Meclisa Rûspiyan a Minbicê hate hilbijartin

Piştî civînên li gel şêxên eşîrên herêmê, Meclisa Rûspiyan a Minbicê hate hilbijartin. Şêxê êla Benî Seîd Îbrahîm Şelaş got Meclisa Rûspiyan a Minbicê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, cihê xwe li gel Rêveberiya Xweser û QSD`ê digire.

Meclisa Rûspiyan a Minbicê hate hilbijartin
9 îlon, 2022   06:51
MINBIC

Bi însiyatîfa Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê û bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, her wiha piştî çend civînên li gel şêx û rûspiyên eşîrên Ereb, Kurd, Çerkes û Tirkmen, komîteya amedekar bi hemû eşîrên li bajêr re civiya û 5`ê Îlonê Meclisa Rûspiyan a Minbicê hate hilbijartin.

Hejmara endamên meclisê 23 ye ku ew jî ji eşîrên Demalxe, Xenaim, Ewn, Mecdame, Hemdûn, Xerac, Cês, El Bû Sultan, Cireyat, Hedîdên û êla Benî Seîd in.

Der barê armancên avakirina Meclisa Rûspiyan a Minbicê de şêxê êla Benî Seîd û endamê meclisê Şêx Îbrahîm Şelaş wiha axivî: "Rola Meclisa Rûspiyan ew e ku pirsgirêkên eşîran û yên din çareser bike, di çareserkirina pirsgirêkan de zextê li ser Rêveberiya Sivîl û dadgehê sivik bike. Her wiha eşîr di civakan de roleke diyarker dilîzin û destekê didin Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hewcedariyan bi cih tînin."

Têkildarî sazûmaniya avakirina meclisê Şelaş wiha axivî: "Endamên Meclisa Rûspiyan ewladên eşîrê bi xwe ne û bi nêrîna komîteya amedekar hatine hilbijartin. Ev meclis nûnertiya vîna gel û eşîrê dike."

Şelaş bang li hemû eşîran kir ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li ser herêmê yekitiya xwe ava bikin. Şelaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim hewl dide hevgirtina civakî ya li herêmê têk bibe û binesaziya wê jî xirab bike, her wiha li dijî gelê wê komkujiyan pêk bîne.

Şelaş da zanîn ku civîna yekemîn a damezirandina Meclisa Rûspiyan a Minbicê gaveke girîng e û nîşaneya hevgirtina eşîrên herêmê ye.

(eh)

ANHA