Aram Hena: Dagirkeriya Tirk şênî, dêr û pîroziyên olî dike hedef

Berdevkê QSD`ê Aram Hena diyar kir ku topên dewleta Tirk a dagirker li ser jiyana şêniyan xetere ne û zirarên mezin digihînin mal û milkên wan û cihên giştî. Her wiha Hena destnîşan kir ku li Til Temirê, gelek dêr hatine topbarankirin bi taybet dêra Mar Sawa. Hena teqezî pê kir ku QSD`ê li gorî rêgeza parastina rewa bersiva jêderên topbaranê dide.

Aram Hena: Dagirkeriya Tirk şênî, dêr û pîroziyên olî dike hedef
6 îlon, 2022   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena li ser malpera hêzê ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de got: “Ev du roj in topavêja dewleta Tirk a dagirker gundê Til Tewîl ê asûr û herêma derdorê ya tijî şênî bi awayekî bê ser û ber û bi dijwarî topbaran dike. Ev yek jiyana şêniyan dixe xetereyê. Her wiha zirarên mezin digihînin mal û milkên wan û cihên giştî. Dewleta Tirk bi topbarana xwe dêr û pîroziyên olî dike hedef. Di çend mehên dawî de ji ber topbaranê dêra Mar Sawa yê li gundê Til Tewîlê zirar dîtiye.

Meclisa Leşkerî ya Suryan li rex Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, hemû tedbîrên xweparastinê yên pêwîst digirin ku parastina xelkê me û herêmê dabîn bikin. Hêzên me li gorî rêgeza parastina rewa bersiva jêderên êrişan didin.”

Vê êvarê dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Til Tewîl ê asûr ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê kir.

ANHA