Şêniyên Zirganê di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bi israr in

Şêniyên navçeya Zirganê da zanîn ku ew ê li hember êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin û got: "Dewleta Tirk dixwaze me ji xaka me koçber bike, lê em ji mal û xaka xwe dernakevin."

Şêniyên Zirganê di berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bi israr in
9 îlon, 2022   05:59
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bombebarana wê ya dijwar û rojane li ser navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê, berxwedana gelê navçeyê bilindtir dibe.

Ji dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019’an de dagir kirine topbaran û bombebarana li ser Zirganê nesekiniye.

Ajansa me li ser gef û bombebarana berdewam a dewleta Tirk a dagirker li ser Zirganê nêrînên gelek welatiyan girtin.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî El Hemîd ê ji Zirganê wiha got: "Bombebarana berdewam a dewleta Tirk a dagirker li ser Zirgan û gundewarên wê ya ku digihîje Til Temirê bi armanca tirsandina welatiyan û koçberkirina wan ji herêmên wan e."

Welatiyê bi navê Radî Mihemed jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker valakirina herêmê ji niştecihên wê ye û got: "Dewleta Tirk dixwaze me ji axa me koçber bike, lê xewna wê pêk nayê, em  dev ji mal û axa xwe bernedin."

Mihemed rexne li "hêzên garantorê" agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Tu sûda hêzên  garantor ên Rûsiya û Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye, hebûn û nebûna wan wek hev e, tenê bi wesayitên xwe li herêmên me digerin û sûcên dewleta Tirk yên li dijî me bi dawî nakin."

Li gel xerabbûn û wêraniya di encama topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser mal û milkên welatiyan û navendên xizmetguzariyê, şehîdbûna bi dehan ji welatiyên navçeyê û birîndarbûna wan, lê welatiyên navçeyê bi xaka xwe ve girêdayî ne û red dikin ji navçeyê derkevin.

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Hîlala Îbrahîm tekezî li ser girêdana xwe ya bi axê kir û got: "Em ê derkevin ku derê û bi ku ve biçin? Ev malên me ne, çi dibe bila bibe me ji malên xwe dernakevin."

Uwêşe Mehmûd El Hisên a ji gundê Ereb Xan ê Zirganê anî ziman ku ew mala xwe ji dagirkeran re nahêle û wiha got: "Dagirker ji Xwedê natirsin, malên me xirab dikin, jin û mêran heta bi zarokan jî dikujin, ev der axa me ye û em jê dernakevin."

Navçeya Zirganê girêdayî kantona Hesekê ye, 30 km ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî û 20 km ji navçeya Til Temir dûr e. Her wiha 70 km dûrî bajarê Dirbêsiyê ye. Li navçeya Zirganê 72 gund hene. Zêdeyî 23 hezar kes tê de dijî ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûr û di 42 komîn û meclisan de hatine birêxistinkirin."

(hs)

ANHA