Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 17‛an de didome

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê di roja 17‛an de dewam dike.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 17‛an de didome
10 îlon, 2022   06:25
HESEKÊ

Vê sibehê saet 05:00’an Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê belav bûn û saet 06:00’an bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê dest bi operasyona lêgerîn û paqijiyê kir.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê di çarçoveya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de li kampa Holê ku xetertirîn kampên cîhanê ye, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi destek û piştgiriya QSD, YPJ û YPG’ê di 25’ê Tebaxê de qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adara 2021’ê de qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandin û bidawîkirina wê di 2’yê Nîsana heman salê de ragihand. Di wê qonaxê de 125 çeteyênşaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin, ji nav 20 serçete hebûn.

(fr)

ANHA