Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Slava Remadan li Goristana Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir.

Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
Cenazeyê zaroka şehîd Slava li Dirbêsiyê hat veşartin
6 îlon, 2022   20:08
HESEKÊ

Zaroka bi navê Slava Remadan di encama êrişa balafireke dewleta Tirk a dagirker de li dijî navendeke perwerdeyê ya zarokên keçîn li gundê Şemoke yê rojavayê Hesekê di 18`ê Tebaxê de tevî gelek hevalên xwe yên din birîndar bûbûn.

Slava Remadan roja yekşemê ji ber birînên xwe şehîd bû.

Girseya gel cenazeyê şehdî Slava ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergert û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Rustem Cudî ve ketin re.

Li goristanê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Edle Yusif axivî û got: “Em sersaxî ji malbatên şehîdan û şehîd Slava re dixwazin. Şehîdan rê li pêşiya gelan ronî kir. Şehîd Slava tev li hevalên xwe yên şehîd Dîlan, Zozan, Diyane û yên din bûn ku bi destê xayîn û ajanan hatin şehîdxistin.”

Hevala şehîd Slava Novîn Efrîn aixvî û got: “Êrişa li ser dibistana me pêk hatî, komkujî ye. Zarok li ber çavên cîhanê tên kuştin mîna şehîd Slava û hevalên me yên din. Em ê rêya wan bişopînin heta hibrê pênûsa me zuha dibe.”

Piştre dayika şehîd Slava Remziye Remadan axivî û got: “Keça min îro tu bûyî rêya rastiyê. Min nedikarî gotinekê bêjim, lê rûya te ya li ken hêz da min. Rojek bê kena te derbas nabe. Ez bi navê Slava diaxivim, xwendekar bû û rêya rastiyê pejirand. Ez sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û hevalên wê re dixwazin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, cenazeyê şehîd Slava Remadan li goristanê di nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

(dm)

ANHA