ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-9-2022`YAN
6 îlon, 2022   23:00

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 14`an de li Kampa Holê berdewam e ku li dijî şaneyên DAIŞ`ê hatî lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya ciwanên Tebqayê ku li pêşiya Navenda Yekitiya Werzîşê di roja duyemîn a dawîn de didome.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, navendeke geşepêdana zarokatiya pêşîn bi navê Ehna Susum li taxa Qidûr Beg a Qamişlo vedike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê li dar xistiye didome saet di 10:00an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komxebatek bi navnîşan Gefên dagirkeriya Tirk û zivirîna erdoganî ber bi Şamê ve, li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe saet di 17:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, merasîma sersaxiyê ji bo şehîd Slava Remadan li navçeyê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên garantor xwepêşandekê li dar dixin saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî da zanîn ku dosyaya kampa Holê, Kampa Roj û ya girtîgeha DAIŞ`ê yekser girêdayî xîlafeta DAIŞ`ê ye ku ew “xelîfe” hemû li herêmên dagirkirî hatin kuştin û got: “Kampa Holê hewldana duyemîn a avakirina xîlafetê ye, li vir nifşê sêyemîn ê DAIŞ`ê mezin dibe ku ji DAIŞ`ê xeternaktir e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Tensîq Watanî - Tevgera Guhertina Demokratîk Ziyad Wetfê diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî kesayetên nîştimanî ji pêvajoyên siyasî yên berê dûr xistin. Ziyad teqez kir ku Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hezkirina wî ji rêber Abdullah Ocalan re hişt ew stranan li ser wî çêke, ku bi rêya wan stranan, kesên aştîxwaz û mirovahez şiyar bike da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin û got: “Ka dadmendî, çima yên ku bi mirovahiyê bang dikin tên girtin? Li beramber wê sûcdar li derve ne, li cîhanê serwer in û dinya talan dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Tebqayê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û Operasyona Sondê silav kir û piştgiriya xwe bi hêzên ewlehî û leşkerî re anî ziman. Her wiha xemsariya civata navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)  

Rûsya hewldanên xwe yên lihevanîna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê didomîne. Di demekê de ku her kes mijarê dişopîne ku ev hewldan veguherin tevgerên cidî, helwesta DYA’yê ne zelal e, nemaze piştî ku ji civîna li Cinêvê vegeriya. Gelo rastiya helwesta DYA’yê çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên ji navçeya Amûdê diyar kirin ku dewleta Tirk a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûye, berê xwe daye Bakur û Rojhiatê Sûriyê û pêşengên jin nê li dijî DAIŞ`ê şer kirine û ew têk birine dike hedef. Dayikan biryardaiya berxwedanê nû kir û got “Çawa artêşa YPJ’ê parastina me tevan dike, em ê jî tevî şervanên xwe yên jin li ber xwe bidin. Ji lew re em ê bi serkevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Di demekê de ku hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehbayê şidandiye û derman li nexweşxane û navendên tibî peyda nabin, hem jî dewleta Tirk a dagirker rojane êriş dike, nexweşî di nava koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê de gelekî belav dibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)  

ANHA