“Ez hertim ji xwe dipirsim çima yên ku bi mirovahiyê bang dikin tên girtin”

Hezkirina wî ji rêber Abdullah Ocalan re hişt ew stranan li ser wî çêke, ku bi rêya wan stranan, kesên aştîxwaz û mirovahez şiyar bike da ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi dawî bikin û got: “Ka dadmendî, çima yên ku bi mirovahiyê bang dikin tên girtin? Li beramber wê sûcdar li derve ne, li cîhanê serwer in û dinya talan dikin.”

“Ez hertim ji xwe dipirsim çima yên ku bi mirovahiyê bang dikin tên girtin”
7 îlon, 2022   00:32
KOBANÊ

Gelek caran em rastî mirovan tên ku di dilê me de şopekê dihêlin ku nayê jibîrkirin, lê kêm caran em rastî mirovinan tên ku tunebûna wan di jiyana me de bandorê li me dike. Rêber Abdullah Ocalan yek ji wan kesan e ku di dilê kesên ew dîtine û li pey wî û fikrê wî ne, şopeke ebedî hiştiye. Êdî her kes bi rêbaza xwe wî û fikrê wî zindî dike, hunermend bi hunera xwe, wênesaz bi rîşa xwe, helbestvan bi helbestên xwe û gel bi azadiya xwe ku bi saya wî gihaştê.

"MUZÎK ÇEKEKÎ CUDA YE KU EM LI HEMBER DIJMIN BI KAR TÎNIN”

Mistefa Elî yê ku ji ber jenîn û stranên wî yên şoreşgerî bi “Mamoste” tê naskirin, di civînekê de li Şamê sala 1998’an a ji bo şîrovekirina komploya li dijî gelê Kurd li dar ketiye, rêber Ocalan dîtiye.

Mistefa Elî wiha dibêje: “Ji dema girtina rêber Ocalan de hesret min dixwe, ez ji xwe dipirsim çima yên ku bi mirovahiyê bang dikin tên girtin? Rêber Ocalan ne tenê rêberê kurdan e, ew rêberê hemû gelên bindest e ku li azadiya xwe ya di destê faşîstan de ye digere. Gava ew dîl hat girtin pê re gel jî hat girtin. êdî mirovahî bû dîlgirtiyê mêtingeriyê.”

ARMANCA WÎ HEMÛ PÊKHATEYAN RIZGARKIRÎ BIBÎNE

Der barê rola ku rêber Abdullah Ocalan ji bo şiyarkirina gelên Rojhilata Navîn lîstiye û bandora wî de Mamoste got: “Rêber Abdullah Ocalan ne tenê bandor li gelê Kurd lê belê li hemû gelên bindest kir. Di fikr û felsefeya xwe de li azadiya pêkhateyekê negeriya. Lê belê armanca wî hemû pêkhateyan rizgarkirî bibîne. Em dikarin bêjin ew rêberê mirovahiyê ye. Bi xwe û bi azadiya xwe ku jê hatiye standin nefikrî, lê belê li rêya azadiyê ji bo van gelan geriya.”

Mamosta wiha domand: “Bi rastî zor e em komploya li dijî rêberê xwe bibînin, nexasim ku sûcdar serbest in û li cîhanê serwer in. Tevlihevî li dinyayê belav dikin. Rêbertî kesek hêja, dostê xizanan e. Yên pê re rûniştine hema yekser pê ve girêdayî dibin. Di civînên xwe de bal dikşand ser azadiya jinan û banga azadiy wan dikir.”

EW JI AXA PÊXEMBERAN E AXA KU HEMÛ PÊKHATE KIR YEK

Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, Mistefa Elî wiha anî ziman: “Gelek serok li cîhanê ne, çima êrişî rêbertî dikin. Kesên li ser şopa wî dimeşin dorpêç dikin. Bersiv diyar e, rêber Ocalan rêberê mirovahiyê û li ber sînorên diyar nasekine. Li destkeftiyên şexsî nagere. Destkeftiya wî ya yekane azadiya gelan e.”

Mistefa Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Mîrasa ku rêbertî li dû xwe hiştiye mezin e. Bi milyonan kes şopdarên fikrê wî ne. Her çiqas tecrîdê zêde bikin, ew nikarin me jê dûr bixin. Ew ji axa pêxemberan e. Axa ku hemû pêkhate kir yek. Rêbertî bi fikrê xwe dengê hemû pêkhateyan li hember zordestan kir yek.”

ŞERÊ ÇANDÊ YEK JI ŞERÊN HERÎ WÊRANKER E

Girêdayî komployên li dijî gelê herêmê piştî ku ji xewê şiyar bû bi rêya şoreşa çandê ku rêber Ocalan pêşengiya wê kiriye, Mistefa Elî got: “Ger em bixwazin gelekî qir bikin, divê em şerekî çandê pêk bînin û ji aliyan ve şerê wî bikin. Bi kuştin û wêraniyê gel tune nabe. Lê bi wêrankirina çanda wî, ew tune dibe. Îro jî em bi vî şerî re rû bi rû ne; şerekî çandê. Pergalên serwer, zîrek in, girîngiya gava ku rêber Ocalan pêk aniye dema gelan bi rêya şoreşa çandê vejandiye, baş fêm dikin. Ji ber wê, komplo li ser serê wî pêk anî û hewl dan me vegerînin serdemên tarî.”

Di dawiyê de Mistefa Elî bang li rewşenbîr, hunermend û helbestvanan kir ku her yek bi rêbaza xwe tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin, dengê xwe ragihînin cîhanê ku ev gel aştîxwaz e, li aştî û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan digere.

(mh-şx)

ANHA