyên îdeolojî û leşkerî û eniyên şer de cih girtin. Bi sedan jinên ciwan li ser bingeha rola sereke ya jinê di Şoreşa Rojava de, di aliyê leşkerî, tenduristî û derûnî de hatin perwerdekirin.

Girêdayî vê yekê, berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê, Zelal Ebdo wiha anî ziman: “Bi taybetî di vê demê de  me jinên ciwan di nav tevgera ciwanan de bi rêxistin kirin, me giranî da semînerên pênasekirina vê qonaxê û qirîngiya cihgirtina tê de. Me dît çawa jin di vê qonaxê de xwedî roleke sereke ne, ji ber ku em dizanin jin û ciwan civakan bi rê ve dibin û wan ji faşîzmê diparêzin.”

JI BO PARASTINA HERÊMÊ PERWERDEYA LI SER BIKARANÎNA ÇEKAN

Li hemû navendên tevgera ciwanan ên Şehbayê û navçeya Şêrawa dewreyên perwerdeyê hatin vekirin, bi sedan endamên tevgerê û bi sedan şênî li ser bikaranîna çêkan, girtina hedef, vekirin û siwarkirina çeka AK 47 perwerde dîtin, perwerde hefteyekê dewam kir. Li ser vê esasê, bi sedan endamên tevgerê amade ne ku li hember êrişan bisekinin û navên wan ji bo eniyên şer hatin tomarkirin

Der barê çawaniya birêxistinkirina perwerdeyê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê, Reşîd Silêman wiha axivî: “Bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî me dewreyên perwerdekirina li ser bikaranîn û vekirin û siwarkirina çekan, li seranserî herêmên Şehba û navçeya Şêrawayê vekirin, da ku ciwan bikaribin xwe û rûmeta xwe biparêzin, her wiha şênî bi coşeke mezin tev li van dewreyan bûn. Em û civakê bûn hêzek.”

(mh)

ANHA